Terorîzm

Serokê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî: Lêgerîn li Êzîdîyan nebedî berdewam e

Hesen Obêdî li Bexdayê

image

Di rêya Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî re, ya bi serokatîya Hêsên Qaidî (di vê wêneyê de ye), desthilatdarî li Bexda û Hewlêrê kar dikin daku agahîyan derbarê qurbanîyên DAIŞê yên Êzîdî bi dest bixin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêsên Qaidî hatiye wergirtin]

Tevî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji tevahîya erda Îraqê ya ku carekê kontrol dikir hat derkirin, çarenivîsa bi sedan jin û zarokên Êzîdî yên ku wê ew revandin dema wê girte ser Şengalê di Tebaxa sala 2014an de ne dîyar e.

Bi rêya Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî, desthilatdarî li Bexda û Hewlêrê dixebitin daku agahîyan derbarê qurbanîyên DAIŞê yên Êzîdî bi dest bixin.

Civak û malbatên van qurbanîyan bêhêvî nebûne, birêveberên ofîsê Husên Qaidî di hevpeyvîneke nû de bo nîqaşkirina pêşketina ku di vî warî de pêk anîne ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku ofîs xebatên xwe yên lêgerîn û pirsê berdewam dike ligel alîkarîya berdewam ji alîyê hevpeymanîya navdewletî û dezgehên navdewletî û ajansên NY ve.

Wî got ku van xebatan berdana hin jinên ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin encam da, tevî hejmareke mezin ji kesên revandî hîn nehatine destnîşankirin.

Diyaruna: xebatên lêgerîn û pirsê li kû derê radiwestin?

Husên Qaidî: Heta aniha em karê xwe yê lêgerîn û pirsê derbarê qurbanîyên ku ji alîyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin berdewam dikin û berî çend rojan me karîbû em jineke Êzîdî ya ku weke keçeke piçûk ji alîyê DAIŞê ve di sala 2014an de hat revandin azad bikin.

Ew li kampa Holê li Sûrîyayê hat dîtin.

Em bi pêş de diçin, lê em vê yekê bi samanine sînordar dikin. Em piştgirîyê ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ya ku Amerîka bi rê ve dibe û ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê û alîyine din ve werdigirin.

Diyaruna: Amarên nû yên girêdayî hejmara qurbanîyên hatine revandin û azadkirin ligel we hene?

Qaidî: Belê, bê guman, hejmar berdewam têne nûkirin û hejmara tam ya qurbanîyên ji alîyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin giha 6,400, hemû Êzîdî ne, ji bilî 15 ji wan Xristyan in..

Ji çaxê me ofîs ava kiriye, me karîbû em 3,532 kesan azad bikin, di nav wan de 339 mêr û 1199 jin û zarok. Karê me zehmet û xeternak bû, lê bawerîya me bi dozê hişt ku kar ji me re hêsantir be.

Hîn bêtirî 1,900 kesî windayî ne. Lêgerînên me kifş kir ku hin ji wan li deverên ku di destên DAIŞê bûn, mîna Mûsil û hin ji wan hîn di nav malbatên DAIŞê de ne, li kampa Holê. Hin ji wan sînorê di nav Sûrîya û Îraqê de derbas kir.

Em hêvî dikin ku hikûmeta Îraqî me bi teknîkên nû dabîn bike, mîna taqikirina DNA, daku alîkarîyê bi me re bike ku em nasnameya kesên revandî û yên windayî destnîşan bikin, bi taybet ew kesên ku hatine revandin dema ew hîn zarok bûn. Tu kes nizane ew aniha çawa ne, ji ber mezin bûne.

Diyaruna: Tu agahî derbarê komgorên DAIŞê li Şengalê hene?

Qaidî: Bêtirî 80 komgorên Êzîdîyan li Şengalê hatin dîtin. Hin ji wan hatine xepartin lê piranîya wan hîn nehatine xepartin. Em nizain eger ew Êzîdîyan dihewînin an na, lê em pêşbîn dikin ku ew Êzîdî ne, piranîya wan mêrên Êzîdî ne yên hatine kuştin dema ku DAIŞê girte ser Şengalê.

Em hêvî dikin ku em dosyayê bigirin û em qurbanîyên me li wir dîtin bi bîr bînin, û vê bûyerê weke tawaneke komkujîyeke ku ji alîyê terorîstên DAIŞê ve li dijî endamên civaka Êzîdî hat bicihanîn dabeş bikin.

Diyaruna: Çima gelek Êzîdî li derveyî Şengalê dimînin. tevî ku ew hatiye rizgarkirin?

Qaidî: Bi rastî bêtir ji 80% ji Êzîdîyan li kampên bêwarîyê li Duhok, Hewlêr û Sulêmanîyê dijîn û ev teqrîben bêtirî şeş salan ew li wir in ji ber gelek sedeman, sedema sereke ew e hebûna milîsên çekdar ên çete yên neqanînîyên nahêle ku vegerine Şengalê.

Şengal bûye asêgehek ji komên çekdar ên ku bi biryarên hikûmeta Îraqî ne pêbend in.

Zêdeyî vê yekê, deverên Êzîdîyan yên wêrankirî hîn nehatine nûavakirin û gelek ji malan hîn bombekirî ne û ji teqemenîyan nehatine paqijkirin û hin ji wan jî hatine hilweşandin. Herwiha Êzîdî jî, di warê derûnî de, ne amade ne ku vegerine jîyana xwe ya berê û careke din tevlî civakê bibin û ew rastî tahîlkirine nehatine.

Diyaruna: Programên alîkarîyê ji Êzîdîyên sax mane re hene?

Qaidî: Belê, hikûmeta herêma Kurdistanê programekî berfireh bi cih tîne, herwiha Amerîka, bi rêya balyozxaneya xwe li Bxdayê. Herwiha NY jî di alîkarîyê de beşdar dibe da bihêle ku kesên sax mayî karibin zora trauma derûnî ya ku ew rastî hatin bibin.

Xebatine din destpêşxerîya hikûmeta Almanî dihundirîne, ya ku ev demeke dest pê kiriye, ku bi rêya wê dora 1,000 kesan dermankirin wergirt.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)