Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Sizayên Amerîkî bandorê li sektora petrolê dikin û rejîma Esed lawaz dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Amerîka sizayin li ser lîwayê Sûrî Xesan Cewdet Smaîl yê di vê wêneya ku dîroka wê ne dîyar de xuya dibe sepand, ji ber tilîya wî di tundîya li dijî sivîlên Sûrî de heye. [Wêne ji torên mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Amerîka sizayin li ser lîwayê Sûrî Xesan Cewdet Smaîl yê di vê wêneya ku dîroka wê ne dîyar de xuya dibe sepand, ji ber tilîya wî di tundîya li dijî sivîlên Sûrî de heye. [Wêne ji torên mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Şarezayine Sûrî ji Diyaruna re dibêjin ku sizayên nû yên ku vê mehê li ser pêgeh û kesayetên ku têkilîyên wan bi serokê rejîma Sûrî Beşar Esed re hene hatin sepandine lêdaneke biêş li pişta rejîm û hevkarên wê xist.

Siza berpirsên di sektora petrolê, parlementer û efserên hewalgirîyê de didin ber xwe û armanc dikin ku her Esed li jêr fişarê bihêlin tevî destkeftîyên wî yên li ser erdê. Dahatên ji petrolê tên dihêlin rejîma Esed li ser lingê xwe bimîne tevî dropêça li ser heye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê 9ê Mijdarê komeke sizayên nû li jêr Yasaya Qeyser a Parastina Sivîlên Sûrî sepandin, li ser 11 pêgehên ku di navbera Sûrîya û Lubnanê de kar dikin û 8 kesayetan, di nav de du welatîyên Lubnanî.

Kesayetên armanckirî ji sivîlên çalak di sektorên petrol û taybet d pêk tên, herwiha efserên serbazî ku berê beşdarî kirinên tundîyê yên li dijî sivîlên Sûrî bûne.

Rejîma Sûrî parzûngeha Banyasê bo embarkirina berhemên petrolê û nûbelavkirina wan bi kar tîne di demekê de ku kompanîyên petrolê çavkanîya sereke ya mayîna rejîmê tên dîtin. [Wêne ji torên mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî parzûngeha Banyasê bo embarkirina berhemên petrolê û nûbelavkirina wan bi kar tîne di demekê de ku kompanîyên petrolê çavkanîya sereke ya mayîna rejîmê tên dîtin. [Wêne ji torên mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Yasaya Qeyser, ya Tîrmehê kete pratîkê, alîkarîyên Amerîkî yên nûavakirinê asteng dike û fişarê li Esed dike, herwiha doza hesabxwestinê dike, tevî wî piranîya herêmên Sûrî kontrol kiriye li dirêjahîya neh salên şerekî wêranker.

Sizayên ''di cih de''

Çalakgerê Sûrî Muhemed Bêk ji Diyaruna re ragihand ku piranîya Sûrîyan bi van sizayan bextewer in û xelkên gundewarê Şamê û taybet Dûma, wan weke corek ji mukurhatina li êşa xwe dibînin.

Wî dîyar kir ku "danîna efserên serbazî yên berpirsyar ji binpêkirina mafên mirov li Sûrîyayê di lîsteya sizayan de dilê hemû Sûrîyan rehet dike".

Wî got ku nûçeyên derbarî sizayên li ser bazirganê bi navê Husam Qatircî , parlemanterê ji parêzgeha Helebê, baş hatin pêşwazîkirin. Qatircî, malbat û kompanîya wî heta çend salan jî bazirganîya genim û petrolê bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re dikirin.

Bêk da zanîn ku ev belgeh e ku rejîma Esed bi rêxistinên terorsît re dide û distîne û dahatên sabit ji wan re peyda dike tevî sloganên wê yên dijî terorîzmê.

Şarezayê aborî yê Sûrî Muhemed Mustefa anî ziman ku sizayên nû yên herî bibandor in ji ber sektora petrolê dikin armanc, yek ji sektorên hindik ên mayî ye ku dihêle rejîm şerê xwe li dijî gelê xwe dewam bike.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku rastîya ku welatîyên Lubnanî di lîsteya kesên sizakirî de ne hevahengîya rejîma Sûrî ya bi Hizbulaha Lubnanî re bo alîkarîyê dide wê ew xwe ji sizayan vedize dîyar dike.

Mustefa got ku "siza dê rê nedin rejîma Sûrî ku komkujîne din li dijî sivîlan pêk bîne û dê bihêlin ku berpirsên van sûcan jî werin darizandin".

Wî got ku ev tişt bi awayekî taybet rast e ji ber hejmareke kesayetên siza li wan hatine sepandin xwedî postên serbazî ne. Di nav de Seqir Rustem, yek ji serkirdeyên herî navdar ên Hêzên Parastina Niştimanî , "ku berpirsyar e ji tawanên herî giran ên li dijî sivîlên Sûrî".

Pejirandina çareserîya ya sîyasî ya şer

Lêkolînerê Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratejî û Herêmî Samî Xêt ji Diyaruna re dîyar kir ku sizayên li ser kesên bi rejîma Sûrî re didin û distînin dê xwedî bandoreke mezin bin ku dê dawîyê li tevgerên rejîmê yên serbazî yên bi piştevanîya Rûsya û Îranê bînin.

Xêt anî ziman ku "sizayên herî tund li ser rejîmê dê bihêlin ew di dawîyê de çareserîya sîyasî bo alozîyê li gorî berjewendîya gelê Sûrî bipejirîne.

Lawazkirina bazirganîya sektora petrolê bi rêya sizayan dê bihêle rejîm bi giştî were lawazkirin. Wî da zanîn jî ku dê ev siza rê li ber projeyên nûavakirinê ku rejîmên Sûrîya, Rûsya û Îranê çavê xwe danîbûn li ser wan bigirin, bi rêya qutkirina temwîl û fînansê.

Îran û Rûsya li ser berfirehkirina hebûna xwe li Sûrîyayê di salên dawî de dixebitin û sûdê ji çalakîyên nûavakirinê yên li deverên stratejî werdigirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500