Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mirina çalakgerekî Besrayê dihejîne û wenîşander doza cezakirina sûcdaran dikin

Xalid Taî

Ev wêneyê çalakgerê Îraqî Tehsîn Usama Şehmanî ye, tev her çar zarokên xwe, ew di êrîşekê de li ser cihê karê wî li Besrayê roja 14ê Tebaxê hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev wêneyê çalakgerê Îraqî Tehsîn Usama Şehmanî ye, tev her çar zarokên xwe, ew di êrîşekê de li ser cihê karê wî li Besrayê roja 14ê Tebaxê hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Piştî terorkirina Înê (14ê Tebaxê) a çalakgerekî navdar li bajarê Besrayê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqê bo Mafên Mirov bang li hikûmetê kir ku yasayê bisepîne û dadwerîyê misoger bike.

Ev kuştin yek ji gelek bûyerên din e, yên ku di mehê dawî de, ligelxebîrê tundrewîyê yê Îraqî Hişam Haşimî yek ji kesayetên herî xuyayî ne ku hatine kuştin.

Komîsyonê haydarî da ku armanckirina çalakgerên civaka sivîl hîn berdewam e.

Tehsîn Usama Şehmanî, yê ku di nava xwenîşanderên deverê de kesekî xuyayî bû, bi 21 guleyan roja Înê ji hêla çekdarine nenas ve hat kuştin, dema ku wan êrîşî cihê karê wî li kolana Behû li navenda Besrayê kir.

Îraqî Qada Tehrîr li Bexdayê bi mûmeyan ronî dikin bo bîranîna çalakger û xwenîşander Sefa Seray, xwenîşander û çalakgereke ku ji alîyê çekdaran ve di Cotmehê de hat kuştin. [Diyaruna]

Îraqî Qada Tehrîr li Bexdayê bi mûmeyan ronî dikin bo bîranîna çalakger û xwenîşander Sefa Seray, xwenîşander û çalakgereke ku ji alîyê çekdaran ve di Cotmehê de hat kuştin. [Diyaruna]

Komîsyonê got ku binketin di destnîşankirina kesên li pişt van êrîşên li dijî çalakger û kesayetên Îraqî de "milîsan han dide ku xelkê bêdeng bikin û azadîya derbirînê nehêlin daku bi dilê xwe tawanên xwe bikin".

Komîsyonê teqez kir ku hikûmet û ajansên ewlekarîyê "berpirsyarên parastina welatîyan û çalakîyên civaka sivîl in".

Xwenîşander doza dadwerîyê dikin

Şehmanî di tevgera xwenîşandanên li Besrayê de pir çalak bû, Mehdî Temîmî, birêveberê ofîsa Besrayê ya komsîyonê ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku roleke xuyayî ya wî çalakgerî di piştgirîkirina xwenîşandanên aştîyane de hebû, û da zanîn ku polîsê Besrayê, Birêveberîya Hewalgirîyê û Birêveberîya Ewlehîya Niştîmanî lêpirsînek di bûyera kuştina wî de vekirine.

Wî teqez kir ku komîsyon "lêpirsînê ji nêz ve dişopîne û hêvî dike ku encamên wê di demeke pir nêz de werin eşkerekirin", û da zanîn ku ev daxwazeke xelkê Besrayê ye jî.

Xwenîşandanên nerazîbûnê Şemîyê li navenda besrayê dest pê kirin piştî ku xelk rijane kolanan bo şermezarkirina kuştina Şehmanî, bavê çar zarokan, û wan doza cezakirina tawankaran kir.

Temîmî got ku girtina tawankaran erkê ajansên ewlekarîyê ye, "lê em di komîsyonê de dixwazin ku hikûmetê yasayê bisepîne û dadwerîyê misoger bike".

Wî da zanîn ku komîsyon herwiha banga bihêzkirina xebatên hewalgirî û parastina hevwelatîyan dike, "çalakger bi taybetî, ji ber ku ev dengê civakê ne yên ku doza mafên wê û jîyaneke bi rûmet dikin".

Wî teqez kir ku hiştina van tawanan bê ceza tê wateya ku jîyan li Îraqê "ne ewleh e".

Berî kuştina Şehmanî, çendîn çalakger û xebatkarên ragihandinê yên ku piştgirîya xwenîşandanên ku di Cotmeha sala par de dest pê kirin hatine kuştin.

Di nav wab de peyamnêrê kenala asmanî ya DiclayêEhmed Ebdul Semad û wênegir Safa Xalî, çalakger Husên Adil û jina wî Sara Talib, û xwenîşander û xebatkara tendirustîyê Cînan Medhî Şehmanî, ya ku bi navê Um Cînat tê naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500