Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

8 Yezîdî ji DAIŞê hatin rizgarkirin piştî 4 salên domatê

Xalid Taî

Jineke Êzîdî direfşekê hildide di kombûnekê de bo piştgirîya jinê Êzîdî yên li cem DAIŞê girtî ne. [Wêne li ser malpera Tora Medyayê ya Laleş di 12ê Hezîranê de, sala 2017an hatiye wergirtin]

Jineke Êzîdî direfşekê hildide di kombûnekê de bo piştgirîya jinê Êzîdî yên li cem DAIŞê girtî ne. [Wêne li ser malpera Tora Medyayê ya Laleş di 12ê Hezîranê de, sala 2017an hatiye wergirtin]

Komeke jin û zarokên Êzîdî ku li Sûrîyayê ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve hatin revandin aniha hatine rizgarkirin, Ofîsa Îraqî bo KarûBarên Êzîdîyên Revandî îro Çarşemê got.

"Di van her deh rojên dawî de, komeke ji heşt jin û zarokan ên ku ketibûn jêr destên DAIŞê li ser erda Sûrîyayê hatin rizgarkirin," birêveberê ofîsê Husên Qaidî ji Diyaruna re got.

Kesên revandî çar salan dîl man, wî got.

Ya dawî di komê de hat rizgarkirin, roja Sêşemê Lezîma Xêro bû, 24 salî, ji gundê Hardanê yê herêma Şingalê.

Husên Qaidî, birêveberê Ofîsa Îraqî bo Karûbarên Êzîdîyên Revandî, bi keçeke Êzîdî rawestiyaye, keça ku ji DAIŞê hatiye rizgarkirin li Sûrîyayê di 11ê Hezîranê de. [Wêne ji Husên Qaidî hatiye wergirtin]

Husên Qaidî, birêveberê Ofîsa Îraqî bo Karûbarên Êzîdîyên Revandî, bi keçeke Êzîdî rawestiyaye, keça ku ji DAIŞê hatiye rizgarkirin li Sûrîyayê di 11ê Hezîranê de. [Wêne ji Husên Qaidî hatiye wergirtin]

Xebatên dijwar ji alîyê karmendên ofîsê ve ji bo operesyonên rizgarkirinê gerek in, di rêya hevkarîya ewlekarî li herêma Kurdî, Qaidî got.

Wî ti hûrgilîyên destnîşankirî eşkere nekirin ji bo sedemên ewlekarî yên girêdayî ewlehîya kesên revandî yên mayî.

Ofîsa ku li Dihokê ye û girêdayî hikûmeta herêma Kurdistanê ye, di Cotmeha sala 204an de hat vekirin, wî got.

Ji wî çaxî ve, ofîsê roleke sereke lîst di azadkirina bi hezarên Êzîdîyan ên ku ji alîyê DAIŞê hatin revandin dema rêxistinê girte ser Şingalê di Tebaxa sala 2014an de, wî got.

"Heta aniha, me 3,330 Êzîdî rizgar kirin: 338 mêr, 1,058 jin û yên mayî zarok ji her du zayendan li jêr temenê 15 salî," al-Qaidî got.

Ev hejmar ji eslê 6,417 Êzîdîyên ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, wî got, "piranîya wan jin û zarok in".

"Karê me dê raneweste"

"Karê me dê raneweste heta em armanca xwe cîbicî nekin, armanca ku ji bo wê me ofîsa xwe damezrand, armanca ku em her Êzîdîyekî ji alîyê DAIŞê ve ravandî rizgar bikin û wan vegerînin malbatên wan," al-Qaedi said.

Piştgirîya niştimanî û navdewletî hîn ji Êzîdîyan re gerek e, wî got.

"Em dixwazin ku her kes bêtir bi me re alîkarîyê bike da ku em jin û zarokên xwe û kesên me yên revandî yên mayî ji terorîstan rizgar bikin û dawîyekê ji êşa wan û êşa malbatên wan re deynin," wî anî ziman.

"Proje û program ji alîyê rêxistinên mirovî û çakavanan ve tên cîbicîkirin projeyên armanc dikin ku piştgirîya derûnî û dermankirinê ji Êzîdîyên ji destên DAIŞê hatine azadkirin dabîn bikin," wî got.

Lêbelê xizmetguzarîya ku tê dabînkirin ne tevgir e û têrê nake, wî got.

"Terorîzmê bobelat û trajîdyên bêdawî anîne serê civaka Êzîdî û pêwîst e ku em hemû şîyanan bi kar bînin da ku em bandorên terorîzmê sivik bikin," wî got.

Hejmare mezin ji Êzîdîyan hîn li kampan li Dihokê dijîn, di nav wan de kampa Qadyayê, ji ber asta ziyanê ya ku DAIŞê gihande Şingalê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500