Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Rûsî 14 sivîlan û zarokekî li Idlibê dikujin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Xûzeyên Sipî deverekê hatiye bombebarankirin li bajarê Idlibê dimalin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Sûrî hatiyw wergirtin]

Xûzeyên Sipî deverekê hatiye bombebarankirin li bajarê Idlibê dimalin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Sûrî hatiyw wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî roja Pêncşemê (5ê Adarê) herî kêm 15 sivîl kuştin, di nav wan de zarokek, li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyayê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, dema ku serkirdeyên Rûsya û Turkîyayê li civiyan daku rewşê nîqaş bikin.

Rewangehê got ku êrîşan devereke ku bêwarên Sûrî li gihabûne hev dervey bajarokê Maeret Misrîn armanc kirin.

Li cihên êrîşên asmanî, du avahîyên mezin ku bi erdê ve hatin rastkirin li nêzî bistanên kesk û rizgarker beldozeran bi kar tînin daku molozan rakin.

Êrîşan zevî mirîşkan wêran kir cihê ku malbatên bêwar lê dijîn û bi dehan mirîşk hatin dîtin ku di nav tozê de bûn.

Ev navgîna Xuzeyên Sipî ji alîyê balefira şer a Rûsî ve day lêdan dema karmendên wê sivîlên mirî û birîndar li gundewarê Idlibê diguhastin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Ev navgîna Xuzeyên Sipî ji alîyê balefira şer a Rûsî ve day lêdan dema karmendên wê sivîlên mirî û birîndar li gundewarê Idlibê diguhastin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Dîmenekî wêrankirinê li bajarokê Binişê li gundewarê Idlibê, cihê ku bazara sereke rastî êrîşên asmanî yên zexm hat[Wêne ji Idlib Plus hariye wergirtin]

Dîmenekî wêrankirinê li bajarokê Binişê li gundewarê Idlibê, cihê ku bazara sereke rastî êrîşên asmanî yên zexm hat[Wêne ji Idlib Plus hariye wergirtin]

Rewangehê got ku dibe hejmara mirîyan bilind bibe ji ber gelek birîndar rewşa wan xerab e.

Turkîyayê Çarşemê got ku herî kêm du leşkerên Turkî li Idlibê hatin kuştin, piştî 34 leşker di êrîşeke asmanî de hatin kuştin hefteya bûrî wê gazin ji rejîma Sûrî kir.

Turkîyayê bi hemû hêza xwe êrîş kir li dijî rejîma Sûrî di dawîya heftîyê de.

Ji wî çaxî ve wê sê balefirên şer ên Sûrî anîn xwar û bi dehan leşkerên rejîmê û çekdarên alîgirê wê kuştin -- piranîya wan bi êrîşên bi balefirên bê balefirvan -- li gorî çavdêran.

Sivîl di êrîşên asmanî de hatin kuştin

Bajarê Idlibê û deverine din ji parêzgehê rastî êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî yên berdewan hatin ku roja Çarşemê bêtirî 20 sivîlan kuştin û bi dehan jî birîndar kirin, çalakgerê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ji vê hejmarê, neh sivîl li bajarokê Fûaayê li gundewarê Idlibê hatin kuştin û heşt li bajarê Idlibê hatin kuştin.

Esaf got ku tîmrkî Xûzeyên Sipî di êrîşên asmanî yên Rûsî de hatin lêdan dema wan mirî û birîndar diguhestin.

Wî da zanîn ku di heman demê de, hêzên rejîma Sûrî û milîsên alîgirê wê û polîsê artêşa Rûsî roja Çarşemê gelek beş ji Searqibê kontrol kirin.

Wî got ku şer li derdora Seraqibê û gund û bajarokên nêzî wê Afis, San, NeyrebMaeret Alya, Ebû Ereb û Salihîyayê berdewam e.

Wî anî ziamn ku çalakgeran mirina herî kêm 70 leşkerên rejîmê li Seraqibê û wêrankirina hejmareke mezin ji tank û navgînên serbazî belge kirin.

Esaf not kir ku bombebarankirina ku hêzên rejîma Sûrî armanc dike giha deverên Hema, Mums û derdora Lazqîyayê ya dervey zonên şer ên sereke.

Sedkirdeyê Rûsya û Turkîyayê dicivin

Turkîya ji rejîma Sûrî dixwaze ku êrîşa xwe li ser parêzgehê rawestîne û vekişe pişt xetên ku li ser wan li hev kirin li gor rêkefyina sala 2018an bi Rûsyayê re.

Wê demeke dirêj piştgirîya komine opozîsyonê yên li dijî rejîma Sûrî şer dikin kir, lê aniha berîtîya wê ew e ku nehêle careke din panaber biherikin.

Pispor dibêjin ku Serokê Rûsyayê Valdimir Putin lê nagere ku bê hemû hêza xwe bikeve hember endama NATO Turkîyayê lê ew dê dîyar bike ku Enqera nikare di rêya rejîma Sûrî de bisekine ku careke din bi temamî welat kontrol bike.

"Serkeftin li Sûrîyayê bûye meseleyeke prîstîcê ji Rûsyayê -- û ji Putin re bi awayekî kesane," Yury Barmin, şirovekarê Karûbarê Rojhilata Navîn li Encumena Karûbarên Navdewletî ya Rûsî, got.

Tevî ku ew poiştgirîya du alîyên dijber dikin di şer de, Rûsya û Turkîya kar kir daku şerê neh salî çareser bikin û yekser bi hev re rû bi rû nebin.

Lê têkilî di van rojên dawî de alozdar bûn, herdu alîyan bi binpêkirina rêkeftina sala 2018an hev bersûc kir, rêkeftina ku zoneke veqetîner çêkir û destûr da belavkirina 12 cihên çavdêrîyê yên Turkî.

Şandeyê taybet ê NY bo Sûryayê Geir Pedersen roja Çarşemê Serokê Turkî Recep Tayip Erdogan han da ku "çareserîyeke deplomatîk ya yekser" ji krîzê re bibîne "da nehêle ku sivîl rastî êşa zêde werin".

Berbirsekî Amerîkî yê payebilind roja Pêncşemê Ewropa han daku piştgirîya operasyona serbazî ya Turkîyayê li Sûrîyayê bike, cihê ku wê bêtirî 50leşkerên ku hewl didan ku êrîşa rejîmê ya Rûsya piştgirîya wê dike li ser Idlibê rawestînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500