Nûçeyên Iraqê
Aborî

Erd tê paqijkirin berî dubare avakirina balefirgeha Mûsilê

Xalid Taî

Tîmên rakirina mayînan balefirgeha Mûsilê radestî hikûmeta xwecihî ya Nînewayê dikin piştî wan di 7ê Mijdarê de karê xwe bi dawî kir. [Wêne ji Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê hatiye wergirtin]

Tîmên rakirina mayînan balefirgeha Mûsilê radestî hikûmeta xwecihî ya Nînewayê dikin piştî wan di 7ê Mijdarê de karê xwe bi dawî kir. [Wêne ji Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê hatiye wergirtin]

Berpirs dibêjin ku dê xebatên nûavakirinê di zûtirîn dem de li balefirgeha Mûsilê dest pê bikin, ji ber ku teqemenîyên bidestçêkirî û mayînên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn çandin ji deverê hatine rakirin.

Wan got ku tê payîn ku vegera balefirgeha sivîl a bajar bo xizmetê ya tê pêşbînkirin dê bandoreke mezin li piştgirîkirina operasyonên nûavakirinê li Nînewayê bike û dê aborîya parêzgehê vejîne.

Di rêya xebatên bihevreyî, pisporên Îraqî û Amerîkî di van 18 mehên borî de 170 teqemenîyên bidestçêkirî û cebilxaneyên ne teqiyayî rakirin û pûç kirin.

Kompanîya Fehed a Îrqaî di operasyonên rakirina mayînan de li balefirgehê beşdar bû, ligel kompanîyên Janus û Tetra Tech ên Amerîkî yên rakirina mayînan.

Pisporên rakirina mayînan ên Îraqî û Amerîkî serdaneke meydanî li ser erda balefirgeha Mûsilê di 15ê Tîrmehê de kirin. [Wêne ji malpera Balefirgeha Navdewletî ya Mûsilê hatiye wergirtin]

Pisporên rakirina mayînan ên Îraqî û Amerîkî serdaneke meydanî li ser erda balefirgeha Mûsilê di 15ê Tîrmehê de kirin. [Wêne ji malpera Balefirgeha Navdewletî ya Mûsilê hatiye wergirtin]

"Operasyonên rakirina mayînan ligel Janusê di Adara 2018an de dest pê kirin," birêveberê Fehedê Mihemed Etîya ji Diyaruna re ragihand. "Me karîbû em 80% ji projeyê temam bikin daku em ji mayînên erdê xelas bibin."

Di pişt re, bi alîkarîya Tetra Tech, kar di Mijdarê de bi dawî bû, bi hevkarî ligel Birêveberîya Rakirina Mayînan ya Îraqî û tîmeke endazyarîya serbazî ya Wezareta Berevanîya Îraqê.

Wî teqez kir ku operasyonên rakirina mayînan ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîkî ve tên temwîlkirin, û armanc dikin ku "jîngeheke ewleh ji wan kesên ku dê di operasyonên nûavakirinê de kar bikin misoger bikin".

Wî got ku Fehed di projeyên din ên rakirina mayînan de li Nînewayê beşdar dibe, di nav wan de xetên kehrebeyê di navbera Mûsil û Başîqayê de û li derdora Stasyona Kehrebeya Bakur li Mûsilê.

"Me pêşketineke razîker li ser erdê pêk anîye," wî got, tevî qebareya mezin a pirsgirêka mayînan.

Nûavakirin dikare dest pê bike

Aniha ku erd hatiye paqijkirin, em dikarin dest bi projeya nûavakirina balefirgehê bikin, û em dikarin binesazîya wê ya ku ji alîyê DAIŞê ve hatiye ziyankirin çaksaz bikin an li şûn wê yeke nû deynin.

Di Tîrmehê de, hikûmeta xwecihî ya Nînewayê îlan kir ku Îraq peymana nûavakirina balefirgehê da komeleyeke Fransî.

Pêşbînî heye ku qedandina nûavakirinê 16 mehan dirêj bike, serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê Haşim Barifkanî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî teqez kir ku Balefirgeh gelekî hatiye ziyankirin, holên çûnê û hatinê û qadên balefirvanîyê û burcên kontrolkirinê hatine ziyankirin an jî ji alîyê DAIŞê ve hatine teqandin.

Balefirgeha ku di sala 1920an de hatiye avakirin, di sala 2008an de ji bo trafîka cewî hat şiyankirin û planeke sereke bo bipêşvebirina wê hat danîn, lê ew plan hat rawestandin piştî ku DAIŞê dest danî ser Mûsilê.

Balefirgeha Mûsilê "yek ji balefirgehên sivîl ên herî hevin e li welat û weke balefirgeheke mezin dihat reçavkirin li parêzgeha me berî ku terorîstên DAIŞê wê wêran bikin", endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re got.

Wî got ku jinûvevekirina balefirgehê dê "serkeftineke mezin be ji parêzgeha me re".

"Ev yek dê alîkarîyê di hêsankirina tevgera şandeyên fermî û weberhîneran de bike dema ew werin Nînewayê û dê rewşa aborî, guhestin û şehinkirina bazirganî pêş bixe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500