Nûçeyên Iraqê
Aborî

Xebatên nûavakirinê li Kerkûkê bi lez têne pêkanîn

Xalid Taî

Karkerine Îraqî di 30 Gulana 2019an de, pireke ku ji alîyê DAIŞê ve hatiye ziyankirin nû dikin li parêzgeha Kerkûkê. [Wêne ji Sendoqa Nûavakirina Deverên Ziyanbûyî ji ber Operasyonên Terorî hatiye wergirtin]

Karkerine Îraqî di 30 Gulana 2019an de, pireke ku ji alîyê DAIŞê ve hatiye ziyankirin nû dikin li parêzgeha Kerkûkê. [Wêne ji Sendoqa Nûavakirina Deverên Ziyanbûyî ji ber Operasyonên Terorî hatiye wergirtin]

Li parêzgeha Kerkûkê pêleke çalakbûna nûavakirinê tê dîtin weke beşekî ji planeke berfireh bo bûjandina xizşetguzarîyên giştî û peydakirina derfetên kar, berpirsan ji Diyaruna re got.

Wan eşkere kir ku di sala 2019an de, desthilatdarîya xwecihî planên destpêkirina bi sedan projeyên xizmetguzarîyên giştî danîn, ku hin ji wan aniha li dar in.

Parêzgehê hêdî hêdî dest bi rakirina şopên terorîzmê kiriye, ya ku bandora wê li ser xizmetguzarîyên giştî giran bû, ji ber ku gelek proje ji ber temwîlkirina lawaz hatine rawestandin, birêveberê mîdyaya Kerkûkê Merwan Anî daxuyand.

"Sala par, parêzgeha me planeke kar a awatbar pêşkêş kir bi armanca destpêkirina bêhtir ji 600 projeyên stratejîk ên biçûk û weset di warê xizmetguzarîyên giştî de," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Berpirsên Îraqî di 30 Kanûna Yelem de du komavahîyên niştecihbûnê yên dê malbatên xizan li wan bi cih bibin li Kekûkê vedikin. [Wêne ji birêveberîya parêzgeha Kerkûkê hatiye wergirtin

Berpirsên Îraqî di 30 Kanûna Yelem de du komavahîyên niştecihbûnê yên dê malbatên xizan li wan bi cih bibin li Kekûkê vedikin. [Wêne ji birêveberîya parêzgeha Kerkûkê hatiye wergirtin

Wî anî ziman ku qonaxa bicihanînê ya hin ji van projeyan berî du mehan dest pê kir, û projeyên din dê bo kompanîyan werin spartin daku dest bi wan bikin.

Anî got ku projeyan giranîyê didin xizmetguzarîyên giştî yên di warê perwerde, tendirustî, binesazî û şaredarîyan de.

"Gengaz e ku ev plan dê ne kêmî 25,000 derfetên kar dabîn bike," wî got.

Wî anî ziman ku plan tê bicihanîn "paralîl ligel xebatên din ên ku Sendoqa Nûavakirina Deverên Ziyanbûyî ji ber Operasyonên Terorî bi rê ve dibe bo şiyankirina projeyên xizmetguzarîyên giştî".

Anî got ku milyonên dolar hatibûn terxankirin bo nûkirina rêy û pirên sereke, herwiha fêrgeh, nexweşxane û torên kehrebê û avê.

Ligel van xebatan, planeke ku hikûmeta federal wê temwîl dike hat danîn bo alîkarî bide misogerkirina aramîyê û vegera malbatatên bêwar bo malên xwe.

Wî got ku pêngava nûavakirinê li Kerkûkê bi awayekî rojane zêde dibe, û wî bal kişand ser "pêvajoya balkêş" a pêşketinê li orta parêzgeha Kerkûkê.

Anî got ku "hin deverine niştecihbûne hene ku ev deh sal in xizmetguzarîyên giştî li wan tune ne û aniha ew xizmetguzarîyên şarederîyê bi temamî werdigirin".

Projeyên niştecihkirinê balê dikişînin

Wezareta Plandanînê berîtî da xebatên nûavakirinê li Kerkûkê û li hemû parêzgehên ku ji terorîzmê hatine rizgarkirin, peyvdarê wezaretê Ebdul Zehra Hindawî ji Diyaruna re ragihand.

Aniha qefzek di bicihanîna projeyan li Kerkûkê tê dîtin û pereyên ji budceya giştî û sendoqên qezencên neftê bo nûavakirina wan hatine terxankirin tên bikaranîn.

Wî got ku hejmarek mezin ji projeyan hatine bicihanîn, bi taybetî di sektorê niştecihkirinê de, ku wan bayexî bi xizmetkirina malbatên perîşan ên bê pena yan yên tu jêderê wan ên dahatê tune ye hat dayîn.

"Di dawîya sala 2019an de, me du komavahîyên niştecihbûnê li Kerkûkê vekirin, ku 300 apartmntên lêçûna wan kêm dihundirînin," Hindawî got.

Wî anî ziman ku komavahîyeke sêyem li beşê başûrê yê parêzgehê ku ji 120 apartmentan pêk tê aniha tê avakirin.

Wî dîyar kir ku niştecihkirina lêçûna wê kêm gelekî tê xwestin û hewcedarî heye ku bêhtir ji 5,000 daxwaznameyên niştecihkirinê yên ku heta aniha wezaretê wergirtine werin pêkanîn.

"Niştecihkirin yek ji dozên herî komplêks e li parêzgehê ji ber ku terorîzm bûye sedema bêwarbûna bi hezaran û wêrankirina mal û gundên wan," endamên encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Hemdanî got.

Wî dîyar kir ku dora116 gundan li Kerkûkê bi temamî hatine wêrankirin, ligel navçeya Multeqayê, û hêvî kir ku ew dê di planên nûavakirinê de werin hundirandin daku niştecîyên bêwar karibin vegerin deverên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500