Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî piştgirîya girtina sînor bi Îranê re bo kêmkirina belavbûna vayrûsê Koronayê dikin

Faris Omran

Karmendek li Balefirgeha asmanî ya Bexdayê rêwîyan ji ber vayrûsê Koronayê pişkinîn dike roja 1ê Adarê. [Wêne ji malpera Balefirxaneya Navdewletî ya Bexadyê ye]

Karmendek li Balefirgeha asmanî ya Bexdayê rêwîyan ji ber vayrûsê Koronayê pişkinîn dike roja 1ê Adarê. [Wêne ji malpera Balefirxaneya Navdewletî ya Bexadyê ye]

Îraqî pêşwazîya biryara hikûmeta xwe ya girtina sînorê bi Îranê dikin, piştî ku haletên tûşbûna bi vayrûsa Koronayê (COVID-19) ya nû û hejmara mirîyan li wî welatî gihiştîye asteke xeternak.

Îraqê di nîvê Adarê de sînorê xwe yê 1,500-kîlometr bi Îranê re girt û hêz li wir bi cih kirin bo sepandina vê biryarê.

Yekşemê (22yê Adarê), Îraqê qedexeya derketina derve heta roja 28ê Adarê li seranserê welat ragihand bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsê.

Li piranîya parêzgehên Îraqê qedexeya derketina derve heye, lê rêkarên nû hemû welat didin ber xwe, li gorî biryareke nû ya şana qeyranê ya hikûmetê.

Xebîrekî tendirustî roja 13ê Adarê ji Îraqîyan re şirove dike çawa vayrûsê Koronayê yê nû tê veguhestin û rêkarên parêzî yên hatine pêkanîn bo nehiştina belavbûna wê çawa ne. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebîrekî tendirustî roja 13ê Adarê ji Îraqîyan re şirove dike çawa vayrûsê Koronayê yê nû tê veguhestin û rêkarên parêzî yên hatine pêkanîn bo nehiştina belavbûna wê çawa ne. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şana qeyranê got ku dê dibistan, zanîngeh û cihên din ên kombûnê û herwiha balefirên navdewletî girtî bimînin.

Îraqê heta aniha 316 haletên vayrûsê û 27 mirin tomar kirine.

Milîs hewl didin ku sînor vekirî bimîne

Welatîyan ji Diyaruna re got ku divê rê neyên dayîn ku milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve fişarê li hikûmetê bikin ku ji biryara xwe vegere, yan bicihanîna rêkarên parêzî yên ku dê alîkarîyê di kêmkirina belavbûna COVID-19 de bikin dereng bixe.

"Vayrûs li seranserê Îranê belav bûye xeterîya ew çêdike [li ser Îraqê] bobelat e eger ku sînor vekirî bimîne," Elî Racî, rûniştîyekî Bexdayê, ragihand.

"Endamên milîsê jîyana me ne xema wan e [...] Ew mirinê li seranserê welatê belav dikin bo Îranê razî bikin û nehêlin ku zîyan bigihêje berjewendîyên wê yên aborî di encama girtina sînor de," niştecîyekî din ê Bexdayê, ku daxwaz kir navê wî neyê eşkerekirin, ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqezî kir li ser girîngîya ku rê li ber milîsên ser bi Îranê were girtin ku bandorê li biryarên hikûmetê bikin û ku taktîkên fişarbar bo bihêlin ku sînor vekirî bimînin û rêwîtî û bazirganî di nava her du welatan de berdewam bikin bi kar bînin.

"Milîs girîngîyê nadin çarenivîsa Îraqîyan û ew bi tenê dixwazin ku xizmeta ajandaya Îranî bikin û berjewendî û hejmûna wan biparêzin," şirovekarê siyasî Xanim Abid ragihand.

"Ew kom berpirsyar in ji mirina gelek bêsûcan, ji ber belavkirina tundûtûjîyê û pêkanîna tawanan û komkujîyan," wî ji Diyaruna re got.

"Ez pêşbînî nakim ku ji wan re girîng be ku Îraqîyan û welat ji vayrûsa Koronayê biparêzin," wî da zanîn.

Abid got ku her pênc xalên sînorî yên bi Îranê re hatine girtin, lê hîn milîs kontrola gelek xalên nefermî dikin.

Wî dîyar kir ku milîs pirsgirêkan ji hemû rêkar û biryarên hikûmetê yên bo rûbirûbûna vayrûsê Koronayê re çêdikin.

Wî daxuyand ku endamênSeraya el-Selam, a ser bi kesayeta olî Moqteda Sedir, hiştin baseke ku rêwîyên Îranê hildigirt ku derbasî bajarê Samerayê bibe roja 7ê Adarê bo serdankirina cihên pîroz, ku ev yek jî binpêkirin bû ji biryarên hikûmetê re.

Wî da zanîn ku milîs fişarê li hikûmetê dikin bo hiştina geştên asmanî ji Îran û ber bi Îranê ve weke mîna berê.

Vê yekê hişt ku xwenîşanderên bihêrs li balefirgeheke Necefê li navenda Îraqê roja 14ê Adarê bicivin û daxwaz bikin ku balefirgeh were girtin, li gorî Abid.

Îraqî bi destêwerdana Îranî ne dilxweş in

Abid got ku ji berê Îraqî ji ber destêwerdana rejîma Îranî di karûbarên wan de û hewlên wê yên têkdana ewlehîyê û rewşa siyasî dinalin.

Wî daxuyand ku ew naxwazin ku rejîm û ajandayên wî li zehmetîyên ku ew jîyan dikin zêde bibin bi awayekî ku metirsîyê li ser jîyana wan çêbike.

"Ji destpêkê de, rayedarên Îranî rastîyên girêdayî hejmara kesên nexweş û hejmara mirîyan liwelatê xwe vedişêrin û hejmara haletan bi awayekî bizdêner bilind dibe," şirovekarê siyasî û lêkolîner Ebdul Qadir Nayil ragihand.

"Wan ne rêkarên cidî bo dorpêçkirina vayrûsê û kêmkirina belavbûna wê dane pêş, ne jî sînorên xwe girtine," wî ji Diyaruna re got.

"Ji ber polîtîkayên rayedarên wê yên pozbilind û sivkatîkirina wan bi jîyana welatîyên wan, Îran bûye navendeke vê belayê, ne tenê wiha, belê ew hîn derewan û çewaşekarîyan didin pêş," Nayil got.

Emîndarê Giştî yê Encumena Bilind a Îranî, Elî Şamxanî, di serdaneke vê dawîyê de bo Îraqê, teqez li ser vîn û xwesteka Tehranê ku destekê bide hikûmeta Îraqî di nehiştina vayrûsê de kir.

Nayil got ku ev daxuyanî bûn sedema rexneyên tûj li nava Îranê û herwiha di nav Îraqîyan de, yên ku ji xwe pirsyar kirin "çawa dê rejîma Îranî destekê bide me dema ku ew nikare qeyrana xwe çareser bike".

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî Duşemê (23yê Adarê) şermezar kir, û got ku "derewên wî" cîhan xistine metirsîyeke mezintir de.

"Rejîma derewan li miletê Îranê û cîhanê dike girêdayî hejmara haletan û mirîyan, ên ku mixabin bêhtir in ji mukurhatinên rejîmê," Pompeo got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500