Nûçeyên Iraqê
Penaber

Bipêşveçûna rejîmê li Helebê dibe sedem ku 900,000 Sûrî birevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Jinên Sûrî ligel zarokan li meydaneke herî li kampa Waşo Kanî ji bo bêwaran, li nêzî bajarê Hesekê yê piranîya wî Kurd in li bakur û rojhilatê Sûrîyayê, di 17ê Sibata 2020an de. [Delîl Sulêman/AFP]

Jinên Sûrî ligel zarokan li meydaneke herî li kampa Waşo Kanî ji bo bêwaran, li nêzî bajarê Hesekê yê piranîya wî Kurd in li bakur û rojhilatê Sûrîyayê, di 17ê Sibata 2020an de. [Delîl Sulêman/AFP]

Hêzên rejîma Sûrî êrîşa xwe berdewam dikin da derxistina xelkê bo derveyî asêgeha opozîsyonê ya dawî li bakurê Sûrîyayê, tevî ku rêxistinên alîkarîyê û çalakgerên xwecihî hişyarî dan ku encamên "tirsdar" dê li ser sivîlên li deverê hebin.

"Şerê rizgarkirina parêzgehên Heleb û Idlibê berdewam, bê ku em guh bidin bayê germ ê ku ji bakur ve tê," Serok Sûrîyayê Beşar Esed roja Duşemê (17ê Sibatê) got di gotarekê de li ser televîzyona dewletê, wî behsa hişyarîyên ji alîyê Turkyayê ve dikir.

Encamên êrîşê yên dijwar hene, dema ku bi sed hezaran bêwarê sivîl û zarokên bişîr jiber sermayê dimirin ji ber kampên bêwaran mişt in.

Êrîşa rejîmê bi piştgirîya Rûsîyayê li bakur û rojavayê Sûrîyayê 900,000 kes bêwar kirine ji destpêka Kanûna Yekem ve, li gorî NY.

Leşkerên artêşa Sûrî bi pêş ve diçin li ser rêyekê li gundewarê bakurê Helebê di 17ê Sibata 2020an de. [AFP]

Leşkerên artêşa Sûrî bi pêş ve diçin li ser rêyekê li gundewarê bakurê Helebê di 17ê Sibata 2020an de. [AFP]

Doman bilind dibe piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser deverên sivîl li gundewarê rojavayê Helebê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Doman bilind dibe piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser deverên sivîl li gundewarê rojavayê Helebê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

"Krîz li bakur û rojavayê Sûrîyayê gihaye asteke nû ya tirsdar," Mark Lowcock, serokê karûbarên mirovî û hewarçûna lezgîn.

Bêwar bi poiranîya xwe jin û zarok in ku "ku şok bûne û zor li wan hatiye ku li derve razin di sermayê de ji ber kamp mişt in", wî roja Duşemê got. "Dayîk lekan dişewitînin da ku zarokên xwe germ bikin. Zaroên bi şîr û zaroên piçûk ji ber sermayê dimirin."

"Bijarde tenê agirbestek e," Lowcock got.

Di vê tundîya dawî de roja Sêşemê herî kêm du sivîl mirin. Yek di êrîşa asmanî ya Rûsî de hat kuştin û yê din di bombebarandina rejîmê de.

Endamekî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), a ku piştgirîya Esed dike, di êrîşeke bi moşekan hat kuştin, was killed in a rocket strike, ajansa nûçeyam a Fars ragihand.

Bang bo korîdorên mirovî

"Di van her çar rojên dawî tenê de, 43,000 kesên bêwar ên nû ji rojavayê Helebê reviyane, cihê ku bi awayekî taybet şer lê dijwar bû," peyvdarê NY David Swanson ji AFP re roja Sêşemê got.

Wî got ku ji destpêka Sibatê ve, hejmara bêwarbûnên bizdayî gihiştiye 300,000 kesan.

Ofîsa NY bo Hevahengîya Karûbarên Mirovî got ku pileya germahîyê daket kêmî heftan Celaius li hin deveran heftîya borî.

