Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rûsya û Turkîya danûstandinan pêk tînin piştî ku êrîşeke asmanî ya Sûrî qeyranek derxist holê

AFP

Sivîline Sûrî li bajarokê Sermedayê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê nimêjên cenazeyan pêk tînin roja 28ê Sibatê bo her 33 leşkerên Turk ên ku berî rojekê di êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrîyayê de hatin kuştin. [Arif Weted/AFP]

Sivîline Sûrî li bajarokê Sermedayê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê nimêjên cenazeyan pêk tînin roja 28ê Sibatê bo her 33 leşkerên Turk ên ku berî rojekê di êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrîyayê de hatin kuştin. [Arif Weted/AFP]

Rêberên Rûsya û Turkîya Înê (28ê Sibatê) danûstandin pêk anîn bo kêmkirina asta alozîyên ku piştî kuştina 33 leşkerên Turk di êrîşeke asmanî ya rejîmê de li Sûrîyayê.

Civaka navdewletî hişyarî ji metirsîyên bilindbûyîna bilez a asta şer da piştî êrîşa Pêncşemê ya hêzên rejîma Sûrîyayê bi piştevanîya Rûsyayê li parêzgeha Idlibê, ku rejîm li wir operasyoneke dijwar pêk tîne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku kuştina leşkerên Turk di êrîşên asmanî yên li devera di navbera Bera û Belûnê de, li bakurê Kefer Nubil pêk hat.

Dora 32 leşkerên Turk birîndar bûne û ew bo tedawîyê bo Turkîyayê hatine veguhestin, Rehmî Dogan, parêzgarê wîlayeta Hatay ya Turkî, ya sînorî, ragihand.

Duman bi ser bajarokê Seraqibê li rojhilatê parêzgeha Idlibê dikeve piştî bordumanên hêzên rejîma Sûrîyayê roja 27ê Sibatê. [Arif Temewî/AFP] 

Duman bi ser bajarokê Seraqibê li rojhilatê parêzgeha Idlibê dikeve piştî bordumanên hêzên rejîma Sûrîyayê roja 27ê Sibatê. [Arif Temewî/AFP] 

Ev wêneya ku di 29ê Tîrmeha 2018an de hatiye kişandin gemîya Rûsî ya ji corê Admiral Makarov li Saynt Petersburgê nîşan dide. Ev gemî yek ji du gemîyên Rûsî bû yên ku bi mûşekên krûz çekdarkirî yên ku 28ê Sibatê Bosfor derbas dikin û berê xwe didin Deryaya Sipî. [Kirîl Kudryavtsev/AFP]

Ev wêneya ku di 29ê Tîrmeha 2018an de hatiye kişandin gemîya Rûsî ya ji corê Admiral Makarov li Saynt Petersburgê nîşan dide. Ev gemî yek ji du gemîyên Rûsî bû yên ku bi mûşekên krûz çekdarkirî yên ku 28ê Sibatê Bosfor derbas dikin û berê xwe didin Deryaya Sipî. [Kirîl Kudryavtsev/AFP]

Ev bûyer li çend heftîyan ji alozîyên bilind ên di navbera Turkîya û Rûsyayê de zêde bû, û tirs û nîgeranîyên navdewletî yên têkildarî rewşa şênîyên Idlibê girantir kirin.

Ev bilindtirîn amara kuştinê ye ji dema ku artêşa Turkîyayê cara yekem di sala 2016an de derbasî Sûrîyayê bû, û hejmara leşkerên Turk ên li Idlibê di vê mehê de hatine kuştin gihiştîye 53.

Turkîyayê got ku wê bi armanckirina bêhtir ji 200 çeperên rejîmê bi bordumanên dron û topxaneyan bersiv da, û wê dora 20 leşkerên rejîma Sûrîyayê kuştin.

Çend demjimêran piştî êrîşa asmanî, Turkîya, ya ku mêvandarîya dora 3.6 milyon penaberên Sûrî dike, haydarî da ku ew dê dergehan ji penaberan re vekin bo xwe bigihînin Ewropayê.

