Nûçeyên Iraqê
Aborî

Amerîka sizayan li ser kurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed disepîne

AFP

Hafiz Esed, kurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed li Olempîkên Bîrkarîyê yê Navdewletî li Romanya di 10ê Tîrmeha 2018an de amade dibe. [Mircea Rosca/AFP]

Hafiz Esed, kurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed li Olempîkên Bîrkarîyê yê Navdewletî li Romanya di 10ê Tîrmeha 2018an de amade dibe. [Mircea Rosca/AFP]

Amerîkayê Çarşemê (29ê Tîrmehê) siza li ser kurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed, ku 18-salî ye, sepand bi mebesta ku nehêle rejîma welatê ku cengê ew tarûmar kiriye xwe dewlemend neke.

Hafiz Esed -- ku li ser navê bapîrê xwe ye, yê ku bo sê dehsalan bi destekî hesinî hukimê Sûrîyayê kir -- dê nikaribe biçe Amerîkayê yan pereyên wî li wir hebin, li gorî Wezareta Derve.

Ev biryar di çarçoveya pakêteke duyem a sizayan e li jêrYasaya Qeyser, ku yasayeke Amerîkî ye û di Hezîranê de ketîye warê bicihanîn bo nehiştina nomalîzekirina rejîma Esed tevî ku wî piranîya xala sûrîyayê anî jêr kontrola xwe piştî şerekî neh-salî yê hovane.

"Em dê her Beşar Esed û rejîma wî ji ber hovîtîya wan tawanbar bibînin, û em dê bîranînên qurbanîyên wî zindî bihêlin," Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyekê de got.

"Dem hatiye ku ev şerê hovane yê bêsûd ê Esed bi dawî bibe," wî got.

Amerîka siza li ser Beşar Esed û hevjîna wî Esma danîne.

Berpirsan got ku siza li ser kurê wî tê wateya nehêlin ku Hafiz bibe kenaleke pêwendîyan ji malbata xwe re li derve.

"Ev yek arasteyeke belav e di nav kesayetên rejîma Sûrîyayê, ew dixwazin endamên ciwan ên malbatên xwe bi kar bînin, çi zarok yan bira û xwişk, bo kar di şûna wan de berdewam bikin eger ew hatin sizakirin," Joel Rayburn, berpirsekî di Wezareta Derve de ku berpirsyarê dosyaya Sûrîyayê ye, ragihand.

Rayburn hişyarî da ku malbata Esed û hinek malbatên mezin ên din hejmûna xwe ya aborî zêde dikin di demekê de ku berê Sûrîyayê diçe nûavakirinê.

"Ji me re, armanc ji sizayan ew e ku em nehêlin rejîma Esed kontrola xwe ya aborî bi hêz bike, ji ber ku ew bo dirêjkirina heyama cengê û dirêjkirina heyama maşîna kuştinê ya li dijî gelê Sûrîyayê tê bikaranîn," Rayburn ji raportan re got.

Armanckirina karsaz û berpirsan

Amerîkayê herwiha siza li ser karsaz û sermayedar Wesîm Enwer Qetan, ê ku di projeyên avahîyê yên mezin de li Şamê cih digire.

Li gorî Wezareta Xezîneyê, desthilatdarên Sûrî girêbestek dane wî bo pêşxistina moleke bazirganî ya mezin, û weberhînerê berê dûr kirin, piştî ku Qetan razî bû ku 2.7 milyon dolar salane bide.

Yek ji kesên ku siza li ser hatine sepandin lîwa Zuhêr Tewfîk Esed e, ku endamekî malbata desthilatdar e, ligel kurê wî yê mezin.

Ev efser serokê Firqeya Yekem a Artêşa Sûrî bû ku ji destpêka şerê Sûrîyayê ve di sala 2011an de bi kuştin û girtinên girseyî li deverên li nêzî Şamê tê tawanbarkirin.

Berpirsên Amerîkî gotin ku wezareta derve sizayên dawî bo bîranîna qurbanîyên dorpêçeke xwînrêj a li Hemayê di sala 2011an de ye û bo bîranîna bombebarankirina, bi tevlîbûna Rûsyayê, bazarekê li bajarokê Maeret Numan li parêzgeha Idibê ye, ku bêhtir ji 40 kesî tê de hat kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500