Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rokêtek li nêzî balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê dikeve

AFP

Dîmenekî giştî balyozxaneya Amerîkî di çemê Dicleyê yê li paytexta Îraqî Bexdayê re dîyar dike, ku 3yê Kanûna Duyem hatiye kişandin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Dîmenekî giştî balyozxaneya Amerîkî di çemê Dicleyê yê li paytexta Îraqî Bexdayê re dîyar dike, ku 3yê Kanûna Duyem hatiye kişandin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Çavkanîne ewlehî ji AFP re ragihandin ku rokêtek li nêzî balyozaneya Amerîkî li Bexdayê sibeha Sêşemê (19ê Gulanê) ketiye, ku ya yekem e di heyama çend heftîyan de ku li zona Kesk a xwedî ewlehîyeke bilind dikeve.

Çavkanîyan teqez kir ku teqîn ji derdora paytexta Îraqî û dengê zemûrên rewşên awarte ji komavahîyên balyozxaneya Amerîkî hatin bihîstin lê tu ziyan tune ne.

Tu alîyekî heta aniha berpirsyartîya xwe ranegihand.

Berî wê jî bêhtir ji 20 êrîşên mîna wê li dijî berjewendîyên Amerîkî li Îraqê ji Cotmehê ve hatine pêkanîn, ku Amerîka milîsên girêdayî Îranê bi pêkanîna wan tawanbar dike.

Avêtina mûşekan, ku serbazên Amerîkî, Brîtanî û Îraqî kuştine, hişt têkilîyên Bexda û Waşintonê gelekî tengav bibin.

Tengejî di Kanûna Duyem de gihiştin pileya kelîyanê, dema ku Amerîka generalê Îranî Qasim Sûlêmanî û fermandarê Îraqî Ebû Mehdî Muhendis di êrîşeke bi dronê de li Bexdayê kuştin.

Lê Amerîka û Îraqê hêvî dikirin têkilîyên xwe vegerînin mîna berê ji çaxê ku Mistefa Kazimî di destpêka vê mehê de bû serokwezîr, bi rêya danûstandinên dualî yên biryar e ku di Hezîranê de pêk werin.

Tê payîn danûstandin hebûna hêzên Amerîkî bixin çarçoveyekê, ku ji 2014 ve li Îraqê belav bûne bo serperiştîkirina hevpeymanîya ku li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) şer dike.

Hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîka hêza xwe ya ji 7,500 leşkeran pêk tê sala par ji Îraqê vekişand, weke nîşaneke kêmbûna gefa DAIŞê û zehmetîyên perwerdekirina hêzên Îraqî ji ber belavbûna vayrûsa Koronayê (COVID-19).

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500