Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

NY: Qedexeya derketinê ya ji ber Koronayê êrîşên DAIŞê li gelek welatan kêm kirine

AFP

Endaziyarine Sûrî borîyeke xazê di navbera Adra û Dimeyir li Şamê roja 24ê Tebaxê piştî ku ew cih rastî êrîşeke "terorîst" hat ku hişt ku kehrebe li piranîya Sûrîyayê were birîn. [Luey Bişara/AFP]

Endaziyarine Sûrî borîyeke xazê di navbera Adra û Dimeyir li Şamê roja 24ê Tebaxê piştî ku ew cih rastî êrîşeke "terorîst" hat ku hişt ku kehrebe li piranîya Sûrîyayê were birîn. [Luey Bişara/AFP]

Wiha dîyar e ku qedexeyên derketina derve xeterîya qewimîna êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gelek welatan kêm kiriye, lê ev metirsî li Îraq û Sûrîyayê mezintir e, berpirsekî NY Duşemê (24ê Tebaxê) ragihand.

Di demekê de ku DAIŞ aniha bûye sîbereke rêxistina ku dest danî bû ser rûberên berfireh li Sûrîya û Îraqê berî çend salan, hîn dora 10,000 çekdarên wê li her du welatan heye.

Lê rêkarên li dijî zedebûna belavbûna petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) karînên DAIŞê yên pêkanîna êrîşan kêm kirin.

"Rêkarên kêmkirina belavbûna COVID-19, mîna qedexeya derketinê û rêkarên kêmkirina tevgerê û çûnûhatinê, dixuye ku xeterîya êrîşên terorî li gelek welatan kêm kiriye," Vladimir Voronkov, emîndarê giştî yê dijberbûna terorîzmê ragihand.

Wî navên welatan eşkere nekirin, lê DAIŞê pêkanîna êrîşan li gelek welatan angaşt kir, ji Fransayê heta bi Filipînê.

Voronkov got ku bandora petayê li ser xebatên tecnîdkirinê û yên darayî yên rêxistinê ne zelal e, lê metirsîyatawanên elektronî weke jêdereke fînansê zêde bûye ji ber ku gelek xelk ji ber rewşa nexweşîyê înternêtê bêhtir bi kar tînin.

Wî da zanîn ku nîşan û belgeh hene ku endamên DAIŞê li hinek meydanên şer ên mîna Îraq û Sûrîyayê xwe ji nû ve bi rêxistin dikin.

Di rewşa îro de, desthilatdarî nîşaneke zelal a guhertina stratîjîyê li jêr rêbertîya serokê nû Amir Mohemed Said Ebid el-Rehman el-Mawla nedîtiye, piştî ku wî şûna Ebû Bekir Bexdadî girt piştî kuştina wî di meha Cotmehê de.

Voronkov herwiha amar û data li dor çalakîyên rêxistinê li deverine din dan, û got ku dora 3,500 çekdarên DAIŞê li rojavayê Afrîqyayê hene, û ew berdewam in di xebatên xwe yên avakirina têkilîyan bi komên tundrew ên li wir re.

Li Lîbyayê hejmara endamên DAIŞê sedan derbas nake, lê hîn rêxistin metirsîyekê li herêmê çê dike.

Rêxistin dikare êrîşên wêranker li hinek deverên Afxanistanê pêk bîne, tevî girtina hinek serkirdeyên wê û wendakirina kontrola li ser hinek deveran, li gorî Voronkov.

Sûrîya bê kehrebe ye

Rejîma Sûrîyayê Duşemê ragihand ku êrîşeke "terorîst" borîyeke xazê li nêzî Şamê armanc kir ku bûye sedema birîna kehrebeyê li seranserê Sûrîyayê.

Şanderê Amerîka bo Sûrîyayê James Jeffrey ragihand ku hîn Amerîka lêpirsînan dike bê kî berpiryarê êrîşa li ser borîya xazê ye, lê got "lê herî zêde ew êrîşeke ji hêla DAIŞê ve ye".

Hebûna DAIŞê li herêma Badiyayê (biyabanê) ya berfireh, li rojhilatê paytextê, heye.

"Li Sûrîyayê, bi taybetî li biyabana Badiyayê ya li başûrê Feratê... em dibînin ku çalakîyên DAIŞê zêdetir dibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500