Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şer li enîyên şer ên li bakur û rojavayê Sûrîyayê dijwar dibe

Wlîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Çekdarên opozîsyonê li gundewarê Idlibê helîkoptereke artêşa rejîmê ya rûxandî ya ku di 11ê Sibatê de hat xistin pişkinîn dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayê ya Idlibêî hatiye wergirtin]

Çekdarên opozîsyonê li gundewarê Idlibê helîkoptereke artêşa rejîmê ya rûxandî ya ku di 11ê Sibatê de hat xistin pişkinîn dikin. [Wêne ji Navenda Mîdyayê ya Idlibêî hatiye wergirtin]

Alozî berdewam bilind didbin li bakur û rojavayê Sûrîayyê roja Çarşemê (12ê Sibatê) piştî helîkoptereke serbazî ya rejîma Sûrî hat daxistin li gundewarê Idlibê dema ku rejîmê êrîşa xwe berdewam dikir, tevî nerazbûna Turkîyayê.

Serok Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê hişyarî daku Turkîya dê li hêzên rejîmê bide li "her deverê" eger leşkerên Turkîyayê careke din rastî êrîşan hatin, herwiha wê hevalbenda rejîmê Rûsya bi bicihanîna "komkujîyan" li Idlibê bersûc kir.

Gefên Erdogan tên yekser piştî şerên di navbera hêzên Turkîyayê û yên rejîmê de di van her deh rojên dawî de, yên ku herwiha têkilîyên Turkîyayê bi Rûsyayê alozdar kirin, piştgirê sereke ji rejîma Sûrî re.

Turkîyayê çeperên xwe liIdlibê qayim kirin bi sed navgînên ku hêzên taybet, topavêj û leşkerên ku sînoran desrbas dikin hildigirin di van çend rojên dawî de.

Sivîl xanîyên li bajarê Idlibê yê ku rastî êrîşa Rûsî hatin seh dikin di 11ê Sibatê de. [Wêne ji Navenda Medayayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Sivîl xanîyên li bajarê Idlibê yê ku rastî êrîşa Rûsî hatin seh dikin di 11ê Sibatê de. [Wêne ji Navenda Medayayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Ji 3yê Sibatê ve, Erdogan got ku 14 Turk hatine kuştin û 45 jî birîndar bûn ji ber bombebarandina ji alîyê rejîmê ve li ser Idlibê.

Bi piştgirîya êrîşên asmanî yên Rûsî, hêzên rejîmê êrîşa xwe berdewam kir da ku Idlibê vegerîne, tevî rêkeftina agirbesta ku di 2018an ku Turkîya û Rûsyayê li ser li hev kirin.

Êrîşê bi sedan sivîl ji Kanûna Yekem ve kuştin, û bi sed hezaran jî revîyane ber bi deverine ewletir ve di şert û mercên zivistanê yên dijwar de.

Di gaveke kêmpeyda de roja Şarşemê, Erdogan yekser rexne li Rûsîyayê kir.

Wî got ku "rejîm, bi piştgirîya hêzên Rûsî û çekdarên Îran piştgirîya wan dike, berdewam êrîşî sivîlan dikin, kumkujîyan dikin û xwînê dirijînin".

Wî anî ziman ku Turkîya "her tiştê tê xwestin" dê bike da ku hêzên rejîmê vegerîne pişt her 12 xalên çavdêrîyê ên ku wê li gorî rêkeftinê li Idlibê ava kirin.

Helîkoptera Sûrî hat xwar

Serokê Rûsî Vladîmêr Putîn û Erdogan roja Çarşemê bi telefonê bi hev re axêvîn.

Şandeyeke Rûsî ku berpirsên hewalgirî û serbazî dihewandin du gerên giftûgoyan vê hefteyê li Enqerayê li dar xistin, lê ew negihane rêkeftineke berçav.

Wezîrê Derve Mevlut Cavusoglu got ku şanedeka Turk dê aniha here Moskoyê "di van çend rojên tên de".

Şandeyê taybet ê Amerîkî bo Sûrîyayê James Jeffrey derengî roja Sêşemê giha Enqerayê da ku civînekê bi berpirsên Turkîyayê re çêke.

Karwaneke nû ya navgînên zirêpûş ên Turkîyayê roja Çarşemê giha bajarê Binişê, li balkur û rojhilatê Idlibê.

Lê hêzên Sûrî bi bêrehmî bi pêş ve diçûn, dest danî ser gelek bajarokan û şarêya M5 bi temamî kontrol kir bo yekem car ji sala 2012an ve.

Komên Çaekdar ên opozîsyonê roja Sêşemê helîkoptereke serbazî ya rejîmê li nêzî gundê Qemînasê, li başûr û rojhilatê bajarê Idlibê, anî xwar.

Helîkopter li asmana teqiya û molozê wê daket erdê li devera li jê kontrola opozîsyonê, çalakgerê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand û anî ziman ku êrîşên asmanî û bombebarandin li gelek deveran berdewam in, di nav de bajarê Idlibê.

Mîdyaya rejîmê roja Çarşemê got ku sê di êrîşê de hatin kuştin. Weke hejmareke seretayî, Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov got ku du balefirvan mirin.

Şer li ser gelek mihweran berdewam e

Operesyonên serbazî li gundewarê Idlib û Helebê li ser gelek mihweran berdewam e, Esaf got û anî ziman ku Tehrîr el-Şam û hevalbendên xwe karîbûn bajarê Nêrebê vegerînin, ê ku vê dawîyê ketibû jêt kontrola hêzên rejîmê.

Piştî vegerandina şarêya M5 roja Sêşemê, hêzên rejîmê yekser hêzên rejîmê hemû dever li rojavayê rêya parêzgeha Helebê ji çekdarên tundrew û yên opozîsyonê paqij kirin.

"Deverên hevtixûb bi M5 re li rojavayê parêzgeha Helebê aniha li jêr kontrola rejîmê ne," serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Herwiha hêzên rejîmê roja Çarşemê amade bûn da ku hevrikên xwe vegerîne deverên rojhilatê rêyê, ev gavekê ku dê wê bi temamî ji êrîşên opozîsyonê biparêze, Rewangehê mîdyaya dewletê got.

Esaf got ku di heman demê de, êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî berdewam gelek dever li gundewarê Idlib û Helebê armanc kirin û not kir ku wan li devereke niştecihî li bajarê Idlibê xist.

Hejmarên seretayî destnîşandikin ku 12 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn. Nîvê wan kesên hatin kuştin zarok bûn.

Herwiha gelek kampên bêwarîyê yên demkî li deverên cuda li gundewarê Idlib û Helebê hatin armanckirin, ku hejmareke mezin ji qurbanîyan encam da, li gorî Esaf.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500