Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq dest bi projeya peydakirina derfetên kar li Enbarê dike

Xalid Taî

Wezîrê Plandanînê yê Îraqî Nûrî Dilêmî (rast) di 29ê Nîsanê de bernameyeke têgihiştinê bi hikûmeta Enbarê û sektorê taybet re wajû kir bo destpêkirina projeyeke niştîmanî bo peydakirina kar ji ciwanan re. [Wêne ji Wezareta Plandanînê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Plandanînê yê Îraqî Nûrî Dilêmî (rast) di 29ê Nîsanê de bernameyeke têgihiştinê bi hikûmeta Enbarê û sektorê taybet re wajû kir bo destpêkirina projeyeke niştîmanî bo peydakirina kar ji ciwanan re. [Wêne ji Wezareta Plandanînê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî dest bi projeyeke niştimanî bo peydakirina derfetên kar ji kesên ciwan re li parêzgeha Enbarê kir, hikûmeta xwecihî roja Çarşemê (29ê Nîsanê) îlan kir.

Hikûmeta Enbarê û Wezareta Plandanînê ya Îarqî dest bi Proja Nîştimanî bo Bikarkirina Ciwanan kir, projeya yekem di vî warî de li parêzgehê, ya ramanc dike ku 2,000 derfetên kar vê salê dabîn bike, serokê Komîsyona Weberhînanê ya Enbarê Mehdî Numan got.

Proje -- ya ku hevkarîyeke di navbera desthilatdarîya xwecihî û ya federal û sektora taybet de -- xwe dispêre avakirina zoneke pêşxistinê li Enbarê li ser rûbera10,000 fedan.

Zona pêşxistinê dê projeyên biçûk heta weset di warê çandinî, pîşeyî û bazirganî de bihundirîne.

Numan got ku proje dê armncên plana xwetêrkirina di warê çandinîyê de temam bike ya ku berî du hefteyan ji alîyê hikûmeta Îraqê ve hat destpêkirin.

"Aniha em pêşbîn dikin ku sektorê banka hikûmetê dê dest pê bike projeyan temwîl bike û dê mîkanîzmekê deyne daku qerzan hêsan bike," wî got.

Wî anî ziman,"vê dawîyê me civînek bi Banka Navndî ya Îraqê re li dar xist daku ji alîyekî ve em hêsankirina qerzan bi awayekî ku em him mafên dewletê biparêzin û him em alîkarî û piştgirîya ciwanan bikin nîqaş bikin".

Çareserkirina bêkarîyê

Enbar pêşeng bû di çareserkirina kêşeya bêkarîyê de bi rêya planên weberhînanê û "aniha dora 68 projeyên weberhînanê yên çalak hene di gelek sekotorên xizmetguzarî û aborî de li seranserî parêzgehê", Numan got.

Wî got ku "van projeyên weberhînanê dora 5,000 derfetên kar ji ciwanan re peyda kirin ji sala 2017an ve, di warên cuda de".

Wî anî ziman ku ligel projeya niştîmanî bo peydakirina kar a nû, desthilatdarîya xwecihî hêvî dike ku rê li ber bêkarîyê bigire, ya ku aniha gihiştîye dora 18%.

Wî got herwiha ew hewl didin ku pêşketina aborî jî pêk bînin û nûavakirinê jî li parêzgehê çalak bikin, ya ku ji ber şerê li dijî terorê hatibû rawestandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500