Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Turkîya bang li Rûsyayê dike ku rê li ber binpêkirinên ji agirbestê re li Sûrîyayê bigire

AFP

Zilamekî Sûrî roja 8ê Adarê li nêzî parçeyê mûşekekê li devê deriyî xanîyê xwe yên wêranbûyî li gundê Kensefrayê li parêzgeha Idlibê rawestîya ye, piştî rêkeftineke agirbestê ya Rûsî-Turkî. [Arif Weted/AFP]

Turkîyayê Çarşemê (11ê Adarê)li bang li Rusyayî kir ku rê li ber binpêkirinên agirbesta yek-heftî re ji hêla hêzên rejîma Sûrîyayê ve li Idlibê bigire.

"Tevî ku hinek bûyerên biçûk li vir û wir ene, agirbest tê binpêkirin," serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan ragihand. "Em van pêşketinan bi Rûsyayê re par ve dikin... û em ji wan pêşbînî dikin ku rêkarên pêwîst bidin pêş."

Erdogan heftîya borî li ser agirbestekê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re, yên ku piştgirîya rejîma Sûrîyayê dike, li hev kiribû, lê dîyar e ku ev rêkeftin û lihevkirin demkî ne.

Turkîya operasyoneke serbazî li Sûrîyayê dest pê kir piştî ku bêhtir ji 50 leşkerên wê di meha borî de li Idlibê hatin kuştin.

Du ciwanên Sûrî li motorê xwe siwar dibin li paş karwanekî serbazî ya Turkîyayê ku di devera li nêzî bajarokê Kefrîyayê re derbas dibe, li ser rêya serekî ya ku Idlibê bi dergehê sînorî yê Bab Hewa yê bi Turkîyayê girê dide, roja 10ê Adarê. [Ehmad Etreş/AFP]

Wezîrê Berevanîyê yê Turk Hulûsî Akar danûstandin bi awayekî "avaker" bi Rûsyayê re berdewam in bo destpêkirina pagerên hevbeş bi dirêjahîya rêya M4 li Idlibê roja yekşemê, li gorî rêkeftina agirbestê.

Ligel piştgirîkirina hinek komên opozîsyonê, Turkîyayê xalên çavdêrîya serbazî li Idlibê ava kirine, li gorî rêkeftineke bi Rûsyayê re bi armanca rêgirtin li ber operasyoneke rejîmê.

"Me agirbesteke demkî li Moskoyê wajû kir. Pirs ew e çawa ev agibest were mayindekirin," Erdogan got. "Em aniha li pey vê armancê. Dema ew pêk were, dê erkê me hêsantir bibe."

"Li hember biçûktirîn êrîş (li ser çeperên me), em dê ne tenê tolê hilînin, belê em dê pir bi tundî bersivê bidin," wî got.

Rejîma Sûrîyayê, bi piştevanîya hêzên Îranî êrîşên asmanî yên Rûsî, ji Kanûna Yekem ve şer dike bo vegerandina Idlibê, û dora milyon kes neçar kir ku berê xwe bidin sînorê bi Turkîyayê re.

Turkîyayê mêvandarîya çar milyon Sûrî dike, û wê doza alîkarîyeke bêhtir ji Ewropayê û hevalbendên xwe yên NATO di vê qeyranê de kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500