Yonan û hevparên wê yên Ewropî ji herikîna pêleke nû ya penaberan ji Sûrîyayê ditirsin piştî ku milyon penaberî di sala 2015an de rêya xwe vekir berî rêkeftineke di navbera Yekîtîya Ewropî û Turkîyayê were pêkanîn bo kontrolkirina hejmaran.

Alozî zêdetir bûn, piştî ku Moskoyê ragihand ku du ji gemîyên wê yên şer di Ziravgeha Bosfor re li Stanbûlê, pir li nêzî bajar, derbas bûn.

Di çarçoveya hewlên sivikkirina qeyranê, Serokê Rûsî Vladimir Putin û hemberê wî yê Turkî Recep Tayip Erdogan bi rêya telîfonê Înê bi hev re axêvîn.

Turkîyayê herwiha bang li civaka navdewletî kir ku herêmeke dijî firînê li Idlibê ava bike.

Danûstandin awarte derbarê qeyranê de li dar in

Li ser daxwaza Turkîyayê, encumena serkirdatîya NATO Înê danûstandinên awarte li dar xistin, tevlî Amerîka û NY bû û banga kêmkirina yekser a girjîyê û alozîyê kir.

Emîndarê Giştî yên NATO Jens Stoltenberg Rûsya û rejîma Sûrîyayê şermezar kirin û bang li wan kir ku yekser şer û pevçûnên li Idlibê rawestînin, û got ku hevalbendan li hev kir ku rêkarên li dar bidomînin bo berevanîyên asmanî yên Turkîyayê qayimtir bikin.

"Endamên NATO îroj piştevanîyê ji Turkîyayê re dabîn dikin," wî got. "Em berevanîyên wan ên asmanî xurttir dikin, balefireke me ya corê AWACS heye ku alîkarîyê di zîrevanîkirina asmanan dike û hebûna me li keştîgehan heye û ew bi rênine din jî destekê didin."

"Lê hevalbend nîqaş dikin ew çi karin bikin bo piştgirîyeke zêdetir ji Turkîyayê re dabîn bikin," wî da zanîn.

"Em bang li Rûsya û rejîma Sûrîyayê dikin ku êrîşan rawestînin, û êrîşên asmanî yên bêserûber rawestînin û herwiha tevlî xebatên bi piştgirîya NY bo dîtina çareserîyeke siyasî, aştîyane û yekalîker bo qeyrana Sûrîyayê bibin û destekê bidin wê," wî got.

NY Pêncşemê bang bo rêkarên lezgîn li bakurê rojavayê Sûrîyayê kir, û hişyarî da ji "xeterîya bilindbûneke mezintir di asta şer de."

"Emîndarê Giştî banga xwe bo rawestandina yekser a şer dubare kir û nîgeranîya xwe ji xeterîya li ser jîyana sivîlan ji ber zêdebûna operasyonên serbazî derbirîn kir," speyvdar Stephane Dujarîk di daxuyanîyekê de ragihand.

Emîndarê Giştî yê NY Antonio Guterres rewş bi "nîgeranîyeke kûr" dişopand, Dujarîk got, û "ew dubare dike ku tu çareserîyeke serbazî bo cenga Sûrîyayê rune ye", û bang bo proseyeke siyasî bi piştgirîya NY kir.

Înê, dê Encumena Ewlekarî ya NY civîneke awarte di demjimêr 4 p.m li dar bixe bo nîqaşkirina rewşa şer û pevçûnên li Sûrîyayê.

NY gelek caran hişyarî da ku dibe şerê li Idlibê bibe sedema peydabûna qeyraneke mirovî ya herî dijwar ji destpêka şerê navxweyî li Sûrîyayê di sala 2011an de.

Lê vîtoyên Rûsyayê, ku her tim Çîn piştgirîya wan dike, hiştin xebatên NY yên li Sûrîyayê pûç bibin.

