Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên rejîma Sûrîyayê dîsan piranîya Maeret Numanê kontrol dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî radihêje zarokekî ku ji bin kavilên mala wî ya li gundewarê Helebê hatiye derxistin, xanîyê ku bi êrîşeke asmanî ya balafirên Rûsî û Sûrî hatibû wêrankirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî radihêje zarokekî ku ji bin kavilên mala wî ya li gundewarê Helebê hatiye derxistin, xanîyê ku bi êrîşeke asmanî ya balafirên Rûsî û Sûrî hatibû wêrankirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî Sêşemê (28ê Kanûna Duyem) derbasî Maeret Numanê bûn, bajarokê ku li jêr destê opozîsyonê ne û xwedî girîngîyeke stratejîk e li dawîn asêgehên opozîsyonê, li gorî mîdyaya rejîmê û rêxistineke çavdêrîkirina şer.

"Artêşa Sûrî dest danî ser piranîya taxên bajarokê Maeret Numanê" û aniha operasyona ramaliştinê li deverên kontrolkirî pêk tîne, ajansa nûçeyan a fermî SANA ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku piranîya çekdarên opozîsyonê û tundrew ji bajarok vekişîyan piştî hêzên rejîmê îroj ji çend enîyan êrîşî bajarok kirin.

Rewangehê got ku hêzên rejîmê bi çekdarên hindik ên li deverê xwe vedişartin ketin pevçûnan de, devera ku ji 2012an de li jêr kontrola opozîsyonê ye.

Maeret Numanê, ya ku piştî çend mehan ji bordumanê bi piranî wêranbûyî ye, li ser rêya M5 e, ya ku Şama paytext bi bajarê Sûrîyayê yê duyem, Helebê ve girê dide.

Kontrolkirina bajarok dê bihêle ku rejîm kontrola tevahîya herêma Idlibê bike, asêgeha dawî ya opozîsyonê, û rêya M5 ya tê re diçe nêzîktir bike.

Pevçûnên dijwar li başûrê rojavayê Idlibê

Rewangehê got ku ji Înê ve hêzên rejîmê û milîsên alîgir bêhtir ji 25 gund û bajarokan li hawîrdora Maeret Numanê kontrol kirine, ku ew bi temamî dorpêç kiribûn.

Çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re got ku hêzên rejîmê karîbûn Duşemê ber bi gund û bajarokên li gundewarê başûrî û rojhilatî yên Idlibê ve bi pêş kevin, piştî ku balafirên şer ên Rûsî û Sûrî rê bi rêya bi dehan êrîşên asmanî xweş kirin.

Çalakgerê Idlibî Musab Esaf dîyar kir ku hêzên rejîmê û milîsên bi ser wê ve "karîbûn pêşveçûnine biçûk li gundewarê başûrî yê Idlibê pêk bînin piştî vekişandina Tehrîr el-Şam û endamên milîsên alîgir ji enîyên şer".

Wî got ku bajarokên ketin destê rejîmê de ev in: Maer Şûrîn, Maaer Şemşa, Telmenes, Xedfa û Dêr Şerqî, ligel Babûlîna, Sehyan, Kefer Basîn, Salhiyayê, Besîda û Maeret Hetat li gundewarê başûrî yê Idlibê.

Wî da zanîn ku çend xalên bijîşkî bi awayekî rasterast bûn armanc û ji xizmetê derketin, û yek ji endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) di êrîşeke asmanî de hat kuştin û çend kese din birîndar bûn.

Esaf dîyar kir ku "nexweşxaneya Îman li bajarokê Sercê bi temamî hat wêrankirin, ligel navendeke demkî ya tedawîkirina rewşên tengv li bajarokê Maeret Ertîk li gundewarê bakurê yê Helebê û navendeke din li bajarokê Telmenes".

Wî daxuyand ku otombîlên weke ambulansan dihatin bikaranîn di êrîşên asmanî de hatin wêrankirin.

Topbaran sivîlan armanc dikin

Esaf dîyar kir ku li gorî amarên Berevanîya Sivîl a Sûrî di heyama her 10 rojên dawî de, 95 sivîl, di nav de 32 zarok û endamekî berevanîya sivîl, di şer de hatin kuştin.

Wî got ku dora 200 sivîlan birîndar bûye, ku gelek ji wan jin û zarok in.

Li deverên li bakurê Maeret Numanê, bordumanên Rûsyayê bûn sedema pêleke nû ya bêwarîyê di van rojên dawî de, ku bi dehan otombîlan da ser rêyeke derketine a serekî û berê xwe dan deverên li nêzî sînorê bi Turkîyayê re.

Piranîya wan ji bajarokê Seraqib û navçeya Cebel Zewiyê direvîn.

Rûsya deverên li derdora rêyên serekî yên derketine bombebaran kirin, tevî derketina berfireh a sivîlan, li gorî Rewangehê.

Misty Buswell ji Komîteya Xelaskirina Navdewletî hişyarî da ku ev zêdebûna herî dawî di şer de dê "bi tenê felaketa morvî ya ku êdî li ber çavan e dijwartir bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500