Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hikûmeta Îraqî alîkarîyên darayî ji hejar û awareyan re terxan dike

Xalid Taî

Koçberine Îraqî selikên xwarinê ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan roja 17ê Nîsanê werdigirin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Koçberine Îraqî selikên xwarinê ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan roja 17ê Nîsanê werdigirin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî vê mehê alîkarîya darayî bo baştirkirina rewşa kesên bêwar û hejar li welat terxan kir, hikûmeta ku rûbirûyî tehedî û zehmetîyên zêde dibe ji ber petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19).

Ew 262 milyon dolarên hatine terxankirin dê bo karên ku dê piştgirîyê bidin bêwaran li kampan dijîn werin xerckirin, û dê bo baştirkirina xizmetguzarîyên ku ji şênîyên kampan re tên pêşkêşkirin û piştgirîkirina projeyên jêrxaneyê li komelgehên hejar werin bikaranîn.

Ev alîkarîyên daratyî hatin piştî ku amarên heyî nîşan dan ku hejarî ji rêjeya 20% di sala 2018an de bo rêjeya 31.7% heta aniha ya îsal bilind bûye, birêveberê ragihandina Wezareta Plandanînê Ebdul Zehre Hindawî ji Diyaruna re ragihand.

Ev tê wateya ku 11.4 milyonên Îraqî hene, ji eslê 39 milyon nifûsa welat, ku bi hejarî dijîn, Hindawî got.

Berpirsekî Îraqî serpereştîya otombîlinan dike ku bêwaran ji kampa Xazirê li başûrê-rojhilatê Mûsilê hildigire dema ku ew vedigerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê roja 30ê Hezîranê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Berpirsekî Îraqî serpereştîya otombîlinan dike ku bêwaran ji kampa Xazirê li başûrê-rojhilatê Mûsilê hildigire dema ku ew vedigerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê roja 30ê Hezîranê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku zêdebûna di dema dawî de "ji encama petaya COVID-19 ye, ya ku bi taybetî hejar û kesên li ser heqdestên xwe yên rojane dijîn armanc kirin, ji ber ku derfetên kar nemane".

"Ev nav li vê yekê dikin hejarîya demkîr, ku ji ber qeyranekê peyda bûye," wî got, û da zanîn ku dê ev qeyran bandorê li çînên civakê yên herî lawaz bike.

Hindawî got ku Wezareta Plandanînê plana xwe stratîjî ya taybet bi sivikkirina rewşa hejarîyê bo xweguncandin ligel mercên civakî yên nû dide pêş.

Wî got ku alîkarîyên darayî giranîyê dide zêdekirina hawarçûnê ji bêwaran re, misogerkirina vegera wan û rêdayîn ku ew li malên xwe bi cih bibin, û herwiha zêdekirina xizmetguzarîyên giştî û derfetên kar li deverên kêm-dahat.

Hindawî teqez kir, ku li ser bingehên amarên herî dawî yên têkildarî hejarîyê, wezaretê pêşinyar kir ku desthilatên herêmî û federalî bi hev re bixebitin bo rûbirûbûna şopên qeyrana vayrûsa Koronayê û wergirtina rêkarên lezgîn ên pêwîst.

"Me pêşinyara belavkirina alîkarîyên darayî yên nû bo kesên hejar û zêdekirina xwarinê û alîkarîya mirovî kiriye, ligel dabînkirina xizmetguzarîyên tendirustî û perwerdeyê û pêşxistina zîrekîyên," wî got.

Alîkarîkirina kesên bêwar

Muhemed Obêdî, yê ku rûniştîyêkampa el-Medîna el-Siyahiya ya Enbarê ye, ji Diyaruna re got ku ew hêvî dike ku dê bayexdarîyeke bêhtir li ser rewşa malbatên bêwar û hewcedarîyên wan hebe.

"Jîyan li kampan hîn zehmet e, heta ku xwarin û piştgirîya hawarçûnê jî hebe," wî got. "Aniha ji ber petayê, rewşa jîyanê hîn ji berê zehmettir e."

"Gelek ji karên biçûk ên ku berê me dikirin, li hember heqdestekî kêm, êdî nemane ji ber vê petayê," wî got.

Ji hêla xwe ve Wezareta Koçberîyê û Koçberan rijd e ku li tenîşt bêwaran raweste bi rêya dabînkirina pêdivîyên pêwîst ji kampan re, Elî Cahankîr, birêveberê giştî yê Birêveberêya Karûbarên Şaxên wezaretê ragihand.

"Di her şeş mehên borî de, bi hevkarî ligel hêzên ewlekarîyê, tîmên me 1.8 selikên alîkarîyê dane malbatên bêwar, ku ji xwarin û derman pêk dihatin,"wî ji Diyaruna re ragihand.

"Xebatên me didomin di demekê de ku em dixwazin ku bandorên petayê li ser rewşa jîyana bêwaran û kesên vegerîyayî nehêlin," Cahankîr got.

Wî got ku xebateke hevbeş pêwîst e bo çareserkirina qeyrana hejarîyê di nava vê çîna civakê de, bi rêya berdewambûna wezaretê di peydakirina xwarin û hawarçûnê de "di demekê de ku em hewl didin ku hemû kampan bigirin".

Wî da zanîn ku aniha 47 kamp hene, berî aniha 174 bû, û wezaret hêvî dike ku ew dê di vê salê de kampine din bigire, li gorî qewîtîyên wezaretê yên ku piştigîryê didin vegera bêneçarî.

Veger bi hevkarî ligel rêxistinên hawarçûnê yên navdewletî û ajansên NY tên hêsankirin.

Cahankîr got ku li Mûsilê, weke mînak, plana Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê heye ku dora 150 xanîyan di nava çend mehan de ava bike bo dîsan kesên bêwar bibin xwedî-mal û bo vegerandina jîyana asayî bo bajêr.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500