Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên ewlekarîyê pêngavekê li kampa Holê pêk tînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jinine DAIŞê li kampa Holê ligel medyayê diaxêvin. [Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Jinine DAIŞê li kampa Holê ligel medyayê diaxêvin. [Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Hêzên Kurdî yên erkdar bi parastina ewlehîyê li kampa Holê li parêzgeha Hesekê pêngaveke ewlehî ya nû dest pê kirine bo nehiştina tundûtûjîyê û reftarên tundbar ên jinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Komeke jinên DAIŞê yên tundrew li kampa bêwaran a li gundewarê başûrî yê Hesekê hîn rêbazên hişk ên rêxistinê dişopînin, yên ku ji hinek yasayên hişk ên cilan û cezayên li dijî kesên hewl didin ku cuda bibin pêk tên.

Ev jin dixwazin fermanên rêxistinê bi darê zorê ferz bikin û tîmên Hesbayê ("polîsê şerîetê") pêk anîne bo cezakirina jinên ku li gorî wan binpêkirinan dikin.

Gelek tengejî li nava kampa qerebalix di heftîyên dawî de heye, piştî zêdebûna bûyerên êrîşan ên ku ev jinên tundrew pêk tînin û kuştina jineke ku rênmayên lixwekirina bin pê kirin.

Ev dîmeneke ji kampa Holê, sektorekî ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞê dihundirîne. [[Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Ev dîmeneke ji kampa Holê, sektorekî ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞê dihundirîne. [[Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Endamên hêzên ewlekarîyê (Asayîş) rêkaran diqedînin bo rê bidin çûna malbatên li kampa Holê girtî, piştî hat piştrastkirin ku ew îdyolojîya DAIŞê şermezar dikin. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Endamên hêzên ewlekarîyê (Asayîş) rêkaran diqedînin bo rê bidin çûna malbatên li kampa Holê girtî, piştî hat piştrastkirin ku ew îdyolojîya DAIŞê şermezar dikin. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Ji alîyê xwe ve, hêzên ewlekarîyê yên Kurdî (Asayiş) ên erkdar bi parastina ewlehîyê li kampa Holê pêngaveke ewlehî ya berfireh dest pê kirin, efserekî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

"Ev yek pêwîst bû ji ber rewşa tevlîhevîyê û gêrê bi sedema komeke ji jinên tundrew yên ku zordarîyê li jinên ku qebûl nakin pêbendî şerîeta tundew a DAIŞê bin dikin," wî got.

Wî got ku ev ên qaşo ji wan re tê gotin komên Hesbayê mîna "polîsê şerîetê" ne yên ku DAIŞê damezrandibû dema desthilatdarîya wê hebû, ya dihat naskirin ku zordarî li kesên ku rênmayên rêxistinê bin pê dikirin dikir û hinek caran ew eşkence jî dikirin.

Xoca got ku rewş bi kuştina jineke Turkistanî pir kambax bû, jinan 30-salî ya bi navê Asma Ebdul Rehman qebûl nekirin ku rênmayên têkildarî lixwekirina jinan ên ku rêxistin dixwaze wan ferz bike pêk bîne.

Wî teqez kir ku gelek bûyerên belgekirî yên lêdan û celdkirinê yên ku van çeteyan pêk anîne qewimîne.

Cudakriina cihê tundrewan

Xoca got ku hêzên Asayîşê li çekên veşartî li kampê geran.

Wî got ku wan hejmarek ji jinên tundrew girtin û dest bi lêpirsînan bi wan re kirin, ligel zêdekirina pagerên xwe di nava kampê de bo misogerkirina ewlehîyê û nehiştina rûdana êrîşine din.

Xoca got ku her demekê QSD û hêzên Asayîşê lêpirsînê bi jinên girtî re dikin bo cudakirina jinên tundrew ji yên din.

Wî got ku komeke ji 200 jin û zarokan vê dawîyê ji kampê hat derxistin piştî hat piştrastkirin ku wan dest ji tundrewîyê berdaye.

Ew jin yan bi darê zorê hevjînî bi endamên DAIŞê re kirine yan jî dest ji îdyolojîya tundrew berdane piştî wan fam kir ku bingeha wê derew bûn û rêxistinê rênmayên Îslamê bi kar anîne bo pêkanîna merem û berjewendîyên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500