Nûçeyên Iraqê
Civak

Çalakgerên Îraqî alîkarîya malbatên hejar dikin

Ala Husên li Bexdayê

Selikên xweirn û cilan amade ne ku li ser malbatên xizan li parêzgeha Zî Qarê werin belavkirin. [Wêne ji Îmad Şazer, Birêveberê Kargêrîya Komîteyên Yekîtîya Karkeran li Zî Qarê, hatiye wergirtin]

Selikên xweirn û cilan amade ne ku li ser malbatên xizan li parêzgeha Zî Qarê werin belavkirin. [Wêne ji Îmad Şazer, Birêveberê Kargêrîya Komîteyên Yekîtîya Karkeran li Zî Qarê, hatiye wergirtin]

Hevdem ku xwenîşandanên cemawerî li parêzgeha Zî Qarê hatine rawestandin ji ber qedexeya derketina ji derve bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê (COVID-19), komîteyên ciwanan hewl didin ku alîkarîya malbatên hejar bikin.

Çend komîteyên rêxistina xwenîşandanan û rêxistinên sivîl li başûrê Îraqî baldarîya xwe dane alîkarîkirina malbatên ku ji ber qeyranên tendirustî û darayî yên li welat rewşa wan zehmet bûye.

Çalakger alîkarîyê kom dikin bo selikên xwarinê ji malbatên hejar re bikirin, endamê komîteya rêxistinkirina xwenîşandanên Zi Qarê Muhemed Hîlalî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Di meha Remezanê, çalakgeran iftar û paşîv ji rojîgiran re li qada Hebûbî li Nasiriyayê, navenda xwenîşandanan, li dar dixist.

Jinin Îraqî li parêzgeha Zîq Qarê alîkarîyê werdigirin di dema qeyrana vayrûsa Koronayê de. [Wêne ji Îmad Şazer, Birêveberê Kargêrîya Komîteyên Yekîtîya Karkeran li Zî Qarê, hatiye wergirtin.]

Jinin Îraqî li parêzgeha Zîq Qarê alîkarîyê werdigirin di dema qeyrana vayrûsa Koronayê de. [Wêne ji Îmad Şazer, Birêveberê Kargêrîya Komîteyên Yekîtîya Karkeran li Zî Qarê, hatiye wergirtin.]

Komîtenine din li bajarokê Şetrayê li bakurê Zî Qarê 215 selikên xwarinê bo malbatên hejar ên bajar amade kirine, di nav de pêdivîyên serekî yên xwarinê mîna şekir, rûna xwarinê û birinc.

Wî teqez kir ku ev alîkarî û tevlîbûn "canê hevsozîyê û hevxemîyê di nava şênîyên heman bajarî de berceste dikin", û da zanîn ku gelek ji wan kesên ku alîkarîyê dikin bi xwe zehmetîyên mezin jîyan dikin.

Yekîtîyên bazirganî û komelên xêrxwazîyê jî kampanyayên hawarçûnê organîz dikin, Îmad Şezer, Birêveberê Kargêrîya Komîteyên Yekîtîya Karkeran li Zî Qarê ragihand.

Ev pêgeh ji ber qebareya mezin a ziyana ji ber qeyrana aborî û kêmbûna nirxên neftê ji ber petaya vayrûsa Koronayê ketin tevgerê, wî wiha rewş ji Diyaruna re şirove kir.

Alîkarîkirina kesên xizan

Wî dîyar kir ku bo alîkarîkirina kesên xizan, Kargêrîya Komîteyên Yekîtîya Karkeran 400 selikên xwarinê û cilên cejinê ji malbatên hejar re di meha Remezanê ya pîroz de dabîn kirin.

Şezer got ku kesên alîkarî wergirtin zarokên sêwî, malbatên leşkerên şehîd, karkerên hejar û yên bi heqdestê rojane li şaredarîyê dixebitin, ên ku li gorî listên bo rêxistinkirina prosesa dabeşkirinê hatine amadekirin hatine destnîşankirin.

Wî da zanîn ku xwebexş herwiha rahînanê ji ciwanên bêkar re dabîn dikin, porên xelkê bê pere kur dikin û dermanan bi nirxine kêm dabîn dikin.

Banka Navendî ya Îraqê mîkanîzmeke nû bo dabeşkirina alîkarîyên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bo malbatên ji ber qeyrana vayrûsa Koronayê ziyan gihiştîye wan dest pê kiriye, peyvdarê Banka Navendî Eyser Cebar ji Diyaruna re ragihand.

Cebar daxuyand ku dê alîkarîyên awarte bo kesên hewcedar ji alîyê hikûmetê ve bi rêya mobaylan werin dayîn.

Kompanîyên mobaylan dê hesabên kîsên pêwîst bo kesên ku dê alîkarîyê werbigirin vekin, ku ew dê pereyan bi rêya maşînên ATM li seranserê welat werbigirin.

Desteya Bilnd a Îraqê bo Tendirustîyê û Selametîyê ragihand ku wê 600 milyar dînarên Îraqî (500 milyon dolar) bo alîkarîkirina dora10 milyon Îraqî di heyama qeyrana vayrûsa Koronayê de terxan kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500