Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî: Mûşekin li nêzî balafirgeha Bexdayê dikevin

AFP

Ev wêneya ku 13ê Adarê hatiye kişandin, maşîneyên serbazî yên wêrankirî dîyar dike piştî êrîşên asmanî yên Amerîkî li ser herêmeke biçek li devera Ceref Sexir li parêzgeha Babil (başûrê paytextê) ku Ketaib Hizbullah wê kontrol dike. [AFP]

Ev wêneya ku 13ê Adarê hatiye kişandin, maşîneyên serbazî yên wêrankirî dîyar dike piştî êrîşên asmanî yên Amerîkî li ser herêmeke biçek li devera Ceref Sexir li parêzgeha Babil (başûrê paytextê) ku Ketaib Hizbullah wê kontrol dike. [AFP]

Nîvê şevê sê mûşek li nêzî balafirgeha Bexdayê ketin bêyî ti zîyanên canî çêbibin, hêzên ewlekarîyê yên Îraqî Sêşemê (16ê Hezîranê) ragihand, ku ev êrîşa çaran di vê heftîyê de ye.

Di daxuyanîyeke artêşa Îraqî de hate gotin ku mûşekin ji cureya Katuşa ji zevîyê li başûr-rojavayê deverên derdora Bexdayê hatin avêtin, ku hêzên ewlekarîyê gelek mûşek ku li ser dikene darikî hatibûn danîn dîtin.

Ev êrîş piştî gelek êrîşên bi vî rengî hat, di nav de êrîşa 13ê Hezîranê ya li ser baregeheke Îraqî li bakurê Bexdayê ku hêzên hevpeymanîyê yên bi serkêşîya Amerîkayê li wir dimînin.

Roja 8ê Hezîranê, du mûşek li erda balafirgeha Bexdayê ketin û piştî wê bi du rojan mûşekeke ne-nîşankirî li nêzî balyozxaneya Amerîkî ya li Zona Kesk a xwedî ewlehîya bilind ket.

Êrîşên bi vî rengî kêm alî wan digirin ser xwe, lê Waşington komên Îraqî yên girêdayî Îranê tawanbar dike, taybet Ketaib Hizbullah.

Ji dawîya 2019an ve, bêhtirî 30 êrîşên bi mûşek bi ser dezgehên Îraqî yên hêz û diplomatên bîyanî dihewînin de ketine.

Hevdem ligel başbûna têkilîyan êrîş zêde bûn

Tengijîn di Kanûna Duyem de gihaştin lûtkeyê gava Amerîka generalê Îranî Qasim Sulêmanî û fermandarê Îraqî Ebû Mehdî Muhendis bi êrîşeke dornê li Bexdayê kuştin.

Dawîya Adarê, tengijîn hinekî sar bûn û rêjeya êrîşên bi mûşek pir kêm bû -- lê belê heftîya borî dîsa bilind bû ligel ku Amerîka xwe ji danûstandinên dualî yên bi Îraqî re amade kir.

Danûstandina stratejîk 11ê Hezîranê dest pê kir ku dixwaze hebûna hêzên Amerîkî li welêt bixe çarçoveyekê û têkilîyên aborî û çandî xurt bike.

Weke beşekî danûstandinan, Waşington berî niha soza kêmkirina hêzên xwe yên li hundirê welêt da, ew jî li ser qonaxan, ku par dora 5,200 leşkerî bûn.

Di heman demê de, Îraqê soza "parastina endamên serbazî" da yên li ser erda wê weke beşekî hêzên hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike, dimînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500