Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alarm bilind dibe hevdem ku şer û pevçûnên dijwar li Idlibê berdewam in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Vê otombîlê malbateke ku ji şer revîya hil digirt dema ku ew li rêyeke ku diçe bakurê Sûrîyayê wergerîya. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Vê otombîlê malbateke ku ji şer revîya hil digirt dema ku ew li rêyeke ku diçe bakurê Sûrîyayê wergerîya. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov Sêşemê (25ê Sibatê) bangên bo rawestandina êrîşa rejîmê ya bi piştevanîya Rûsyayê li ser bakurê rojavayê Sûrîyayê red kirin.

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan got ku ew plan dike ku lûtkeyekê roja 5ê Adarê bi rêberên Rûsya, Fransa û Almanyayê li dar bixe li dor bilinbûna asta şer û pevçûnan.

Lê Sêşemê wî got ku dibe ew danûstandinên rû bi rû bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re pêk bîne, yan li Stanbulê yan li Enqerayê.

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (Xaça Sor) Sêşemê got ku "ew pir nîgeran e" ji ber rewşa sivîlên ku ji şer û pevçûnan direvin.

Ev tankeke şewitî ye li derbasgeha bajarokê Neyrebê, yê ku şer û pevçûnên dijwar lê li dar in. Tê gotin ku hêzên rejîma Sûrîyayê bo derveyî bajarok vekişiyane. [Wêne ji hesabê Telegramê yê Feyleqê Parêzvanên Helebê hatiye wergirtin]

Ev tankeke şewitî ye li derbasgeha bajarokê Neyrebê, yê ku şer û pevçûnên dijwar lê li dar in. Tê gotin ku hêzên rejîma Sûrîyayê bo derveyî bajarok vekişiyane. [Wêne ji hesabê Telegramê yê Feyleqê Parêzvanên Helebê hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî rêya xwe di kavilên xanîyekî re vedike, ku bûye armanca lêdaneke asmanî, li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî rêya xwe di kavilên xanîyekî re vedike, ku bûye armanca lêdaneke asmanî, li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

"Ev pêla herî xerab a bêwarîyê ye bi dirêjahîya cenga Sûrîyayê," Fabrizyo Karbonî, Birêveberê Beşê Rojhilata Navîn li Xaça Sor ragihand.

"Di vê serma û seqema zistanê de li Idlibê, sivlî asêmayî ne, û dorpêşkirî ne û nikain debar bikin. Ev rewş bi yekcarî nayê qebûlkirin," wî got, û bang li hemû alîyan kir ku "bi awayekî yekser" rê bidin sivîlan ku birevin devereke ewleh.

Şer û pevçûn li herêma Idlibê Sêşemê berfireh bûn, tevî hebûna hişyarîyekê jihêla NY, ku roja Duşemê der ket, ku ew ditirse "xwîn weke çem biherike" eger şer dewam bike.

Amarên bilind ên mirinê

Êrîşên asmanî û topbaranên rejîma Sûrîyayê 19 sivîl li herêma Idlibê Sêşemê kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê got ku heşt ji kuştîyên di êrîşên li ser bajarê Idlibê û bajarokên Biniş û Maeret Misrînê zarok in.

Rewangehê da zanîn ku dora 100 çekdaran ji herdu alîyên şer roja Duşemê hatiye kuştine, di nav de neh çekdarên rejîmê yên ku di topbaranên Turkî de hatine kuştin.

Hêzên rejîma Sûrîyayê û hêzên Rûsî, ligel milîsên alîgir, tevlî şer û pevçûnan li dijî Tehrîr el-Şam û komên opozîsyona çekdar, ênTurkîya piştevanîya wan dike, bûn, çalakgerekî bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek dever li gundewarê Idlibê ji ber êrîşên asmanî û topbaranan bi erdê ve bûne, û sivîl bi hejmareke yekcar mezin hatine kuştin.

Esaf got ku hêzên Turkîyayê û milîsên Sûrî "êrîşeke dijwar dest pê kirin û bajarokê Nêreb ê stratîjî vegerandin, yê ku hêzên rejîmê berî çend rojan ew kontrol kiribûn".

Bajarok di van rojên dawî de ketiye jêr kontrola gelek hêzan de

"Hêzên êrîşker karîn di nava bajarok de pêşveçûnan pêk bînin û hêzên rejîmê bo derdora bajarok vekişîyan," wî got.

Tê gotin ku Duşemê karwaneke navgînên serbazî yên Turkîyayê bû armanca lêdaneke asmanî ku di encamê de çend birîndar hene.

Peşveçûna rejîmê berdewam e

"Hêzên rejîmê karîn li gundewarê başûrî yê Idlibê bi pêş kevin, û dest danîn ser bajarokên Şêx Damis, Rekaya, Hantotîn, Kefer Sicna, Tel el-Nar, Naqir û Şêx Mustefa," Esaf got.

Wî da zanîn ku pevçûnên dijwar hîn li Maeret Hurmayê berdewam in.

"Gelek dever bûn armancên balefirên şer ên Rûsî, bi taybetî Kefer Ewîd, Kefer Nebil, Sufuhûn û Kensefrayê," Esaf got.

"Êrîşên asmanî çend xalên pişkinînê û çeperên artêşa Turkîyayê yên li deverê arrmanc kirin, di encamê de agir bi navgînên serbazî ket û hejmarek ji leşkeran hatin kuştin û birîndar bûn," wî got.

Wî got ku ev êrîş bêhtir li Bera û Kensefrayê li Cebel Zawiyayê li başûrê parêzgeha Idlibê pêk hatine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500