Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên rêjîmê li ber dergehê Seraqibê ne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Zilamekî ji Idlibê ku ji ber êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî direve, berê xwe dide deverine ewlehtir tev kel û pelên xwe di dawîya kamyonekê de. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Zilamekî ji Idlibê ku ji ber êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî direve, berê xwe dide deverine ewlehtir tev kel û pelên xwe di dawîya kamyonekê de. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî û milîsên hevalbendên wê li nêzî bejarê Seraqibê yê parêzgeha Idlibê bi pêş ve diçin, û hejmareke bajar û gundan li deverê kontrol dikin, çalakgerekî xwecihî Duşemê (3yê Sibatê) ji Diyaruna re ragihand.

Lê heta aniha ew li derveyî sînorê bajar ê îdarî dimînin, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf got û da zanîn kir ku li şûn pêşveçûna ber bi bajar ve, rejîmê bijart ku bajar dorpêç bike.

Seraqib li cihekî stratîjî ye, bi taybet têkildarî bajarê Idlibê, yê ku asêgeha sereke ya hevalbenda tundrew ya Tehrîr el-Şam e.

Esaf got ku bajarok û gundên herî dawî ketine jêr kontrola rejîmê de Kefer Betîx û Dadîx li başûr û rojhilatê gundewarê Seraqibê ne, ligel Enqratî, Hezan, Ermanaya û Mar Hetatê.

Endamên birîndar ên Xûzeyên Sipî tên dîtin piştî êrîşeke asmanî li nêzî bajarê Seraqibê yê parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên birîndar ên Xûzeyên Sipî tên dîtin piştî êrîşeke asmanî li nêzî bajarê Seraqibê yê parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dûman bilind dibe piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Navenda Mîdyayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Dûman bilind dibe piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Navenda Mîdyayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Wî da zanîn "ev nîşaneke dîyar e ku rejîm nêt dike ku rêyên sereke li herêmê kontrol bike, bi taybet şahrêyên M4 û M5".

Şahrêya M5 Şamê bi bajarê Helebê ve girê dide di parêzgeha Idlibê re.

Herwiha Seraqib li ser xaçerêya M4 dikeve, ya ku ji rojava ber bi rojhilat ve diçe di Idlibê re, ya ku asêgeha rejîmê ya kenarî Laziqîya bi Helebê ve girê dide.

Esaf got ku şer û pevçûnên dijwar li mihwerê Tel Merdîxê û deverên derdora wê li başûrê Seraqibê diqewimin, cihê ku Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê lê kom bûne.

Wî anî ziman ku êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî û êrîşên bi mûşekan berdewam li Seraqib û derdora wê dixin û avahî û sazîyan armanc dikin.

Wî got ku nexweşxane, navendên bijîşkî û tîmên ambûlansan hatine armanckirin û anî ziman ku Xûzeyên Sipî ragihand ku nexweşxaneya el-Şamî hate wêrankirin, bijîşkek hat kuştin û herî kêm heft rizgarker di êrşekê de li ser navendê hatin birîndarkirin.

Roja Duşemê, herî kêm neh sivîl di êrîşekê dee li ser bakur û rojavayê deverê hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê got ku çardeh sivîl di êrîşên Yekşemê de hatine kuştin.

Hemû qurbanîyên roja Duşemê xelkên bêwar ên mirin dema ku mûşekekê li otombîla wan da bûn, dema ew ji devera şer li parêzgeha Helebê derdiketin, Rewangehê got, bê destnîşan bike bê êrîş ji alîyê kê ve bû.

Girjî di navbera Turkîya û Rûsyayê de

Esaf got ku gelek xalên çavdêrîyê yê Turkîyayê li hundir û derdora Seraqibê de hene, ji ber vê yekê rejîm û hevalbendên wê nagirine ser bajar.

Wî got ku ev xal di sala 2018an de hatin avakirin da ku çavdêrîya agirbestê bikin, li gorî rêkeftineke di navbera Turkîya û Rûsyayê de.

Wî not kir ku "hêzên rejîma Sûrî roja Yekşemê herî kêm pênc kîlometran dûrî bajar bûn, û ev dûrahî di çend demjimêran de nehatiye guhertin".

Rewangehê got ku hêzên rejîma Sûrî û hêzên Turk roja Duşemê bi awayekî dijwar li wê deverê pevçûn, piştî ku bi şev wan hev gulebaran kir, dema rejîmê deverên li jêr kontrola Turkîyayê li Idlibê bombebaran kirin.

Wezareta Berevanîyê ya Turkîyayê got ku çar leşkerên Turk hatin kuştin û neh jî bindar bûn, tevî ku hevahengîya pêşwext li dor tevgerên hêzên Enqerayê hebû.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsî got ku Enqerayê nikarîbû hişyarîyê derbarê tevgera hêzên xwe di dema bûyerê de bide.

Rewangehê got ku êrîşên bi mûşekan ên toldar ji alîyê Enqerayê ve li ser çeperên rejîmê vê dawîyê herî kêm 13 ji hêzên rejîma Sûrî kuştin û 20 kesên din li Idlib, Hema û Laziqîyayê birîndar kirin.

Rûsya "rêzgirtinê ji rêkeftinan re nagire"

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan heftîya Bûrî Rûsya bersûc kir ku ew "rêzgirtinê ji rêkeftinan re nagire" bo nehiştina êrîşa rejîmê li ser Idlibê.

Wî roja Duşemê got ku ne gengaz e ku Turkîya "bêdeng bimîne" eger hêzên wê werin kuştin, û hişyarî da Rûsyayê ku nekeve rêya bersiva wê.

Berpirsekî payebilind ê Turk got ku êrîşa rejîma Sûrî li ser hêzên Turk û êrîşa rejîmê bi giştî "bi parastina Rûsî" hat bicihnîn.

"Divê Rûsya vê parastinê ji ser endamên rejîmê yên êrîşî hêzên Turk li deverê kirin rake," peyvdarê partîya hakim Omer Celik ji CNN Turk re ragihand.

Sibeha Yekşemê, karwaneke serbazî ya Turkî ku ji sed navgînan pêk dihat desrbasî bakurê Sûrîyayê bû, û li Idlib û parêzgeha Helebê ya cîran belav bû, li gorî Rewangehê.

Nîvê niştecîyên herêma Idlibê di şer de bêwar bûne, gelek ji wan li penagehên neseqamgîr li gundewarê li dirêjahîya sînorê bi Turkîyayê re dijîn.

Enqera -- ya ku mêvandarîya bêhtir ji sê milyon penaberên Sûrî dike li ser xaka xwe -- ditirse ku ev şerê herî dawî bibe sedema ku xelk bi koman biherikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500