YE ji rewşa li Sûrîyayê nîgeran e ji ber ku dibe rê li ber şerekî giştgîr were vekirin, serokê siyaseta derve ya YE Josep Borêl Înê di postekî mîdyaya civakî de got.

Borêl got "metirsîyek heye ku rûbirûbûneke serbazî ya mezin li ser navdewletî pêk were. Ku dê herwiha êşekê mirovî peyda bike û jîyana sivîlan bikeve metirsîyê".

Wî anî ziman ku YE bang bo rawestandina yekser a êrîşan kiriye û "ew dê hemû rêkarên pêwîst bike da berjewendîyên xwe yên ewlehî biparêze", û da zanîn jî ku yekîtî bi "hemû alîyên peyewendîdar re" di nava têkilîyan de ye.

Gemîyên şer ên Rûsî Bosfor derbas dikin

Artêşa Rûsî ragihand ku du gemîyên şer ên bi mûşekan krûz barkirî Înê Ziravgeha Bosforê derbas kirin û berê xwe dan Deryaya Sipî.

Herdu gemîyên şer -- Admiral Makarov û Admiral Grigorovich -- ji beravê Sevastopolê yê li nîvgirava Qeremê derketin, û Ziravgeha Bosforê û paşê ya Derdenîlê derbas kirin.

Peyvdarekî serbazî yê Rûsî teqez kir ku derbasbûn bi awayekî asayî pêk hat, tevî dem û rastîya ku herdu gemîyên şer bi çekên giran barkirî bûn di heman demê de.

Peyvdarê komkeştîyê Alexei Rulev cihê herdu keştî berê xwe didn wir destnîşan nekir, lê keştîyên şer ên Rûsî yên ku Bosforê derbas dikin her tim berê xwe didin Deryaya Sipî bo piştevanîya operasyonên Moskow li Sûrîyayê bikin.

Weke welatekî beravî li ser Deryaya Reş, rê ji Rûsyayê re tê dayîn ku keştîyên xwe yên şer di Bosforê re derbas bike li jêr Peymana Montreux 1936 a li dor Ziravgehê.

Li gorî mercên peymanê, Turkîya nikare rê li ber hatûçûna deryayî ya Rûsyayê bigire eger şer qewimî yan jî gefeke şerekî nêz lê hat xwarin.

Amerîka banga rawestandina êrîşan dike

Amerîka Pêncşemê ji rejîma Sûrî û Rûsyayê xwest ku operasyona xwe ya "qirêj" li parêzgeha Idlibê bi dawî bikin, û piştgirî da Turkîyayê.

"Em li alîyê Turkîyayê, hevkarê me yê NATO ne û em banga xwe bo rawestandina êrîşên qirêj ên rejîmê [ya Sûrîyayê], Rûsya û hêzên bi ser Îranê ve berdewam dikin," peyvdarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand.

"Em li rêyên herî guncan digerin da piştgirîyê bidin Turkîyayê di vê qeyranê de".

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku berpirsên Amerîkî bi hempîşeyên xwe yên Turkîyayê re di nava têkilîyan de ne.

Derbarê raportên seretayî yên hejmara mirîyan de, balyozê Amerîkî yê li NATO Kay Bailey Hutchison da zanîn ku bûyer "guhertineke mezin" e.

Derzek mezin li têkilîyên Amerîkî û Turkî ketin sala par ji ber destwerdana Enqerayê ya serbazî ya di Sûrîyayê de, ji wê zêdetir kirîna wê ji pergala mûşekên S-400 ên Rûsî re tevî hişyarîyên hevalbendên wê yên NATO jî.

Hutchison got "hêvî dikim ku serok Erdogan me weke hevalbendê berê û yê pêşerojê bibîne û dest ji S-400 berde".

Hutchison dîyar kir ku "ew rastîya Rûsyayê dibînin, dîbînin bê ew çi dike aniha, û dema ku ew êrîşî hêzên Turkîyayê dikin, hingê divê ev tişt di ser her tiştê di navbera Rûsya û Turkîyayê de diqewime re be".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelek bedew e

BERSIV BIDE