Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraqî alîkarîyê bi wan kesan re dikin ku ziyan gihaye wan ji ber derawiştên aborî yên vayrûsê

Xalid Taî

Endamine Artêşa Îraqî selikên xawinê didine dest kesên hewcedar ên ziyan gihaye wan ji ber tedbîrên parêzî yên li dijî COVID-19 ji 1ê Nîsanê ve. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine Artêşa Îraqî selikên xawinê didine dest kesên hewcedar ên ziyan gihaye wan ji ber tedbîrên parêzî yên li dijî COVID-19 ji 1ê Nîsanê ve. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî bi rêxistinên hawarçûnê re kar dike daku alîkarîyê ji malbatên hewcedar re dabîn bikin, ku rewşa wan ji ber qedexexirina çûnûhatinê ya li seranserê welat hatiye sepandin ji 17ê Adarê ve bo nehiştina belavbûnavayrûsa koronayê ya nû (COVID-19) xerab bûye.

Petaya cîhanî rihê piştgirîyê di nav Îraqîyan de eşkere kir, bê ew ku guh bidin paşxaneya hevûdu dema wan bi lez alîkarî bi hev re kir.

"Van rojên zehmet himeta Îraqîyan ya rast dîyar kir," Leyla Berzencî birêvebera Cûd, rêxistina mirovî ya bo pêşxistin û nûavakirinê ya li Mûsilê, got.

"Em bi awayekî rojane alîkarîyên xwarinê ji kesên dewlemend û hinekî halê wan xweş werdigirin daku em li malbatên hewcedar belav bikin," wî got. "Hin caran ew pereyan didine me daku em karibin xwarinê ji hejaran re bikirin."

Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî berdewam e di şandina alîkarîyên xwarinê de ji xelkên Îraqî re tevî rewşa petaya COVID-19. [Wêne ji Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî berdewam e di şandina alîkarîyên xwarinê de ji xelkên Îraqî re tevî rewşa petaya COVID-19. [Wêne ji Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmên xwebexşan ên rêxistina Cûd û rêxistinên din selikên xwarinê didine kesên hewcedar, selikên ku ji xwarinên hazir ên cihêreng pêk tên.

"Me ev selik li malbatên hejar belav kirin, piranîya wan li beşê rojavayî yê Mûsila dijîn, bi taybet li Bajarê Kevin, herwiha li taxên beşê rojhilatî yê Mûsilê, mîna Intîsar û Somer," Berzencî got.

Herwiha dora 60 xwebexşên jin ên rêxistina Cûd pêdivîyên parastinê yên tendirustî li kargeha rêxistinê ya dirûtinê didrûn, ya ku aniha rojane 10,000 maskên rûyan berhem dikinl ku li nexweşxane, hêzên ewlekarîyê û niştecihan tên belavkirin.

Hêzên ewlekarîyê piştgirîya malbatên hejar dikin

Di heman demê de, hêzên ewlekarîyê piştgirîya kampanyaya niştîmanî dikin daku alîkarîyê bi malbatên hejar re bikin.

Peyvdarê fermandarîya polîsê Diyalayê emîd Nîhad Mehdawî ji Diyaruna re ragihand ku ew herî kêm 2,000 selikên xwarinê her heftî belav dikin.

Herwiha ew serdanên meydanî diçine cem malbatên hejar daku rewşa wan nas bikin û gazin û xwestekên wan belge bikin, ligel hevkarîkirina bi rêxistinên civaka sivîl û xwebexşan re.

Fermandarîya polîsê Diyalayê "databasekê derbarê malbatên hejar û hewcedar amade dike û wan di dide hev daku alîkarîyê bi awayekî sîstematîk û bandorbar bide wan", Mehdawî got.

"Komîteyên ewlehî yên pispor dora 3,000 malbat li Beqûbayê (paytexta parêzgeha Diyalayê) destnîşan kirine, yên ku gelekî hewcedarîya wan bi poiştgirîya berdewam û gelek heye," wî got.

Wî got ku herwiha aniha ev komîte malbatên mefdar ên li navçeyên mayî yên Diyalayê ydestnîşan dikin û wan di nav databas de dihewînin û anî ziman ku "ev yek dê bihêle ku saman û xebatan bi awayekî herî guncan ji van malbatan re bişînin di rewşên normal de û herwiha di rewşên qeyran û lezgîn de".

Gelek wezaretên Îraqî yên din xebatên xwe pêşkêş kirin daku bi alîkarîya xwebexşan piştgirîya hejaran bikin.

Wezareta Kar ligel rêxistinên civaka sivîl kar dike daku milyonek selikên xwarinê li malbatên hejar ên li Bexdayê û parêzgehên din belav bikin.

Di heman demê de, Wezareta Bazirganîyê berdewam dike daku parên xwarinê bide xelkên ku kertên alîkarîyê bi wan re ne di rêya wekîlên wê yên pejirandî re, wê di daxuyanîyekê de got.

Rewş "rihet" e û depo gelek pêdivîyan ji mewadên xwarinê yên sereke dihewîne, wezaretê eşkere kir.

Wezaretê got ku ji destpêka qedexekirina çûn û hatinê heta 7ê Nîsanê wan sê milyon tûrên ard ên (her yek 50 kîlogram) belav kirine, ligel pêdivîyên din mîna zeyta xwarinê, birinc û şekir.

Destpêşxerîyên hevkarîya civakî

Wekîlê Wezareta Tendirustîyê Casim Felahî ji Diyaruna re eşkere kir ku tedbîrên parêzî yên ku şana qeyranê bo COVID-19 danîne rewşên aborî yên zehmet ên malbatên hejar dane ber çav.

"Gelek malbat hene ku xwe dispêrine mûçeyên rojane yên ku bi qedexekirina çûn û hatinê bandor bûn û hikûmetê destwerdan kir daku xwarin û piştgirîya civakî ji wan re peyda bike," Felahî, yê kue ndamekî şana qeyranê ye, got.

Di civîneke 7ê Nîsanê de, Komîteya Bilind a Tendirustî û Aramîya Neteweyî ya Îraqê 600 milyar dînarên Îraqî (dora nîv milyon dolar) terxan kiriye di van herdu mehên tên de daku piştgirîya nêzî 10 milyon welatîyan bike.

Felahî pesnê destpêşxerîyên hevkarîya civakî da û got "alîkarîyên ji alîyê aborvan û tekekesên dewlemend, herwiha destpêşxerîyên xêrxwaz û mirovî, hemû di piştgirîya hikûmetê de beşdar dibin, di xebatên wê de daku paşdehatên aborî bihewîne ji ber plana parastînê ji petayê".

Wî got ku piştgirî ne tenê di warê dabînkirina xwarinê ji kesên hewcedar re ye lêbelê "daku herwiha sazemenîyên me yên tendirustîyê bi taximên parastinê yên tendirustî û ventîlatoran jî dabîn bikin".

Li gorî Felahî çar nexweşxaneyên terxankirî ji dermankirina nexweşên vayrûsa koronayê re dê bi saya van destpêşxerîyên civakî werin avakirin.

"Vê qeyranê careke din têkilîyên kûr ên di nav Îraqîyan de û asta hişyarîya wan a bajêrî dîyar kirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500