Nûçeyên Iraqê
Aborî

Kargehên Mûsilê pêdivîyên pêwist ji xebatên avakirinê re dabîn dikin

Xalid Taî

Zilamên Îraqî li kargeheke sazkirina penceran û dergehan dixebitin li devera pîşesazî li rojhilatê Mûsilê di 30ê Îlona 2019an de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Zilamên Îraqî li kargeheke sazkirina penceran û dergehan dixebitin li devera pîşesazî li rojhilatê Mûsilê di 30ê Îlona 2019an de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Berpirsên herêmî dibêjin ku çalakîya pîşesazî careke din li parêzgeha Nînewayê dest pê kiriye piştî çend salan ji rawestandinê ji ber dagerkerîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û şerên rizgarkirina parêzgehê ji rêxistina terorîst.

"Kargeh li beşên rojavayî û rojhilatî yên Mûsilê û navçeyên din berî 2014an hatine vekirin, lê karê wan rawestîya piştî DAIŞê ew talankirin û wêrankirin," Ebdul Munim Cubûrî, cîgirê birêveberê Wezareta Pîşesazîyê, ragihand.

Di dawîya 2017an de, hejmarek ji kargehên hikûmetê û sektorê taybet li Mûsilê û derdora wê dîsan hatine vekirin piştî şiyankirina xetên berhemanînê.

Aniha, gelek kargehên dewletê li Nînewayê dest pê kirine ku berhemên xwe ji bazarê û kompanîyên avakirinê re dabîn dikin, Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Berpirsên Îraqî serpereştîya pêşketina di Kargeha Çementoyê ya Hedbayê de li parêzgeha Nînewayê dikin, ya ku nû hatiye vekirin piştî ku xetên berhemanîn hat çaksazkirin, Kompanîya Çementoyê ya Îraqî ev wêne roja 19ê Sibatê belav kiriye. [Wêne ji Kompanîya Çementoyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî serpereştîya pêşketina di Kargeha Çementoyê ya Hedbayê de li parêzgeha Nînewayê dikin, ya ku nû hatiye vekirin piştî ku xetên berhemanîn hat çaksazkirin, Kompanîya Çementoyê ya Îraqî ev wêne roja 19ê Sibatê belav kiriye. [Wêne ji Kompanîya Çementoyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku yek ji kargehên herî girîng "xeta berhemkirina alûmê li başûrê Mûsilê, ya ku berhemkirina vê materyalê dîsan dest pê kiriye, ku ji bo pakkirina avê tê bikaranîn, û aniha hewcedarîya bazara lokal dabîn dike".

"Projeyên çementoyê li Hemam Elîl, him kargehên nû û yên kevin, Badûşê û Hedbayê dîsan hatine vekirin û destekê didin dabînkirina çementoyê bo xebatên avakirinê û çaksazîkirinê," wî got.

Wî got kargehên din hatine vekirin di nav de "kargeha kibrîta kiştûkalî, kargeha dermansazî, kargeha cilan a Bertelayê li Deşta Nînewayê û Kompanîya Giştî ya Textên Navmalê".

Vekirina dergehan bo weberanînê

"Em kar li ser vekirina dergehan bo weberanînê dikin û em sermayedarên mezin han didin ku tevlî xebatên nûavakirinê bibin û alîkarîyê di nûvekirina kompanî û kargehên ziyandar de bikin," Cubûrî got.

"Planên me yên mezin di vê derbarê de giranîyê didin bikarxistina çerxa pîşesazîyê ji ber girîngîya wê ya jîyandar di peydakirina derfetên kar ji kesên bêkar re û kêmkirina pêwistîya bi hawirdekirinê de ku di serencamê de rolê di bûjandina aborîya niştîmanî de digerîne," wî got.

Kargehên sektorê taybet hatine nûkirin û êdî ew vegerîyane qonaxa berhemanînê, Haşim Brîfkanî, endamê berê yê encumena Parêzgeha Nînewayê, ragihand.

"Kargehên taybet ên blokên avakirinê saz dikin aniha pêdivîyên bazarê li parêzgeha Nînewayê dabîn dikin," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku "berî aniha pêwistî hebû ku blok ji Hewlêrê û Duhokê werin anîn".

Wî got ku kargehên din jî aniha kar dikin di nav de "yên sazkirina plastîkan, pencereyan, materyalên avakirinê, û herwiha yê pispor di berhemên xwarinê de, mîna kargehên berhemanîna tehînîyê li Başîqayê, ku ew mezintirîn kargeh bû li deverê".

Brîfkanî got ku ev kargeh "bunyad û bingeha aborî ya komelgehên lawaz bi hêz dikin, bi taybetî yên ku ziyan ji terorîzmê gihiştiye wan, û ev yek destekê dide pêkanîna geşesendinê û pêşketinê".

Wî bang li hikûmetê kir ku "piştgirîyê bide sektorê taybet bo li ser pêyên xwe rawestin, bi rêya dana qerzên rihet bo xwedanên kargehên wêranbûyî û herwiha çareserkirina kêşeyên wan ên têkildarî kehrebeyê û kêmbûna sûtemenîyê".

Bûjandina aborîya deverê

"Girîng e ku xebat li ser nûavakirin û bûjandina kargehên taybet were kirin ji ber rola ew di pêşxistina aborîya deverê de digerînin, aborîya ku ji ber şer û terorîzmê lawaz bûbû," Salih Hemaş dîyar kir.

Parêzgeha Nînewayê "xwedan hejmareke mezin a kargehên biçûk û weset in ên ku xwedan dîrok in, mîna yên sazkirina tirşî, şêrînîmenî, berhemên şîr û berhemên çandinîyê", wî ji Diyaruna re got.

"Alîkarîkirin bi xwedanên kargehan re di nûavakirina kargehên wan de girîng e ji bo nehiştina bêkarîyê û piştgirîkirina pêşketina aborî li bajarên wan," wî got.

Wî got ku di demekê de ku kargehên dewletê hatine nûkirin û vekirin ji hêla wezaretên pîşesazîyê, neftê, kehrebeyê û niştecihkirinê li Nînewayê, lê hîn pir kar maye divê were kirin bo vegerandina van kargehan bo rewşa wan a berê.

Hemaş got ku berhemanîna hejmarek ji berheman û pêdivîyan "hîn kêmî astên pêşbînkirî ye".

Wî bang bo pêşxistina weberanînê di sektorê pîşesazîyê de kir ji bo zêdekirina xetên berhemanînê û derbaskirina teknelojî û maşînên pêşketî di prosesa sazdarîyê de bo pêkanîna asta têrdarîyê.

Xebatên nûavakirinê berdewam in, parêzgarê Nînewayê Necim Cubûrî ragihand.

Xebatên nûkirinê di pazdeh kargehên berhemkirina xwarinê li rojhilatê Mûsilê de li dar in piştî ew hatin teqandin û talankirin li ser destê DAIŞê, wî di konferanseke rojnamevanî de roja 25ê Sibatê ragihand.

Wî got ku kargeh ji kavilan hatine paqijkirin bo hazirîkirinê ji nûavakirinê re, û daxuyand ku dê proseya nûavakirinê 14 mehan dirêj bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500