Nûçeyên Iraqê
Penaber

Êrîşa li ser Idlibê dibe sedema pêleke bêwarîya bikom

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Baseke biçûk rastî topeke rejîma Sûrî hat ku neh rêwî hatin kuştin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Baseke biçûk rastî topeke rejîma Sûrî hat ku neh rêwî hatin kuştin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşa rejîma Sûrî ya bi piştevanîya Rûsyayê li ser parêzgeha Idlibê li bakur-rojavayê welat hişt ku yek ji mezintirîn pêlên bêwarîyê ji çaxê şer de rû bide.

Êrîşên asmanî yên giran di van heftîyên dawî de û êrîşeke bejahî ya dijwar hişt gelek bajarok li Idlibê vala bibin û hejmarek mezin ber bi bakur ve birevin, wate ber bi sînorê Turkîyayê ve.

"Ji 1ê Kanûna Yekem ve, dora 520,000 kes ji malên xwe bêwar bûn, piranîya wan, wate 80% ji wan jin û zarok in" peyvdarê Ofîsa NY a Hevahengîkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) David Swanson Sêşemê (4ê Kanûna Duyem) ragihand.

Bêwarî ligel zivistaneke sar tê.

Sivîl hewl didin agirê ku ji ber êrîşa asmanî vêketîye vemirînin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Sivîl hewl didin agirê ku ji ber êrîşa asmanî vêketîye vemirînin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Du endamên Tehrîr el-Şam wêneyekî ligel tankeke T90 ya rejîma Sûrî ku ji alîyê Rûsyayê ve hatiye sazkirin dikişînin, ku di şerê li gundewarê Helebê de dest li ser hatibû danîn. [Wêne ji Rojnamegerekî Sûrî hatiye wergirtin]

Du endamên Tehrîr el-Şam wêneyekî ligel tankeke T90 ya rejîma Sûrî ku ji alîyê Rûsyayê ve hatiye sazkirin dikişînin, ku di şerê li gundewarê Helebê de dest li ser hatibû danîn. [Wêne ji Rojnamegerekî Sûrî hatiye wergirtin]

Swanson da zanîn ku "ev bêwarîya dawî rewşa mirovî ya tirsnak li ser erdê zêdetir dike, gava bêhitr ji 400,000 kes ji dawîya Nîsanê heya dawîya Tebaxê bêwar bûne, ku gelek ji wan kesan bixwe gelek caran bêwar bûne".

Wî got ku NY derbarê rewşa bêhtir ji sê milyon kesî de nîgeran bû, ku nîvê wan bêwar in, û li parêzgeha Idlib û deverên derdora wê dijîn.

Rejîma Sûrî û alîgirên wê di heftîyên dawî de bi dehan gund û hinek bajarokên sereke di nav de Maeret Numanê bi dest xistin, li herêma ku bi piranîya xwe di destê hevbendîya tundrew a Tehrîr Şam de ye, û aniha ew ber bi bakur ve diçin.

Turkîya, ya ku sê milyon penaberên Sûrî dihewîne, ditirse ku pêleke din a mezin a penaberan bi ser de were.

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guterres Şemîyê bang li hemû alîyên şer kir ku tundîyê rawestînin û rê bidin ku alîkarîyên mirovî yên pêwîst derbas bibin.

Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (WHO) Duşemê nîgeranîya xwe ji rewşa li herêmê ku egerîya belavbûna nexweşîyan zêde dike anî ziman.

"Negihiştina dermanan û kêmpaqijî, gelemşe û bêwarîya bikom metirsîya belavbûna nexweşîya sorik, navçûyîn û gelek nexweşîyên din çêdikin," birêveberê beşê rewşên awarte yên herêmî yê WHO Rîk Brenan anî ziman.

Qurbanîyên sivîl

Bi dehan sivîl hatin kuştin an jî birîndar bûn gava ew ji gundewarê Heleb û Idlibê li jêr êrîşine asmanî û bombebaranine giran direvîyan, çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re teqez kir.

Hêzên rejîmê Duşemê baseke biçûk li devera Cemîyet el-Rehal li gundewarê Helebê kir armanc, di encamê de malbatek ji neh kesan hat kuştin-- sê jin, çar zarok û du zilam, çalakger Heysem Idlibî ragihand.

Wî dîyar kir ku sibeha heman rojê, balafirên Rûsî komeke malên sivîlan li nêzî bajarokê Ernaz kir armanc, di encamê de zarokek hat kuştin, hejmarek sivîl jî birîndar bû û agir bi dar û traktorên çandinîyê ketin.

Idlibî da zanîn ku bajarokê Urm Kubra bi balafirên Sûrî hat armanckirin ku du sivîlan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Wî got ku ziyanên canî di nava sivîlan de û vegera êrîşên asmanî yên dijwar li gel şerên giran ên li rojavayê devera Cemîyet el-Zehra li rojavayê Helebê tên, şerên ku di navbera komên çekdar, hêzên rejîmê û alîgirên wê de rû didin.

Idlibî anî ziman ku herdu alî aniha li ser deverên Raşdîn 5, Kleriye, Raşdîn 4, Herş Sehefîyîn, Bihûs el-Ilmî (Navenda Lêgerînên Serbazî), Şwêhna û Biyût Muhena şer dikin.

Wî ji Diyaruna re got ku herduwan jî hejmareke mezin a ziyanên canî dît, ku herî kêm 50 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Asta girjî û tengejîyan li herêmê bilind dibe, artêşa Sûrî û Turkî Duşemê ketin şerine herî giran de ji çaxa Enqerayê hêzên xwe di 2016an de şandin Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500