Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hikûmeta Sûrîyayê girêbestên bi sermayedar Ramî Mexlûf re bi dawî dike

AFP

Li Şamê di 11ê Gulanê de, zilamek li vîdyoyeke Ramî Mexlûf li ser facebookê di rêya telefona xwe re temaşe dike. [AFP]

Li Şamê di 11ê Gulanê de, zilamek li vîdyoyeke Ramî Mexlûf li ser facebookê di rêya telefona xwe re temaşe dike. [AFP]

Hikumeta Sûrî ragihand ku wê girêbestên efûkirina ji bacên gumrikê yên bi kompanîyên girêdayî milyardêrê bi navê Ramî Mexlûf kurê meta serokê rejîma Sûrî Beşar Esed bi dawî kirin ew jî weke beşekî nakokîyên berdewam ên navbera herdu zilaman de.

Wezareta Aborîyê Yekşemê (28ê Hezîranê) di belavokeke Facebookê de ragihand ku girêbestên birêvebirin û karkirina bazara azad li seranserî Sûrîyayê hatin betalkirin, di nav de balafirgeha Şamê û navendên sînorî yên bi Urdin û Libnanê re.

Milkîyeta piranîya kompanîyan a Mexlûf e ku împeratorîyeke kompanîyan bi rê ve dibe, di nav de kompanîya xetên mobaylan a bi navê Syriatel.

Belgeyeke ku Rêxistina Giştî bo Deverên Azad îmze kiriye ya dewlet wê bi rê ve dibe got, girêbest ji ber hinek belge hene dibêjin ku weberîner "tilîya wî di qaçaxîya kelûpel û pereyan de hebû" hatin betalkirin.

Ev dawîn gavên rejîma Sûrî li dijî sermayedarê ku ji 2019an de bo desthilatê ketiye qirika dewletê ne, çaxa desthilatan dest danîn ser komeleya wî ya xêrkarîyê ya bi navê Bistan, û milîsên helandî yên girêdayî wî.

Gava wezareta darayî di Kanûna Yekem de samanên gelek sermayedaran ji ber nedayîna bacan û dewlemendîya ne rewa cemidandin, çapemenîya Sûrî anî ziman ku Mexlûf, hevjîna wî û kompanîyên wî jî di nav de ne.

Bi hewldana nûkirina gencîneyên dewletê, rejîmê meha borî ferman da ku dest deyîne ser samanên Mexlûf û malbata wî.

Piştî wê bi çend rojan, wezareta edaletê ya Sûrî rê li ber sefera milyardêr girt, ku tê payîn ew li welat be.

Firehbûna derzê

Hikumetê di rêya ku Syriatel deyndarê wê û pereyan e, di nav de buhayên taybet bo parastina rêdana karkirinê, rêkarên xwe yên dawî rewa dibîne.

Lê di rêzevîdyoyên ku meha borî de hatin belavkirin, Mexlûf angaştên bi vî rengî red kirin, ku dibêje hinek di desthilatê de dixwazin min bi dûr bixin û beşekî dahatên kompanîyê bi dest bixin.

Mexlûf ê 51 salî, ku ew bixwe li jêr sizayên Amerîkî û yên YE ye, weke stûneke rejîma Esed dihat dîtin ji çaxa yê dawî serokatîya welêt ji bavê xwe girt di 2000î de.

Împeratorîya wî ya bazirganîyê, ku bi milyarê dolaran e, pişkên wê di hevpeywendî, kehrebe û erdên milkîyetê de hene.

Şerê wî bi hikumetê re di demekê de tê ku rejîma Sûrî piştî neh salên şer rastî rewşeke aborî ya pir kambax hatiye.

Nirxê lîreya Sûrîli beramberî dolar li bazara reş gihaşt rêjene nedîtî, tiştê hişt buha bilind bibin û piranîya xelkên Sûrî ji nêzan bimirin.

Tiştê qeyranê aloztir dikesizayên Amerîkî yên nû li ser Sûrîyayê ne, yên vê mehê ketin karîgerîyê, ku beşê yekemîn 39 kesayet an kompanî kire armanc, di nav de Esed, hevjîna wî Esma û du kompanîyên Mexlûf.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500