Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Turkya hewl dide ku alozîyê bi Rûsyayê li Sûrîyayê bêfitîl bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Navgînên serbazî yên komên opozîsyona Sûrî yên alîgirê Turkyayê ber bi deverên ku şerê dijwar li dijî hêzên rejîma Sûrî û milîsên alîgirê rejîmê li wan heye diçin. [Wêne ji rojnamevanekî Sûrî hatiye wergirtin]

Navgînên serbazî yên komên opozîsyona Sûrî yên alîgirê Turkyayê ber bi deverên ku şerê dijwar li dijî hêzên rejîma Sûrî û milîsên alîgirê rejîmê li wan heye diçin. [Wêne ji rojnamevanekî Sûrî hatiye wergirtin]

Serokê Turkî Recep Tayyip Erdogan roja Înê (21ê Sibatê) bang kir bo "kirareke berçav" da nehêle ku krîzek li asêgeha dawî ya opozîsyona Sûrîyayê çêbibe di axaftineke telefonê bi hevtayên xwe yê Frensî Alman re.

Krîzeke mirovî dest pê kir li parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojavayê welat dema rejîma Sûrî, bi piştgirîya êrîşên asmanî yên Rûsî, êrîşekê berdewam dike ku hişt dora milyone sivîl ji malên xwe birevin.

Di axaftike telefonê bi Şêwirmenda Alman Angela Merkel û Serokê Frensî Emmanuel Macron re, Erdogan "teqez kir ku divê êrîşa rejîmê û piştgirên wê li Idlibê were rawestandin", serokatîyê got.

Herwiha Erdogan teqez kir ku hewcedarî heye ku "piştgirîyeke xurt dabîn bikin" di rêya kirarên berçav da nehêlin kukrîzeke mkrovî çêbibe.

Çekdarê Tehrîr el-Şam xwe amade dikin da ku li bajarokê Nêribê yê Sûrî belav bibin, cihê ku şerê dijwar rû dide. [Wêne ji hisabekî Telegram ê Rojnamevanekî Idlibê hatiye wergirtin]

Çekdarê Tehrîr el-Şam xwe amade dikin da ku li bajarokê Nêribê yê Sûrî belav bibin, cihê ku şerê dijwar rû dide. [Wêne ji hisabekî Telegram ê Rojnamevanekî Idlibê hatiye wergirtin]

Merkel û Macron roja Pêncşemê bi Serokê Rûsî Vladimir Putin re axêvîn, wan bang kir ku şer bi dawî bibe û hewl da ku lûtkeyeke çaralî were lidarxistin, di nav wan de Erdogan.

Di axaftina xwe ya telefonê de bi Putin re, Merkel û Macron herwiha tirsa xwe derbarê "bobelateke mirovî" derbirîn kir.

Her 27 serkirdeyên Yekîtîya Ewropayî êrîşên rejîma Sûrî li ser abjarê Idlibê şermezar kir, û wan hişyarî bo bobelateke mirovî da

"Nûkirina êrîşa serbazî li ser Idlibê ji alîyê rejîma Sûrî û alîgirên wê ve, ya êşeke mirovî ya mezin encam dide, neyê pejirandin," encumena Yekîyîya Ewropayî, ya ku nûnertîya 27 dewletên endam in di Yekîtîya Ewropayî de got.

Encumenê anî ziman ku "Yekîtîya Ewropayî hemû alîyên şer han dide ku rêzê ji pêbendîyên xwe re bigirin li gorî qanûna mirovî ya navdewletî û li gorî qanûna mafên mirov a navdewletî û da destûrê bê astengî bidine alîkarîyên mirovî ku bigihine wan kesên hewcedar".

Şerê di nav hêzên Turkî û hevalbendên wan ên Sûrî li dijî hêzên rejîma Sûrî 27 çekdar di wan de mirin roja Pêncşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê eşkere kir ku herî kêm 11 çekdarên alîgirê rejîmê û 14 ji alîyê opozîsyonê, herwiha du leşkerên Turkî hatin kuştin.

