Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Êrîşa rejîmê ya xwînawî fêrgehan li Idlibê armanc dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanên Sûrî li taxeke bajarê Idlibê digihine hev piştî ew ji alîyê hêzên rejîma Sûrî ve hatin bombebarankirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanên Sûrî li taxeke bajarê Idlibê digihine hev piştî ew ji alîyê hêzên rejîma Sûrî ve hatin bombebarankirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xwendekar û mamosta di nav kesên ku di roja Sêşemê (25ê Sibatê) de hatine kuştin de bûn li fêrgehên bajarê Idlibê, piştî ku hêzên rejîma Sûrî êrîşeke kujêner berdewam kir bo vegerandina asêgeha opozîsyonê ya dawî li welat.

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan roja Çarşemê careke din ji rejîma Sûrî xwest ku "di zûtirîn dem de êrîşên xwe rawestîne" û ji xalên artêşa Turkî vekişe berî dawîya meha Sibatê, AFP ragihand.

"Em dê gaveke biçûk jî venegerin li Idlibê, bê guman em dê rejîmê der bikin derveyî sînorên me destnîşan kirine û vegera xelkê bo malên wan misoger bikin," Erdogan ji parlemantarên partîya xwe ya hakim li parlemanê li Enqerayê got.

"Hêzên rejîma Sûrî li du fêrgehan, baxçekî zarokan û taxeke niştecihbûnê li bajarê Idlibê dan di êrîşa roja Sêşemê de, " çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Bombeyeke topavêjê ya ne teqiyayî li ser erda hewşa fêrgehekê li bajarê Idlibê ketiye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bombeyeke topavêjê ya ne teqiyayî li ser erda hewşa fêrgehekê li bajarê Idlibê ketiye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Niştecihên Idlibê yên bêwar di xwenîşandanekê de beşdar dibin li nêzî sînorê Turkîysyê, kuştin û wêrankirina li ser destên rejîma Sûrî û Rûsyayê şermezar dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Niştecihên Idlibê yên bêwar di xwenîşandanekê de beşdar dibin li nêzî sînorê Turkîysyê, kuştin û wêrankirina li ser destên rejîma Sûrî û Rûsyayê şermezar dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Herî kêm 20 sivîl li parêzgeha Idlibê hatin kuştin di tundûtûjîya Sêşemê tenê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Mamosta û xwendekar tên kuştin

Du mamostayên jin û mamostayekî mêr û xwendekareke keç li fêrgeha Beraimê di bembebaranê de li bajarê Idlibê hatin kuştin, Idlibî ji Diyaruna re ragihad.

Hevdem Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) ragihand ku heşt fêrgeh û baxçên zarokan roja Sêşemê li parêzgeha Idlibê hatin armanckirin ji alîyê balefirên şer ên rejîmê û mûşekên wê bi bombeyên gûşî barkirî.

Idlibî got ku herwiha navçeyên niştecihbûnê li bajarê Idlibê rastî êrîşekê ji alîyê rejîma Sûrî û balefirên şer ên Rûsî hatin, ên ku bombeyên gûşî bi ser bajar berandin.

Peymaneke navdewletî (Peymana Cebilxaneyên Gûşî) ya ji Tebaxa 2010an ve tê bicihanîn bikaranîn guhestin û depokirina bombeyên gûşî qedexe dike.

Idlibî got ku Bikaranîna wan li gorî qanûnên navdewletî sizabar e.

Rêxistina Save the Children roja Sêşemê bang kir ku fêrgeh dûrî şer bimînin.

"Divê fêrgeh ji zarokan re penageheke ewle bimînin," Sonya Xoş birêvebera Besivdayîna Xêrxwazîyê li Sûrîyayê got.

Wê got ku "êrîşên îro nîşaneke dinin ku şerê li bakur û rojavayê Sûrîyayê gihaye astine kambax ji tundûtûjîyê li dijî zarok û sivîlan". "Tu cihê ewleh tune ye, heta bi fêrgehan jî."

Rejîm Kefer Nibulê vedigerîne

Hêzên rejîma Sûrî roja Sêşemê asêgeha opozîsyonê Kefer Nibul -- serkeftineke sembolî ye -- ligel 18 bajarok û gundên nêzîkî wê vegerandin, li gorî Rewangehê.

Idlibî got ku hêzên rejîma Sûrî û hêzên girêdayî wê yên bi pêş ve diçin, bi piştgirîya êrîşên asmanî yên Rûsî, herwiha karîbûn dest deynin ser bajarokên Maeret Hurmayê û Maeret Sîn, li başûrê bajarê Idlibê.

Wî got ku şer Çarşemê li gundewarên başûr û rojhilatî yên Idlibê berdewam bû, ku êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî berdewam kirin û hin xalên Turkî rastî tpbarana topxaneya rejîmê hatin.

Wî got ku hat ragihandin ku qurbanî di nav refên hêzên Turkî de, yên li balefirxaneya serbazî ya Teftenazê bi cih bûne li bakurê Idlibê, hebûn.

Wî da zanîn ku bajarokê Nêrebê aniha li jêr kontrola komên opozîsyonê û hêzên Turkî ye, yên ku herwiha Maeret Alya vegerandin.

Idlibî ji Diyaruna re ragihand ku sivîl berdewam ji deverên hevtixûb bi bajarê Idlibê re derdikevin û ber bi deverên li nêzî sînorê Sûrîya û Turkîyayê ve yên heta radeyekê ewleh in diçin.

Wî got ku sivîlên zor li wan ku ji malên xwe birevin ji ber tundûtûjîya vê dawîyê xwepêşandanên mezin organîz kirin daku wêrankirin û kuştina li ser destên rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê şermezar bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500