Şer û Pevçûn li bakurê-rojavayê Sûrîyayê "bi awayekî xeternak" nêzî deverekê dibe ku dora milyon kesî dihewîne, û xeterî heye ku "xwînrijandineke berfireh" biqewime, NY Duşemê (24ê Sibatê) ragihand.
Mark Cutts, Kordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî yê Qeyrana Sûrîyayê NY got ku NY hewl dide ku alîkarîya ku di xaleke sînorî ji Turkîyayê digihîne dutaq bike, ji 50 kamyonan rojane bo 100 kamyonan.
"Pevçûn bi awayekî xeternak nêzî deverekê bûne ku bêhtir ji milyon kesî li wir di konan û penagehên demikî de dijîn," Cutts got, û haydarî da ku xeterîya "xwînrijandineke rasteqîn heye".
Pêngava hêzên rejîma Sûrîyayê li bakurê rojavayê Sûrîyayê, ya bi piştevanîya Rûsyayê, ku ev çend meh in li dar e, hiştiye ku bi sed hezaran sivîl ji ber tendûtûjîyê birevin.
Di encama şer de, Cutts got ku NY fînansa xwe ya ji sivîlan re ji 330 milyon dolar bo 500 milyon dolar bilind kir, û wî daxuyand ku kêmbûnek bi qasî 370 milyon dolar heye.
NY 1,200 kamyonên alîkarîyê di meha Kanûna Duyem de şandine deverê û di meha Sibatê de heta aniha wê 700 şandine, li gorî Cutts.
"Bi rastî ev têr nakin. Ew bi tenê karin hewcedarîyên xelkê yên herî bingehîn, mîna xwarin û kon û alavên avê dabîn bikin," wî got.
Cutts got ku xebatkarên alîkarîyên mirovî "pir westîyayî ne", hinek embar hatine talankirin û pevçûnan ziyan gihandiye dota 77 nexweşxane û sazîyên bijîşkî yên din.
Êrîşên Rûsyayê 5 sivîlan dikujin
Pênc sivîl Duşemê di êrîşên asmanî yên Rûsî de li ser devera Cebel el-Zawiyê li başûrê Idlibê hatine kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, û wê herwiha got ku hêzên rejîmê bi lez dest danî ser hinek deveran li başûrê Idlibê di nava 24 demjimêran de.
Rewangehê got ku wan dest danîye ser "çendîn gund û bajarokan" li başûrê rêya M4 ya ku Latiqiyayê, asêgeha rejîma ya li kenarê, bi bajarê Helebê, yê li jêr kontrola rejîmê, girê dide.
Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku armanca rejîma ya serekî ew e ku beşên rêya M4 ên hîn li jêr kontrola hevbendîya Tehrîr el-Şam û komên alîgirên wê ne vegerîne.
Ev yek tê wateya ku divê operasyon li dijî bajarokên Erîha û Cisir Şixûr pêk bên, ku ew herdu li ser şahrêya M4 in.
Di heftîyên borî, hêzên alîgirê rejîmê dest danî ser demarekî bazirganî yê girîng ku di bakurê rojavayê Sûrîyayê re derbas dibe -- ew jî rêya M5 a ku Şamê bi Helebê ve girê dide, û wan herêma li dordora bajarê li bakurê welat paqij kirin.