Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî rêya M5 kontrol dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Xûzeyên Sipî li otombêleke ku bi êrîşeke asmanî li gundewarê Helebê hatiye wêrankirin dinêre. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî li otombêleke ku bi êrîşeke asmanî li gundewarê Helebê hatiye wêrankirin dinêre. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrîyayê Sêşemê (11ê Sibatê) bi temamî rêya serekî ya ku çar bajarên mezin ên welat bi hev girê dide kontrol kirin.

Rêya M5 a ku Şam û Helebê di rêya bajarên Homs û Hemayê bi hev girê dide ji berîya çend salan armanceke sereke bû ji rejîmê re.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku rejîm û alîgirên xwe Sêşemê devera Raşdîn Rebîa ya li nêzî Helebê bi dest xist.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman da zanîn ku "ev tê wateya ku ew ji 2012an ve yekem car rêya M5 kontrol dikin.

Endamine Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, komeke opozîsyonê ye ku Turkîya piştevanîya wê dike, li gundewarê rojhilatî yê Helebê bo pêkanîna êrîşeke dijber kom bûne. [Wêne ji rojnamegerekî Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, komeke opozîsyonê ye ku Turkîya piştevanîya wê dike, li gundewarê rojhilatî yê Helebê bo pêkanîna êrîşeke dijber kom bûne. [Wêne ji rojnamegerekî Sûrî hatiye wergirtin]

Pêşketina rejîmê herwiha bo ewlekirina Helebê jî alîkar e, navenda pîşesazî ya berê ya welêt, ku heya niha rastî êrîşên bi mûşek ji alîyê komên opozîsyonê ve tê.

Bidestxistina rêya stratejî di demekê de tê ku rejîm û alîgirên xweêrîşên xwe li ser herêma Idlib û Helebê girantir dikin, tevî hişyarîyên Turkîyayê yên dubare.

Êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî beşine gundewarê Idlib û Helebê da ber xwe ku herî kêm 30 sivîl hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, rewşa hinekan giran e, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Deverên herî ziyan dîtin Ebin Seman li rojavayê Helebê, ku şeş zarok di nava kuştîyan de bûn; gund û bajarokê Şêx Elî, Kefer Nûran, Urim Suxra; û bajarê Etarib, Idlib û Cisir Şixûr in.

Ildibî dîyar kir ku tîmên rizgarkirinê di zehmetirîn rewş de bi erkê xwe ve radibin, ku êrîşên asmanî yên giran, herwiha xebatkarên rizgarkirinê û otombêlan wan jî kiribûn armanc.

Bipêşdeçûyîna rejîmê berdewam e

Wî got ku şerê dijwar Sêşemê li gundewarê Idlib û Helebê li gel bombebaran û êrîşên asmanî yên giran berdewam kirin, da zanîn jî ku hêzên rejîmê karîbûn ber bi hinek bajarokên Helebê ve biçin, di nav de Xirbet Cezraya û Cedraya.

Idlibî got ku ew gihiştin derdorên Kefer Heleb, Qenatir û Focê.

Komên çekdar ên opozîsyonê bi serperiştîya Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ku Turkîya piştevanîya wê dike hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê li gundewarê Idlibê yê rojhilatî kirin armanc, nemaze li Seraqib, Neyreb, û li başûr û rojhilatê qeraxên Sermînê.

Idlibî ragihand ku komên çekdar ên opozîsyonê li gel êrîşa rejîmê xwe komî ser hev kirine, û raportin hene dibêjin ku ew xwe ji êrîşeke dijber re amade dikin da bajarokê Seraqib û deverên derdora wê vegerînin, ku berî çend rojan ketibûn destê rejîmê.

Wî dîyar kir ku Artêşa Niştîmanî ya Sûrî dest bi amadekarîya vê opozîsyonê kiriye, da zanîn jî ku artêşa Turkîyayê bi bomebaranê rê ji wan re vedike.

Bêhtirî 500 otombêlên serbazî û bi sedan leşkerên Turk di heman demê de gihiştin parêzgeha Helebê da hebûna leşkerî ya Turkîyayê dîsa li wir were sepandin û deverine nû ava bike, Idlibî anî ziman.

Wî destnîşan kir ku hêzên Turk Sêşemê deverên rejîmê bi bomebaraneke giran kirin armanc piştî kuştina pênc leşkerên Turk ku karwana wan a leşkerî li gundewarê Idlibê hatibû bomebarankirin.

Serokê Turkîyayê Recep Tayîp Erdogan Sêşemê soza da ku dê rejîma Sûrî "baceke mezin" bide eger çi êrîşan li ser hêzên Turk pêk bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500