Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ, Qaîda bi hêrs dibin piştî destdanîna herî berfireh a ser hesabên diravên elektronî

Salaam Times

DAIŞê ev malper bi kar tanî bo zêdekirina fînansa ji operasyonên xwe yên terorî re bi rêya xapandina kiryaran bo ew bawer bikin ku ew maskên ku hikûmetê ew anîne bo parastina xwe li dijî COVID-19. [Arşîv]

DAIŞê ev malper bi kar tanî bo zêdekirina fînansa ji operasyonên xwe yên terorî re bi rêya xapandina kiryaran bo ew bawer bikin ku ew maskên ku hikûmetê ew anîne bo parastina xwe li dijî COVID-19. [Arşîv]

WAŞINTON -- Operasyonên Qaîda û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tûşî debeyeke mezin bûn heftîya borî piştî ku desthilatên Amerîkî mezintirîn destdanîna li ser hesabên diravên elektronî (cryptocurrency) pêk anî.

Hemû kampanyayên fînanskirina terorê pişta xwe bi amrazên elektronî yên pêşketî girêdan, di nav de bikaranîna bangewazîya dana pereyan bi rêya diravên elektronî li seranserê cîhanê.

Desthilatên Amerîkî dest danîn ser bi milyonên dolaran, 300 hesabên diravên elektronî, û çar rûpelên Facebookê ku hemû girêdayî rêxistina tawankar bûn,Wezareta Dadê ya Amerîkayê roja 13ê Tebaxê ragihand.

"Divê ji çi kesî re ne surprîz be ku dijminê me teknolojîya nûjen, platformên mîdyaya civakî û diravên elektronî bi kar tîne bo hêsankirina pêkanîna ajandayên kirêt û tundrew," Dozgerê giştî yê Amerîkî William P. Barr ragihand.

"Torên terorîst berê xwe dane bikaranîna teknolojîyayê, ew veguhestinên darayî yên komplêks di cîhana dîjîtal de pêk tînin, di nav de yên bi rêya diravên elektronî," Emîndarê Xezîneya Amerîkayê Steven T. Mnuchin ragihand. "Xebatên îroj pêbendîyên me yên têkildarî girtina kesên sûcdar û dadgehkirina wan ji ber tawanên wan dîyar dikin."

Kampanyayeke DAIŞê

Planên DAIŞê yên fînansê li dor xebatên Murat Cakar digerîyan, ku ew hêsankarekî DAIŞê ye ku berpirsê operasyonên hakkirinê ye, bo firoştina alavên parêzî yên kesane yên sexte bi rêya FaceMaskCenter.com (dest li ser hatiye danîn). Dihat payîn ku alavên parêzî yên kesane mirov ji vayrûsa Koronayê ya nû diparêzin.

Malperê angaşt kir ku hejmareke bêsînor a maskên henasedaê yên N95, yên hikûmet kêrhatina wan pesend kiriye, bo firoştinê li ba wê hene. Birêveberên malperê dîyar kiribûn ku ew amade ne van ayteman li seranserê cîhanê bifiroşin kiryaran, di nav de kesên maskên N95 dikirin û yên ku alavên parêzî yên kesane ji nexweşxaneyan re dikirin.

Desthilatan dest danî ser malpera Cakar û herwiha çar rûpelên Facebookê yên ku bo pêkanîna planê dihat pêkanîn.

Kampanyayeke Qaîdayê

Qaîda û komên girêdayî wê, bi taybetî yên li Sûrîyayê, torên şûştina pereyên bitcoin bi rê ve dibirin bi rêya kenalên Telegram û platformên din ên mîdyaya civakî. Van rêxistinan banga dayîna pereyan bi diravên elektronî kirin bo pêkanîna armancên xwe yên terorî. Di hinek rewşan de wan angaşt kir ku ew karên xêrxwazî dikin, û di rastî de di hinek rewşên din de wan bi awayekî vekirî banga dayîna pereyan bo temwîlkirina tundrewîya terorî dikir.

Sîxurên nehênî bi birêveberê Reminder for Syria (Bîranîna bo Sûrîyayê) re ketin têkilîyê de, ku rêxistineke xêrxwaz e ku hewl dida ku terorîzmê bi rêya komkirina alîkarîyê bi bitcoin fînans bike. Birêveber got ku ew hêvî dike ku Amerîkayê wêran bike, û wî nirxê mûşekên erd- asman bazar kirin, û wî haydarî ji serencam û derhawiştên tawankarî yên pêkanîna "cîhadê" li Amerîkayê da.

Qaidayê û komên terorîst ên girêdayî wê bi hev re ev post ava kiribûn û teknîkên tarîkirinê yên komplêks bi kar anînbûn, ku parêzvanên yasayê ew kifş kirin, bo nixumandina veguhestinên xwe di hewlekê de bo veşartina çalakîyên xwe.

Desthilatdarên Amerîkayê dest danîn ser darayîya 155 diravên elektronî yên girêdayî vê kampanyaya terorî.

Xebatên desthilatdarên Amerîkî herwiha operasyonên Lîwayên Qasim, basikê serbazî yê Hemasê têk birin. Malperên wan vîdyo nîşan didan ku xelkê fêr dikin çawa mirov dikare bi navekî sexte pereyan bi xêra xwe bide, bi rêya çêkirina adrêseke bitcoin a taybet ji her kesekî ku dixwaze pereyan bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500