Civak

Li Mûsila piştî DAIŞê, xwbexş roleke çalak di nûavakirinê de digerînin

Xalid Taî

image

Xwebexş ji rêxistina Fezaayê ya civaka sivîl taxeke Mûsilê paqij dikin di 6ê Nîsana 2019an de weke beşekî ji xebatên şiyankirina bajar di qonaxa piştî DAIŞê de. [Wêne ji Fezaayê hatiye wergirtin]

Mûsil, a ku hejmareke xwebexşan û rêxistinên civaka sivîl dihundirîne, weke "paytexta karê xwebexş" hatiye binavkirin.

Bajarê ku demekê paytexta dî fakto ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, îroj hêlîneke kom û rêxistinên ku xizmetguzarîyên xêrxwazî ji niştecîyan re dabîn dikin û yên ku hevkarên hikûmetê yên sereke ne.

Ji çaxê rizgarkirina wê ji DAIŞê di Tîrmeha 2017an de, aniha Mûsil xwedî bêtirî 270 tîmên xwebexş e, di nav wan de 64 ên girêdayî Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewayê, karmendê medyayê yê torê Muhened Omerî got.

Piştî rizgarkirina Mûsilê, gelek heyecan bo karê xwebexş di nav xelkên xwebexş de hebû weke hewldanekê da ku piştgirîya malbatên xwe bikin û roleke çalak di nûavakirina bajarê xwe de bilîzin, wî ji Diyaruna re ragihand.

image

Xwebexş selikên xwarinê li xelkê belav dikin li Mûsilê di 1ê Nîsanê de. [Wêne ji çalakger Muhened Omerî hatiye wergirtin]

Wî got ku xebatên van ciwanan temamkirineke binirx bû ji xebatên hikûmetê re.

Wî got ku xwebexşên torê di rakirina bi sedên tonan ji molozan ji kolanên Mûsilê de beşdar bûn, di pişt re di vekirina kolan, fêrgeh, kargeh p avahîyên hikûmetê de jî beşdar bûn.

Wî got ku herwiha xwebexş di "derxistina laşan ji bin molozên malên wêrankirî de beşdar bûn bi alîkarîya berevanîya sivîl û tîmên şaredarîyê".

"Me li ser gelek projeyan kar kir, di nav wan de hewarçûn, programên mirovî û yên perwerdeyî, bi alîkarîya hikûmet û ajannsên navdewletî, mîna UNICEF," Omerî got.

"Xebatên me bi heman pêngavê berdewam in weke çawa ku em giranîyê didine piştgirîkirina niştecihên sivîl daku dikan û kargehên xwe careke din ava bikin, di rêya dan û pereyên terxankirî ji xebatên hewarçûnê û xizmetguzarîyên giştî," wî anî ziman.

Alîkarîkirina bi bêwaran re berêtîyeke

Dabînkirina alîkarî û piştgirîyê ji bêwaran re li kampên bêwarîyê berêtîyeke ji tîmên xwebexş re, Omerî got.

"Tîmên me bi awayekî rêzkî serdana kampên bêwarîyê li Mûsilê dikin û niştecîyên wan bi pêdivîyên hewalgirî û pêdivîyên malê dabîn dikin," wî got. "Herwiha wan kampanyayên nasyarî û şiyankirina pîşeyî û komeke çalakîyên din orgenîz kirin."

Fezaa, yek ji rêxistinên civaka sivîl a çalak li Mûsilê ji çaxê destpêkirina şerên rizgarkirinê di dawîya 2016an de, ne kêmî 18 kampanyayan orgenîz kirin daku bêwaraên kampan û malbatên vedigerin bi hezarên selikên xwarinê, derman û pêdivîyên sereke dabîn bikin.

Herwiha ew piştgirîya kesên vedigerin dike bi xebatên nûavakirinê û alîkarîyê bi bi dehan re dike da ku debara xwe misoger bikin, hevahengerê giştî yê Fezaa Mustefa Xetab got.

Di destpêkê de, tenê hejmareke kêm a xwebexşan hebû, wî ji Diyaruna re ragihand. Ew hejmar ji wî çaxî ve zêde bû giha dora 1,500 xwebexşan li beşên xwecihê belavkirî ne li seranserî Mûsilê.

"Xwebexşên me bi awayekî taybet giranîyê nadine devereke tenê" wî got û destnîşan kir ku tîmên wan nexweşxane û navendên tendirustîyê ku ji ber şer hatine ziyankirin paqij kirin û şiyankirin û alavên guhestinê ji kesên kêmendam re didine hev.

Lêbelê, karê xwebexş ne bê berhengarî bû, di nav de jîyanjidestdan.

Fezaa sê endamên xwe ji dest dan û 18 din jî birîndar bûn bi fişekên yekser ji alîyê DAIŞê ve dema wan niştecî rizgar dikirin di şerê rizgarkirina rojhilatê Mûsilê de.

Piştgirîkirina jinan

Rêxistinên civaka sivîl ên din giranî dane piştgirîkirina jinên ku nanderên xwe di şer de ji dest dan.

Leyla Berzencî, birêvebera Cûd, rêxistineke mirovî bo pêşxistin û nûavakirinê ya li Mûsilê ye, got ku wan girtiye ser milê xwe ku jinên gelekî ziyan ji ber şer gihaye wan hemêz bikin.

Xwebexşên Cûd rahênan ji jinebî û jinên ku hevjînên wan winda ne û jinine din ên ku ji wan tê xwestin ku hewcedarîyên malbatên mezin peyda bikin dabîn kirin.

"Me navên wan di workşopên pîşeyî de tomar kirin da ku dirotin û kwafortîyê hîn bibin," wê got. "Herwiha me programên şiyankirinê pêşkêş kirin ên ne tenê jinan armanc dikin lêbelê bi sedan kesên ciwan ên ku sûd ji xizmetên me wergirtin û çûn dikanên sazkirina mobayil, kompîter û amûrên kehrebê vekirin."

Berzencî got ku aniha rêxistina wê alîkarîyê dike û jêdereke mûçeyê ji dora 150 jinan re dabîn dike.

Girtina sînor ji ber petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) û ragirtina hawirdinê sûd da van jinan ji ber ku xwestin li ser berhemên wan di bazara xwecihî de zêde bû, wê destnîşan kir.

Berzencî bang li hikûmetê kir ku berhemdana niştimanî han bide û biparêze weke rêbazekî bo hundirandina kesên bêkar û piştgirîkirina aborîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)