Turkya 16 karmendên serbazî ji dest dan li Idlibê di vê mehê de di şerên bi hêzên rejîma Sûrî re û çeperên xwe qayim kirin û ji rejîmê xwest ku vegere.

"Ti rûbirûbûn" bi Rûsyayê re nîne

Turkyayê got ku ew ti "rûbirûbûnê" bi Rûsyayê re naxwaze.

Rûsyayê di heman demê de hişyarî da Turkyayê ku nema "terorîst" bi çek bike, ew dibêje balefirên şer ên Rûsî li komên ku Enqera piştgirîya wan dike da li devera Idlibê.

Enqera angaştinê Moskoyê red dike ku ew piştgirîya komên tundrew ên li deverê dike.

"Nêta me nîne ku em bi Rûsyayê re rû bi rû bibin," wezîrê berevanîyê yê Turkyayê Hulusi Akar ji stasyona CNN Turk re got, û anî ziman ku giftûgo dê bi berpirsên Rûsî re berdewam bin.

Yek ji dozên ku têne nîqaşkirin ew e mewdayê asmanî li ser Idlibê û pêşbînîyên Turkyayê ji Rûsyayê re ku ew destwerdanê neke, Akar got.

Ti rêkefyinên berçav di nav Rûsya û Turkyayê de nebûn piştî du gerên giftûgoyan di navbera şandeyên wan de li Enqera û Moskoyê di destpêka vê mehê de.

Enqera israr dike ku ew dixwaze ku bobelateke mirovî çênebe lê herwiha ew dixwaze ti penaber ber bi Turkyayê ve neherikin, ya ku berî vê 3.6 Sûrî lê ne.

Wezareta berevanîyê ya Turkî got ku wê roja Pêncşemê li hêzên rejîmê vegerand "bêtirî 50 endamên rejîmê, pênc tank, du barkêşên leşkeran ên zirêpûş, du pîkapên zirîoûş û topavêjek hatine wêrankirin".

Herwiha hat gotin ku şer di navbera hêzên rejîmê û çekdarên opozîsyonê yên Turkya piştgirîya wan dike li Nêribê rû dan, di navbera bajarê Idlibê û bajarokê Seraqibê de, li gorî Rewangehê.

Rejîm ji Nêribê hat derkirin

Milîsên opozîsyonê yên Turkya piştgirîya wan dike li Idlibê, bi piştgirîya hêzên Turkî, dest danîne ser bajarokê Nêribê yê li başûr û rojhilatê Idlibê piştî wan zor lu hêzên rejîma Sûrî kir ku vekişin, çalakgerê Idlibê Heysem Idlibî ji Diyarunare ragihand.

Wî got ku hêzên Turkî rastî bombebarandina êrîşên asmanî yên Rûsî hatin ku du leşkerên wan kuştin û pênce din jî birîndar kirin.

Wî got ku Bûyerê rû da piştî êrîşeke ji alîyê komên opozîsyonê û Tehrîr el-Şam ve li ser Nêribê.

Idlibî got ku hêzên Turkî piştgirîya xurt bi mûşekan û navgînên serbazî yên pêşketî dabîn kir ber bi zonên şer ve weke hewldanekê da ku deverên rejîmê ku di van rojên dawî de kontrol kirin vegerîne.

Wî got ku cihê Nêribê girîng e, ji ber ew li ser korîdoreke stratejîk ber bi bajarê Idlibê ve dikeve, asêgeha sereke ji Tehrîr el-Şam û komên opozîsyonê yên din re.

Idlibî got ku "rejîm ji Nêribê vekişiya û hêzên êrîşê derbasî bajarok bûn û li başûrê bajarok bi cih bûn û operesyonên maliştinê bi cih tînin".

Wî anî ziman ku şerên giran, bombebarandin û êrîşên asmanî berdewam in, gelek bajarok û gund li Idlibê rastî êrîşên asmanî yê Rûsî tên.

Di nav birîndaran de di şerê berdewam de du çalakgerên medyayê hene, Ibrahîm Derwîş û Ehmed Rehal, ên ku telezmekî mûşekeke ku balefireke şer a Rûsî avêt li wan ket dema wan şer radigihand, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500