Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Turkîya xalên xwe yên li Idlibê xurt dike, rejîm jî derbasî Seraqibê dibe

AFP

Leşkerekî Turk di qula tifinga xwe re dimeyzêne ku hinek din jî bi otombêlên serbazî li ba xalên çavdêrîyê yên Turkîyayê kom dibin li nêzî Sermînê li derdora bajarê Idlibê di 7ê Sibatê de. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Leşkerekî Turk di qula tifinga xwe re dimeyzêne ku hinek din jî bi otombêlên serbazî li ba xalên çavdêrîyê yên Turkîyayê kom dibin li nêzî Sermînê li derdora bajarê Idlibê di 7ê Sibatê de. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Turkîya nêzî 150 otombêlên bi hêzên komondos û cebilxaneyan barkirî bo xurtkirina xalên çavdêrîyê yên li herêma Idliba Sûrî şandin, dezgehên ragihandinê yên Turkî Înê (7ê Sibatê) anî ziman.

Çavkanîyeke ewlehî ya Turkî ragihand ku tenê ew dixwazin her 12 xalên xwe xurt bikin yên li jêr lihevkirina 2018an a bi Rûsyayê re ku bo rêlibergirtina êrîşên rejîmê hatibû pêkanîn.

Turkîya dibêje ku sê enîyên wê yên pêşîn, ku piranîya wan li alîyê başûr-rojhilatê herêmê ne, aniha ji alîyê rejîmê ve hatine dorpêçkirin ku rejîm dîsa amadekarîya êrîşeke nû dike.

Berî niha di vê hefteyê de, leşkerên Turk li devereke din li Seraqibê hêzên rejîmê kirin armanc da nehêle ew dîsa dorpêçkirî be.

Çavkanîya ewlehî got ku tiştê Turkîyayê dixwaze ew e ku rê li ber pêşketina Sûrî bigire û dîsa agirbest pêk were û ku dê tu leşkerên Turk bi paş venegerin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîmê Pêncşemê hejmarek mezin a beşên bajarokê Seraqibê ya li ser rêya sereke bi dest xist.

Şerê Serqibê, ya ku dikeve çerxerêya herdu rêyên bilez ên rejîm dixwaze wan kontrol bike, piştî hişyarîya Enqereyê bi rojekê hat ku divê rejîm hêzên xwe bi paş de vegerîne.

Rewangeha Sûrî got ku piştîÇarşemê derbasî Seraqibê bûn, hêzên rejîma Sûrî Pêncşemê dest danî ser hejmareke mezin a sektorên bajarokê piştî şerên giran li dijî çekdarên opozîsyonê û yên hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam bi rojekê.

Hêzên rejîmê "êrîşeke dijber" li Serqibê şkand, bajarokê ku 110, 000 niştecihên xwe hene ku piştî bombebarana bi mehan piranîya wan jê derketine.

Turkîya, ya ku hêzên wê li bakur-rojavayê Sûrîyayê belavkirî ne, çend caran bang li rejîma Sûrî û alîgira wê Rûsyayê kiriye ku êrîşên xwe li Idlibê rawestînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500