"Ew malbatên ku karîbûn kel û pelên xwe bi xwe re bibin dema ew ji malên xwe reviyan tê gotin ku ew çi keve ber destên wan de dişewitînin, di nav de mobîlya û çi tiştê ne gerekî wan be da ku xwe demeke kurt germ bikin," ofîsa NY got.

Komîsyonera Bilind a NY Michelle Bachelet bang bo vekirina korîdorên mirovî bo sivîlan kir bo rêgirtin li ber kuştina kesên bêhtir.

"Ji ber ku êrîşa hikûmetê didome û xelk neçar dibe xwe li deverên tengtir bigire, ez ditirsim ku hîn xelk werin kuştin," wê di daxuyanîyekî de got.

Pêleke mezin a bêwaran

Herêma Idlibê, di nav de dever in ji parêzgeha Helebê, warê dora sê milyon kes e, ku nîvê wan ji deverên din ên wî welatî bêwar bûne.

Di heftîyên dawî de, hêzên rejîma Sûrîyayê û yên ku Rûsya piştevanîya wan dike êrîşa xwe ya li dijî opozîsyonê û komên terorîst ên li herêmê dijwar kirine..

Wan dest danî li ser rûberên berfireh ên Idlibê û herwiha deverên sereke bo misogerkirina ewlehîya şehrêya M5,ya ku Şamê bi Helebê ve girê dide, di bajarên Hums û Hemayê re, û herwiha tevahîya derdora bajarê Helebê bo yekem car ji sala 2012an ve..

"Pêleke mezin [a bêwaran] gihiştiye bakurê Sûrîyayê û deverên hinekî ewlehtir li nêzî sînorê bi Turkîyayê re piştî pêşveçûna artêşa rejîma Sûrîyayê û milîsê wê li deverên li başûr û rojavayê bajarê Helebê", ku Tehrîr el-Şam ji dora 80 gund, bajarok û xalên pişkinînê vekeşîyaye, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

"Rewşa bêwaran trajîdî ye û ew li kampên nefermî belawela ne" di demekê de ku pileyên germahîyê dadikevin, wî got.

Wî got ku bi hezaran sivîl ji Helebê û deverên li derdora wê direvin ji tirsa ku ew li ser destê hêzên rejîmê û milîsên wê werin girtin û eşkencekirin bi behaneya ku ew ser bi komên opozîsyonê ne.

Wî da zanîn ku tirsa ji leşkerîya neçarî faktorekî din e.

Tundûtûjîya bêserûber

Ev hejmara mezin a bêwaran nîşan dide ku rejîmê rêza miletê xwe nagire, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re teqez kir.

"Çawa rejîm dikare bibêje ku ew sivîlan diparêze di demekê de ku malên wan tên bombebarankirin û bi sedan ji wan bi alîkarîya Rûsyayê tên kuştin?" wî pirsyar kir.

"Tiştê îroj rû dide berfirehkirina hejmûna Rûsî ya li ser hesabê gelê Sûrîyayê ye," wî got.

Lowcock ji NY haydarî da ku tundûtûjî "bêserûber" e.

"Fermangehên tendirustîyê, dibistan, deverên niştecihbûnê, mizgeft û bazar hatine armanckirin," wî got. " Dibistanan dergehên xwe girtine, gelek fermangehên tendirustî hatine girtin. Xeterîyeke cedî ya belavbûna nexweşîyan heye. Êdî bînesazîya bingehîn ne berdest e".

"Aniha raport dighêjin me ku cihên mayîna bêwaran tên armanckirin, û di encamê de kuştî, birîndar û bêwarî hene," wî got.

Operasyoneke hawarçûnê ya berfireh ji alîyê sînorê Turkîyayê ve "asteng bûye". "Alav û amûrên ji hêla xebatkarên hawarçûnê ve dihatin bikaranîn tên têkbirin. Xebatkarên mirovî bi xwe yan bêwar dibin an tên kuştin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump Yekşemê (16ê Sibatê) bang li Rûsyayê kir ku piştgirîya xwe ya ji "felaketên" rejîma Sûrîyayê yên li herêma Idlibê re bi dawî bike, Koçka Sipî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500