Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Kêlîyeke dilsozîyê li Îraqê bi qurbanîyên Koronayê û tîmên tendirustîyê re

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî 7ê Nîsanê qurbanîyên Vayrûsa Koronayê di kêlîyeke dilsozîyê li sernaserê Îraqê de silav dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî 7ê Nîsanê qurbanîyên Vayrûsa Koronayê di kêlîyeke dilsozîyê li sernaserê Îraqê de silav dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kêlîyeke dilsozîyaniştimanî şêva Sêşemê (7ê Nîsanê) li Îraqê pêk hat di pêşandaneke piştevanîyê de bi malbatên qurbanî û nexweşên Vayrûsa Koronayê (COVID-19) re.

Sirûda Îraqî ya Niştimanî li ser bafleyan li seranserê welêt hat gotin û li ser hemû alavên ragihandinê yên navxweyî Sêşemê saet 9ê êvarî hat weşandin, ku zemûrên hişyarîyê jî li paş wê dihatin bihîstin.

Ev destpêşxêrî ji alîyê Komisyona Bilind a Tenduristî û Jîngehê ya Îraqî hat birêxistinkirin piştî civînekê bi serokatîya serokwezîrê karbirêker Adil Ebdul Mehdî.

Endamên ewlekarîyê ji baregeh û deverên belavbûna xwe hemû kesên ku ji ber vayrusê jîyana xwe ji dest daye û kesên ku li seranserê cîhanê pê ketine silav dikin.

Tîmekî tenduristî yî Îraqî 6ê Nîsanê li parêzgeha Wasit serdana xelkê li malên wan dike da testên Vayrûsa Koronayê ji wan re çêke. [Wêne ji Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmekî tenduristî yî Îraqî 6ê Nîsanê li parêzgeha Wasit serdana xelkê li malên wan dike da testên Vayrûsa Koronayê ji wan re çêke. [Wêne ji Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Welatîyên Îraqî jî piştî vegotina sirûda niştimanî ji serban û balkonên xwe li çepikan xistin û alên Îraqî li ba kirin da sipasîya xebatên tîmên tenduristî û hêzên ewlekarîyê bikin ku bo pêşîgirtin li ber belavbûna vayrûsê di nava tevgerê de.

Herwiha banga "Allahûekber" û lavakarîyên ku nexweş rehet bibin û vayrus bi dawî bibe ji mizgeftan bilind bûn.

Sêşemê bi ragihandina Îraqê 91 rewşên nexweş û mirineke nû ev yek pêk hat, ku bi vê re jî jimara giştî ya nexweşan bû 1,122 û ya mirîyan 65.

Wekîlê Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî Casim Felahî Çareşemê ji Diyaruna re ragihand ku berhengarîya nexweşîyê "ecêb" e û "tu sîstema tenduristîyê, her çi qas xurt û pêşketî be jî bi vê nexweşîyê nikare".

Wî got "lewra, bi rêya rêkarên me yên xweparastinê, em hewl didin rewş li jêr kontrol bimîne".

Rêkarên parêzî xwedî encamên baş bûn

Felahî destnîşan kir ku "gava vayrûs belav bû, em ji welatên destpêkê bûn ên dest bi planeke xweparastinê kir û rêkarên me yên pêşîgirtinê xurt û nûjen bûn.

"Me sînorên xwe girtin, hemû geştên balafiran rawestandin, çavdêrîya tenduristî sepand û hemû rêwîyên Îraqî yên ji derveyî welêt taqî kirin, û me bendine hişk bo qedexekirina derketina derve û kombûyînan danîn da pêşî li nexweşîyê were girtin," wî got.

Felahî anî ziman ku ligel van rêkaran, "tîmên bijîşk û hemşîreyan xwe bi ser hev de anîn da hemû rewşên biguman pêşwazî bikin û testên pêwîst çêkin, her wiha kampanyayên gerok bi rê xistin kirin da biçin malên welatîyan û wan taqî û perwerde bikin".

Wî anî ziman ku hemû rewşên piştraskirî li jêr çavdêrîyeke tenduristî giran in. "Ji bo alavên bihnvedan û taqîgehên testan jî, wezareta me bi hemû derfetên xwe hewl dide pêwîstîya xwe ya bi van alavan peyda bike".

Wî da zanîn "gelek pêdivîyên xwestî bo rûbirûbûna nexweşîyê hatin peydakirin û da em endamên xwe ji vê metirsîyê biparêzin".

Felahî gelê Îraqî ji bo kêlîya hevgirîyê ya Sêşemê spas kir, û got "bijîşk û firiyaguzarî li Îraq û cîhanê îroroj di enîya pêşîn a berevanîya li dijî vayrûsê de ne û xebatan wan mil bi mil ligel hêzên ewlekarî û tîmên xwebeş têne meşandin".

Wî dîyar kir "em herwiha welatîyan sipas dikin ku pêbendî rêkarên qedexeyê bûn û şîret û qewêtîyên xweparêzî bi cih anîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500