Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka Rûsya bi kuştina leşkerên Turk gunehbar dike

AFP

Sûrî li Idlibê li bakurê rojavayê welat nimêja cenazeyan roja 28ê Sibatê li ser bi dehan leşkerên Turk, ên ku berî wê bi rojekê di êrîşeke asmanî de li parêzgeha Idlibê hatibûn kuştin, pêk tînin. [Ebdulezîz Ketaz/AFP] 

Sûrî li Idlibê li bakurê rojavayê welat nimêja cenazeyan roja 28ê Sibatê li ser bi dehan leşkerên Turk, ên ku berî wê bi rojekê di êrîşeke asmanî de li parêzgeha Idlibê hatibûn kuştin, pêk tînin. [Ebdulezîz Ketaz/AFP] 

Amerîka bo cara yekemîn Sêşemê (17ê Adarê) berpirsyarîya kuştina bi dehan leşkerên Turk li Sûrîyayê avêt ser milê Rûsyayê, di demekê de ku ew dibêje kuştina wan rasthatin bû.

Êrîşeke asmanî li parêzgeha Idlibê li bakurê-rojavayê Idlibê roja 27ê Sibatê34 leşkerên Turk kuştin, tevî ku Turkîyayê rejîma Sûrî gunehbar kir û rêkeftineke agirbestê bi Rûsyayê re wajû kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, sizayên nû li ser berpirsine Sûrî îlan kirin û Rûsya gunehbar kir, ya ku ev demeke dirêj e ku ew bi Îranê re piştgirîya rejîma Sûrîyayê di operasyona wê ya xwînrêj de dike.

"Em bawer dikin ku Rûsyayê bi dehan leşkerên artêşa Turk di operasyonên xwe yên serbazî de kuştine," Pompeo got, beyî tu bûyereke dîyarkirî bi nav bike.

Ev wêneya ku di 25ê Sibatê de hatiye kişandin mînên dijî kesan yên Rûsî yên bêbandorkirî ku li gundê Neyrebê li parêzgeha Idlibê nîşan dide, piştî ku çekdarên Turkîya piştevanîya wan dike gund ji jêr kontrola hêzên rejîma Sûrîyayê vegerandin. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Ev wêneya ku di 25ê Sibatê de hatiye kişandin mînên dijî kesan yên Rûsî yên bêbandorkirî ku li gundê Neyrebê li parêzgeha Idlibê nîşan dide, piştî ku çekdarên Turkîya piştevanîya wan dike gund ji jêr kontrola hêzên rejîma Sûrîyayê vegerandin. [Omer Hac Qedûr/AFP]

"Em li tenîşt hevalbenda xwe di NATO de Turkîya ne û em dê xebatên bêhtir bidin pêş bo piştgirîkirina Turkîyayê di xebatên wê yên bidawîkirina tundûtûjîyê de," wî got.

Siza li dijî wezîrekî rejîma Sûrîyayê

Şirovekar guman dikin ku hêza asmanî ya jihevketî ya rejîma Sûrî karibe bi awayekî kare li hêzên Turk bide, lê heta niha Amerîkayê xwe bi dûr kiribû ku bi awayekî rasterast Rûsyayê gunehbar bike, ligel liberçavgirtina daxuyanîyên fermî yên Enqerayê.

Piştî bûyera Sibatê, Turkîyayê bi dehan leşkerên artêşa rejîma Sûrîyayê weke tolhildan kuştin, lê Recep Tayip Erdogan pişt re agirbestek bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re gotûbêj kir, ku di çarçoveya wê de pagerên Rûsî-Turkî hene.

Pompeo herwiha sizayên nû li dijî Wezîrê berevanîyê di rejîma Sûrîyayê de, Elî Eyûb, eşkere kirin û em bi têkbirina agirbestê bi rêya vê êrîşê gunehbar kir.

"Kiryarên wê yên bimebest ji Kanûna Yekema 2019an ve nehişt ku agirbesteke baş li Sûrîyayê pêk were," Pompeo got.

Li gorî sizayan, hemû pereyên Eyûb li Amerîkayê hatine girtin û Amerîkayê dê her kesê têkilîyên darayî pê re bike ceza bike.

Berpirsên Amerîkayê berî aniha bal kişandibûn ser kuştina leşkerên Turk weke belgehekê ku divê Enqera di avakirina têkilîyan de bi Rûsyayê re haydar bibe.

Pevçûnên li Idlibê tehedîya agirbestê dikin

Hevdem, pevçûnan Sêşemê çar leşkerên rejîmê û çekdarekî opozîsyonê li Idlibê kuştin, ku ev binpêkirineke ji agirbesta ku ji 6ê Adarê ketiye warê bicihanînê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Berî berbanga roja yekem a agirbestê, şeş leşkerên rejîmê û neh tundrew di pevçûnan de hatin kuştin, lê alîyên şer heta radeyeke mezin ji wê demê de bi agibestê pêbend in.

Tevî pevçûnên Sêşemê, balefirên şer ên rejîmê û Rûsyayê li asmanên herêmê nehatin dîtin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman teqez kir.

Operasyona rejîma ya bi piştevanîya Rûsyayê li dijî herêma Idlibê bûye encama kuştina 500 sivîlan û bêwarbûyîna dora milyon kesî ji Kanûna Yekem de.

Şênî dibêjin ku ew ji agirbestê gumandar in, bi taybetî ku rejîma Sûrî gelek caran gotiye ku ew dê tevahîya xaka Sûrîyayê vegerîne li jêr kontrola xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Amerîka li pişt wêrankirina welatan e.

BERSIV BIDE

Amerîka dewleteke derwîn e. Ew sponsera jimare yek a terorîzma cîhanî ye.

BERSIV BIDE