Nûçeyên Iraqê
Penaber

Çalakgerên Sûrîyayê banga alîkarîyê bi sivîlên bêwar re dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev nîşaneke li bajarokê Selqînê yê Idlibê ye ku dibêje dê nan bê pere li ser kesên ji zonên şer ên li gundewarên Idlibê û Helebê revîyane were belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Selqînê hatiye wergirtin]

Ev nîşaneke li bajarokê Selqînê yê Idlibê ye ku dibêje dê nan bê pere li ser kesên ji zonên şer ên li gundewarên Idlibê û Helebê revîyane were belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Selqînê hatiye wergirtin]

Mîdyaya Sûrî û çalakgerên hawarçûnê banga alîkarîkirinê bi sivîlan re li parêzgehên Helebê û Idlibê li bakurê rojavayê wî welatî dikin, hev dem kurejîma Sûrîyayê zorê dide operasyoneke serbazî kubûye sedema bêwarbûna bêhtir ji 900,000 kesî ji meha Kanûna Yekem de.

Bi hezarên sivîlan ji şer û pevçûnan revîyane di rojên dawî de, û bêwarên nû neçar mane ku li çolê bimînin, li deverên hinekî ewlehtir li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, di demekê de ku kampên heyî mişt in, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku kêmbûna alîkarîyê ji xelkê ku nû bêwar bûne re di asteke pir tirsêner de ye, û bûye cihê nîgeranîya çalakgerên deverê.

Wî daxuyand ku vê rewşê hişt ku komeke mezin a çalakgeran bangewazîyekê, di rêya mîdyaya civakî re, derxînin û banga gihandina alîkarîyên lezgîn bo sivîlên li deverên ku hîn li derveyî kontrola rejîmê ne kirin.

Endamên Xûzeyên Sipî alîkarîya bijîşkî ya lezgîn didin zarokeke ji gundewarê Helebê bêwarbûyî, ku tûşî jehirîya bi xwarinê bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî alîkarîya bijîşkî ya lezgîn didin zarokeke ji gundewarê Helebê bêwarbûyî, ku tûşî jehirîya bi xwarinê bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Navgîn sivîl Sûrî dibine dûrî zonên şer li gundewarê Idlibê û Helebê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Navgîn sivîl Sûrî dibine dûrî zonên şer li gundewarê Idlibê û Helebê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku sivîl li bakurê Sûrîyayê rewşên pir zehmet jîyan dikin piştî heşt salan ji cengê, û êdî hejmara bêwaran pir zêde ye.

Wî daxuyand ku yek ji kêşeyên herî mezin nebûna alîkarîyeke organîzkirî ye ji hêla rêxistinên navdewletî yên serekî ve.

Xebatên hawarçûnê yên xwecihî

"Tevî xebatên hawarçûnê yên ku kesên xwecihî li ser erdê organîz dikin pir sînordar û biçûk in, lê bandoreke wan a zelal tê xuyanîkirin," Idlibî got.

Wî got ku ev xebat ji komkirina pereyan û alîkarîyan pêk tên, û herwiha insiyatîvên kesane, mîna dayîna xwarinê û nan bo bêwaran bi bêberamber.

Wî daxuyand ku embarên xwarinê û pêdivîyên serekî hêdî hêdî vala dibin, ji ber ku nifûsa bakurê Sûrîyayê sê milyon kes derbas kiriye.

Wî teqez kir ku rewşa kampên nefermî şepirze ye, û hema bibêje ku guhlêdana tendirustî bi yekcarî ne berdest e û kêmbûneke dijwar di xwarinê û mazotê de heye di van rojên ku pileyên germahîyê bûzker in.

Wî dîyar kir ku çend haletên kuştinê hatine tomarkirin, û kesên kal û zarok li ber sermayê ne.

Herwiha, 12 zarok û sê jin li kampeke nêzî sînorê bi Turkîyayê re tûşî jehrîya bi xwarinê bûne piştî ku wan xwarina dembiserçûyî xwarîye, û ji hêla Xûzeyên Sipî ve bo xaleke bijîşkî bo tedawîkirinê hatine veguhestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500