Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Piştî bidesxistina Seraqibê rejîma Sûrî êrîşên xwe dijwartir dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Di wêneyê de wêranîya Seraqibê xuya dibe, ya di dawîya heftîyê de ket destê rejîma Sûrîyayê. [Wêne ji Ajansa Arab News a Sûrî hatiye wergirtin]

Di wêneyê de wêranîya Seraqibê xuya dibe, ya di dawîya heftîyê de ket destê rejîma Sûrîyayê. [Wêne ji Ajansa Arab News a Sûrî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî û milîsên bi ser wê ve bi temamî bajarokê Seraqibê yê li rojhliatê bajarê Idlibê kontrol kirin , ku rejîm û Rûsyayê Duşemê (10ê Sibatê) êrîşên xwe yên asmanî li ser gundewarên Idlib û Helebê berdewam kirin, li gorî çalakgerekî herêmî.

Çalakgerekî Idlibê bi navê Museb Asaf ji Diyaruna re got ku hêzên rejîmê bicihbûna xwe li Seraqibê berdewam kirin piştî hemû komên çekdar ên opozîsyonê jê vekirşîyan.

"Leşkerên rejîmê û milîsên bi ser wê ve hinek mal talan kirin û hinek jî şewitandin," wî got, "û goristaneke ku çekdarên opozîsyonê tê de hatibû veşartin ên di şerên li dijî rejîmê li gundewarê Idlibê hatibû kuştin wêran kirin."

Di dawîya heftîyê de, hêzên rejîmê bi dehan bajarok û gundên li gundewarê Idlib û Helebê standin, piranîya wan li ser rêyeke bilez in, Esaf anî ziman.

Ev malên sivîlan, li bajarokê Maeret Nesan li gundewarê Idlibê bi êrîşên asmanî hatine wêrankirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev malên sivîlan, li bajarokê Maeret Nesan li gundewarê Idlibê bi êrîşên asmanî hatine wêrankirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî û kesine xwebexş textan bo germkirinê li kampeke bêwarîyê belav dikin, ku koma rizgarkirinê bo kesên ji gundewarê Idlibê direvin ava kiribû. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî û kesine xwebexş textan bo germkirinê li kampeke bêwarîyê belav dikin, ku koma rizgarkirinê bo kesên ji gundewarê Idlibê direvin ava kiribû. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku şeş zarok di nav neh sivîlên ku sibeha Duşemê bi êrîşên li ser gundê Ebin Seman ê Helebê de hatibû kuştin hebûn.

AFP ragihand ku êrîşên zêde li ser Helebê pêk tên di demekê de ku bipêşveçûyîna rejîmê ber bi rêya bilez a M5, a ku Şam û Helebê bi hev girê dide û ji rejîmê re xwedî girîngîyeke aborî ye, didome.

Tenê du kîlometir ji rêya bilez mane ku bi temamî bikeve jêr kontrola rejîmê.

Rejma Sûrî di daxuyanîyekê de roja Yekşemê got ku wan rûbereke bi qasî 600 kîlometrên çargoşe vê dawîyê bi dest xistîye, "ku bi dehan gund û deveran" li başûrê Idlib û rojavayê Helebê digire nava xwe.

Êrîşên asmanî yên Duşemê piştî bomebaraneke giran a Rûsya û rejîmê tê ku bi rastî wan herî kêm 20 sivîl li Idlib û Helebê kuştin, li gorî Rewangehê.

Rewangehê dîyar kir ku Yekşemê êrîşên Rûsî 14 kes kuştî li paş xwe hiştin, di nav de neh kes li gundê Kefer Nûran li başûr-rojavayê Helebê.

Rewangehê da zanîn jî ku her wekî êrîşên asmanî yên bi bermîlan ji alîyê rejîmê ve çar sivîl li bajarokê Etarib li rojavayê Helebê kuştin, ku yekî din jî bi topekê li nêzî bajarê Cisir el-Şixûr û yek li gundê Ketiyan li başûrê Idlibê hatin kuştin.

Sivîl ji ber êrîşa rejîmê direvin

Esaf ji Diyaruna re ragihand ku Duşemê êrîş û bomebaranên giran dîsa li ser gundewarê Idlib û Helebê berdewam kirin, nemaze li ser bajarokê Maeret Numan li Idibê û bajarokê Kefer Nûran û Etarib li Helebê.

Wî got ku bajarê Idlibê rojane bi bombebaran û êrîşên asmanî dihat armanckirin ku hejmarek sivîl dihat kuştin an birîndarkirin.

Koçkirina sivîlan pir bilind dibe , ku 167,000 kes tenê di Kanûna Duyem de bêwar bûne, li gorî amarên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî).

Li gorî Xûzeyên Sipî, 208 sivîl hatin kuştin, di nav de jin û zarok, di 6,600 êrîşên serbazî yên li dijî malên sivîlan de, di nav de bombebaran û 800 êrîşên asmanî yên rejîm û Rûsîyayê.

NY Duşemê ragihand ku nêzî 700,000 kes li bakur-rojavayê Sûrîyayê ji Kanûna Yekem de bêwar bûne.

Esaf dîyar kir ku gelek koçber bê cih û war mane, û li zevî û erdên çandinîyê radizan. Û anî ziman jî ku ew rewşine pir zehmet dibînin, nemaze ligel daketina dîgreyên germahîyê, seqem û barana xurt.

Şerê vê dawîyê li Sûrîyayê hişt Turkîya dîsa hişyarîya herikîna pêleke din a penaberan bide, ku dora 3.7 milyon penaberên Sûrî dihewîne.

Ji Înê ve, Turkîya dest bi şandina karwanên mezin ên hêzên komondos, tank û parçeyên topavêja bi navê howitzer kir da piştgirîyê bide 12 xalên xwe yên serbazî ku li Idlibê li jêr lihevkirina 2018an a bi Rûsyayê re ava kiribûb da rê li ber êrîşên rejîmê bigire.

Lê lihevkirinê nikarîbû rê li ber pêşketina rejîmê bigire, ku Turkîya dibêje hêzên rejîmê enîyên wan ji sê alîyan ve dorpêç kiribûn,tevî hemû hişyarîyên dubare yên der barê vê gavê de.

Duşemê pênc leşkerên Turk li Idlibê bi topeke rejîma Sûrî hatin kuştin, û pêncên din jî birîndar bûn, dezgehên ragihandinê yên herêmî ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500