Nûçeyên Iraqê
Civak

Amara herî kêm a kuştîyan di şerê Sûrîyayê de vê mehê tê tomarkirin

AFP

Ev kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê ye di 8ê Tabaxa 2019an de tê dîtin. Komeke hawarçûnê roja 1ê Nîsanê hişyarî da ku xeterîya vayrûsa Koronayê ya nû li kampên bêwaran ên qerebalix, di nav de kampa Holê, pir bilind e. [Delîl Sulêman/AFP]

Ev kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê ye di 8ê Tabaxa 2019an de tê dîtin. Komeke hawarçûnê roja 1ê Nîsanê hişyarî da ku xeterîya vayrûsa Koronayê ya nû li kampên bêwaran ên qerebalix, di nav de kampa Holê, pir bilind e. [Delîl Sulêman/AFP]

Di meha Adarê de 103 kes li Sûrîyayê di şer de hatine kuştin, ku ev amara mehane ya herî kêm a mirina sivîlan e ji destpêka şer ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Çarşemê (1ê Nîsanê) ragihand.

Rewangehê got ku ji hejmara giştî ya kuştîyan, dora 51 kesan di êrîşên asmanî û topbaranên rejîmê de hatine kuştin.

Rewangehê daxuyand ku mirinên din an ji ber teqemenîyan bûn an jî ji ber "kiryarên terorkirinê".

Hejmara sivîlên mirî di meha Sibatê de dutaq bû, dema ku operasyona rejîmê li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê hîn çalak bû û amara mehane digihişt 275 kesan.

Şerê li Sûrîyayê bûye encama mirina bêhtir 380,000 kesan ji dema ku berî neh salan dest pê kir, amara herî bilind a kuştîyan di Tîrmeha 2016an de bû ku gihişt 1,590 kesan, ew yek jî di dema şer û pevçûnên di navbera rejîmê û opozîsyonê de li Helebê.

Rejîma Sûrîyayê di destpêka Adarê de operasyoneke serbazî li bakurê rojavayê welat rawestand, piştî agirbesteke ku ji hêla Rûsyayê ve, hevalbenda reîjmê, hat serpereştîkirin ket warê bicihanînê de.

Pêngava bi piştevanîya Rûsyayê bû sedema bêwarbûna nêzî milyon kesî li herêmê ji Kanûna Yekem ve, û fişara li ser penagehên nefermî yên qerebalix ji ber malbatên ku berî aniha neçar mabûn der bi der bibin zêde kir.

Nîgeranî ji ber rewşa bêwaran

Çarenivîsa awareyan cihê nîgeranîyeke mezin a komên hawarçûnê bû piştî belavbûna vayrûsa Korona (COVID-19) a nû, a ku du kes kuştine û heş kesên din nexweş xistine.

NY bang bo agirbesteke li ser asta welat bo rûbirûbûna vayrûsa Koronayê bike, û komên hawarçûnê hişyarî ji qewimîna bobelateke tendirustî da eger ku peta kampên bêwaran ên qerebalix û zindanên rejîmê yên mişt bide ber xwe.

Vayrûs dikare bileztir li kampên bêwaran û penaberan ên qerebalix belav bibe bêhtir ji her cehekî din, Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewlelî Çarşemê ragihand.

Rêxistinê da zanîn ku analîzên wê nîşan dan ku dibe li hinek kampên herî xerab nexweşî bêhtir belav bibe ji rewşa karantîna dramatîk a gemîya Diamond Princess li nêzî kenarên Japanê.

"Kampên bêwaran û penaberan li kampên li Sûrîya, Yonanistan û Bangladişê xeterîyeke yekcar mezin a COVID-19 tên ji ber mercên jîyanên, ku ew bêhtir qerebalixtir in ji Diamond Princess," rêxistinê got.

"Belavbûna bilez a COVID-19 di gemîya Diamond Princess nîşan dide ku çawa vayrûs li cihên teng û qerebalix belav dibe, ku bi milyonên kesan li kampan in, ku cihên wan teng in û xizmetguzarî pir kêm in û xeterîya mirinê zêdetir e," Markus Skiner ji rêxistinê ragihand.

Li gorî rêxistinê, nifûsa kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê ji ya gemîya Diamond Princess bêhtir e, ku 37,570 kes di her kîlometreke ducar de hene.

Skinner daxuyand ku bi mercê dabînkirina temwîleke baş, hinek rêkar dikarin werin pêşxistin ku xeterîyê kêm bikin, mîna zêdekirina derfeta bidestxistina avê, dirustkirina cihên cudakarîyê û avakirina penagehên nû bo piştgirîkirina dûrbûna civakî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500