Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrîyayê operasyonê dijwartir dike tevî haydarîyên Turkîyayê

AFP

Otombîlên serbazî yên Turkîyayê di karwanekê de berê xwe didin başûrê parêzgeha Idlibê, ew di bajarokê Etarib ê li gundewarê rojavayî yê Helebê re derbas dibin, roja 3yê Sibatê. [Arif Weted/AFP]

Otombîlên serbazî yên Turkîyayê di karwanekê de berê xwe didin başûrê parêzgeha Idlibê, ew di bajarokê Etarib ê li gundewarê rojavayî yê Helebê re derbas dibin, roja 3yê Sibatê. [Arif Weted/AFP]

Turkîyayê Çarşemê (5ê Sibatê) hişyarnameyek arasteyî Sûrîyayê kir, ku tê de ji rejîmê xwest ku hêzên xwe ji xalên serbazî yên li herêma Idlibê vekişîne, piştî derketina pevçûnan di navbera hêzên herdu alîyan de vê heftîyê.

Girjîyadi navbera hêzên Turkîyayê û Sûrîyayê de -- ku tê de bêhtir ji 20 kesan hatin kuştin roja Duşemê -- têkilîyên nerihet ên di navbera Turkîya û Rûsyayê de, yên ku hêzên serekî ne di vê qeyranê de, rûbirûyî ezmûneke nû dike.

"Eger rejîmê venekişe, Turkîya dê neçar bibe ku vê yekê bi destê xwe pêk bîne," Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan got, û heta dawîya vê mehê mohlet da Sûrîyayê bo vê yekê bi cih bîne.

Erdogan Sêşemê hişyarî da ku dê welatê wî rê nede hêzên rejîma Sûrîyayê ku bêhtir li ser zemînê pêşveçûnê pêk bînin, û ew bi qewtandina "kesên bêrî û xemgîn" ber bi sînorê Turkîyayê ve gunehbar kir.

Lê hêzên rejîma Sûrîyayê operasyona xwe ya li parêzgeha Idlibê Çarşemê berdewam kir -- ku tê de ji Kanûna Yekem de 300 sivîl hatiye kuştinû dora 520,000 kesan bêwar bûne, di yek ji mezintirîn şerê cenga neh salî de.

Rejîm êrîşê dijwar dike

Hêzên rejîmê bêhtir ji 20 gund û bajarokan ji destê komên opozîsyonê û hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam di her 24 demjimêrên dawî de der xistine, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê ragihand ku êrîşên asmanî yên Rûsî yên Çarşemê sê sivîl kuştin -– ku ji heman malbatên ne -– li nêzî bajarê Idlibê.

Rokêta rejîmê sivîlekî din li bajarokê Encarayê li rojavayê parêzgeha Helebê kuşt.

Erdogan got ku du xal ji 12 xalên çavdêrîyê yên Turkîyayê li Idlibê, ku li gorî rêkeftineke bi Rûsyayê re di sala 2018an de hatine avakirin, aniha "li pişt hêlên rejîmê ne".

Xala li Morek ji alîyê hêzên rejîma Sûrîyayê ve di Kanûna Yekem de hatiye dorpêçkirin, û ya li Surmanê êdî li devera li jêr kontrola rejîma Sûrîyayê dikeve.

Erdogan bang li Moskoyê kir, ku ew piştevana herî serekî ji rejîma Sûrîyayê re ye, ku "ew bêhtir hestyarîyên me li Sûrîyayê li ber çav bigire û têbigihêje".

Ew ligel hemberê xwe yê Rûsî Vladimir Putin Sêşemê axêvî û jê re got ku Enqera dê bi "awayekî tund" bersiva her êrîşeke nû ya Sûrî bide.

Amerîkayê Sêşemê piştgirîya xwe ji Turkîyayê re têkildarî êrîşên wê yên li dijî artêşa Sûrîyayê ragihand.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo êrîşa bi hawinan li ser xalên Turkîyayê li Idlibê bi "girjîyeke xeternak" bi nav kir û ragihand ku berpirsên Amerîkî "bi awayekî tam piştgirîya bersivên Turkîyayê yên di çarçoveya xweparastina rewa de dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500