Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Îraq kara vekirina balefirgehan li bajarên ji DAIŞê hatine rizgarkirin dike

Xalid Taî

Karê nûavakirinê li Balefirgeha Navdewletî ya Kerkûkê, di vê wêneya ku di 1ê Cotmeha 2019an de hatiye belavkirin tê dîtin, li ber temamkirinê ye, desthilatdarîya parêzgehê di 17ê Gulanê de ragihand. [Balefirgeha Kerkûkê]

Karê nûavakirinê li Balefirgeha Navdewletî ya Kerkûkê, di vê wêneya ku di 1ê Cotmeha 2019an de hatiye belavkirin tê dîtin, li ber temamkirinê ye, desthilatdarîya parêzgehê di 17ê Gulanê de ragihand. [Balefirgeha Kerkûkê]

Desthilatdarîyên li bajarên Îraqî yên ji zordestîya "Dewleta Îslam" (DAIŞ) hatine rizgarkirin kar dikin ku yan balefirgehên ku ji ber şer hatine ziyankirin careke din vekin an jî balefirgehine nû ava bikin.

Li parêzgeha Enbarê, hikûmeta xwecihî teqez kir ku hewl dide ku rê li ber pêşnimayan veke bo nûavakirina Balefirgeha Navdewletî ya Enbarê.

Desteya Weberhînanê ya Enbarê hemû pêdivîyên pêwîst bo nûavakirina balefirgehê temam kirin, balefirgeha ku dê li ser devera 35 Kîlo be li rojavayê Remadîyê, serokê desteyê Mehdî Salih Numan got.

"Rûbereke ji 3,000 hektaran ji bo nûavakirina balefirgehê hatiye terxankirin," wî di 17ê Gulanê de ji Diyaruna re ragihand. "Me cih bi baldarî bijart herwekî ku ew nêzî şarêya navdewletî û xeta tirênê ye."

Berpirsên xwecihî li parêzgeha Enbarê mîkanîzma destpêkirina nûavakirina Balefirxgeha Navdewletî ya Enbarê giftûgo dikin di wêneyekê de ku di 28ê Kanûna Duyema 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa medyaya parîzgeha Enbarê hatiye wergirtin]

Berpirsên xwecihî li parêzgeha Enbarê mîkanîzma destpêkirina nûavakirina Balefirxgeha Navdewletî ya Enbarê giftûgo dikin di wêneyekê de ku di 28ê Kanûna Duyema 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa medyaya parîzgeha Enbarê hatiye wergirtin]

Wî teqez kir ku beerî sal û nîvekê, desteyê karîbû hemû astengîyên dikevine rêya nûavakirina balefirgehê de têk bibe, ya herî girîng di nav wan de bidestxistina erêkirina fermî ji dethilatdarîyên têkildar û terxandin û wergirtina erdê bo nûavakirinê.

"Piştî me astengî têk birin, me ronahîya kesk da kompanîyên şêwirmedîyê ku planeke seretayî û çarçoveya kar bo projeyê deynin," Numan eşkere kir. "Em hêvî dikin dê nêzîk bi dawî bibe da ku em karibin dest bi projeyê bikin weke derfeteke weberhînanê."

Numan got ku ew pêşbîn dike ku nûavakirina balefirgehê dawîya vê salê dest pê bike.

Wî got ku balefirgeh dê ji bo xizmetên şehnkirina cewî herwiha geştên bazirganî were bikaranîn.

Numan got ku dema ew bi dawî bibe, ew dê bibe balefirgeha yekem li parêzgeha Enbarê û anî ziman ku ew dê alîkarîyê di başkirina pêşxistinê de û kêmkirina bêkarîyê de bike.

Sûdên din vekişandina kompanîyên navdewletî û samanan bo weberhînanê li Enbarê dihundirîne, bi taybet ji ber ku gelek samanên xwezayî hene -- mîna xaza xwezayî û zevîyên fosfatê.

Numan dîyar kir ku herwiha sektorekî pîşesazî li Enbarê heye -- di nav de sazkirina çemento û camê -- yên mirov dikare wan pêş bixe.

Nûavakirina balefirgeha Mûsilê amade ye ku dest pê bike

Li parêzgeha Nînewayê, hikûmeta xwecihî teqez kir ku nûavakirina balefirgeha Mûsilê -- ya ku berî vê di xebateke hevkarî de ji alîyê kompanîyên Îraqî û Amerîkî ji teqemenîyan hat paqijkirin -- dê di demeke nêz de dest pê bike.

Balefirgeh bi awayekî mezin hate ziyankirin di dema ku DAIŞê dest danîbû ser Mûsilê û şerên di pişt re bo rizgarkirina bajar, Nûredîn Qeblan, serokê desthilatdarîya weberhînanê li Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku terorîstan dest ji balefirgehê mişt mayîn û teqemenî berda.

"Piştî rakirina teqemenîyan, hikûmeta xwecihî bi awayekî fermî dest danî ser balefirgehê û aniha em hevkarîyê bi hikûmeta federal re dikin da ku em dest bi karê şiyankirinê bikin," Qeblan got.

"Me du pêşniyarên bo nûavakirinê wergirtin ên ku par hatin îlankirin," wî got. "Ya pêşî ji alîyê komeke kompanîyê Fransî bû ya israr kir deynekî sivik ji Îraqê re dabîn bike û pêşniyara din ji alîyê kompanîyên Turkî ve ye, li ser bingeha weberhînankirin û bikaranîna balefirgehê."

Qeblan got ku Ttevî ku desthilatdarîyên parêzgehê Tîrmeha par îlan kirin ku ew dê girêbestê bidin koma Fransî, Qeblan got "ev ne biryara dawî ye" ji ber hîn erêkirina dawî ji alîyê hikûmeta navendî ve tê xwestin.

"Weke desteyeke weberhînanê, me hemû amadekarîyên teknîkî û lojistî temam kirine da ku em di demeke herî nêzîk de dest bi projeyê bikin û em hêvî dikin û dê pêşxistinê li parêzgeha me baş bike û li dijî bandorê terorîzmê be," wî got.

Nûavakirina balefirgeha Kerkûkê di qonaxa dawî de ye

Di heman demê de, plana nûavakirina balefirxgeha Kerkûkê "kete qonaxa dawî de, ku rêjeya temamkirinê 98% ye", li gorî Merwan Anî serokê ofîsa mîdyaya parêzgeha Kerkûkê.

"Tenê karine biçûk mane berî ku balefirgeh karibe were bikaranîn," wî di 17ê Gulanê de ji Diyaruna re got.

Berpirsên Îraqî di Îlona 2019an de planek bo veguhertina balefirgeha Kerkûkê ji balefirgeheke serbazî bikin balefirgeheke sivîl ligel zêdekirina sazîyên nû yên dê bihêlin ku geştên bazirganî û şehnkirina cewî mumkin bin îlan kir.

"Vekirina balefirgehê dê veguhestina cewî ji dora du milyon kesî li Kerkûkê re dabîn bike û heman hejmar ji parêzgehên nêz re jî," Anî dazanîn.

Wî girîngîya projeyê di pêşxistina aborî û derfetên weberhînanê li Kerkûkê û alîkarîkirina di pêşxistina deverên ku bi terorzmê bandor bûn de zelal kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500