Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên rejîma Sûrîyayê nêzî Maeret Numanê dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamên Xûzeyên Sipî malbatekê li gundewarê Idlibê rizgar dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî malbatekê li gundewarê Idlibê rizgar dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Di demjimêrên dawî de, hêzên rejîma Sûrîyayê li gundewarê Idlibê pêş dikevin hevdem ku êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî çend deveran li parêzgehê armanc dikin, li gorî çalakgerekî.

Bêwarbûna sivîlan ji van deveran didome, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand, bi pêleke nû ya bêwaran a berê xwe dide devera bi awayekî rêjeyî ewlehtir, ya li dirêjahîya sînorê bi Turkîyayê re.

Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) heftîya borîhaydarî ji egera rûdana felaketeke mirovî li bakurê Sûrîyayê da, ji ber zêdebûneke berçav di êrîşên asmanî de ku bûye sedema bêwarbûna sivîlan.

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan Yekşemê (22yê Kanûna Yekem) haydarî da ku Turkîya nikare bi tena xwe bi barê pêleke nû ya penaberên Sûrî rabe.

Otombîl sivîlên ji ber êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî li ser gundewarê Idlibê direvin deverên ewlehtir vedughêzin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Otombîl sivîlên ji ber êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî li ser gundewarê Idlibê direvin deverên ewlehtir vedughêzin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî li kesên li jêr kavilên xanîyekî li gundewarê Idibê, ku di êrîşeke asmanî de wêran bûye, digerin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî li kesên li jêr kavilên xanîyekî li gundewarê Idibê, ku di êrîşeke asmanî de wêran bûye, digerin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bi deh hezaran sivîlan berê xwe dane sînorê Turkîyayê piştî zêdebûna bordumankirina rejîmê û Rûsyayê ji Maeret Numan re ji 16ê Kanûna Yekem ve.

"Turkîya nikare bi tena serê xwe barê pêleke nû ya penaberan ji Sûrîyayê hil gire," Erdogan got û da zanîn ku bêhtir ji 80,000 kes berê xwe ji Idlibê dane deverên li nêzî sînorê Turkîyayê.

Pêşveçûnên nû yên rejîmê û Rûsyayê li Idlibê di demekê de tên ku balefirên şer ên Rûsyayê di armanckirina başûrê parêzgehê de berdewam in, û Şemîyê neh sivîl hatin kuştin, dema ku wan hewl dida ji deverê birevin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Hevalbendên rejîmê pêş ve diçin

Hêzên rejîma Sûrîyayê û milîsên hevbendên wê karîn pêşveçûnekê pêk bînin û kontrola çend deveran li gundewarên başûrî û rojhilatî yên Idlibê bikin, Asaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku van hêzan pêşveçûn li bêhtir ji 20 gund û bajarokan pêk aniye, û aniha 10 kîlometran ji bajarokê Maeret Numanê dûr in, ku yek ji mezintirîn bajaran e li asêgeha dawî ya opozîsyonê li Sûrîyayê.

"Ev hewleke bo nêzîkbûn ji Maeret Numanê," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Şênîyên bajarokê li başûrê Idlibê dever li ber xwe birin.

Li gorî Rewangehê, bêhtir ji 30,000 kes ji devera li başûrê Idlibê di rojên dawî de revîyane. Tê gotin ku bêhtir ji 40 kesan di heftîya borî de li herêmê hatine kuştin.

Kesekî bi navê Ebû Ekrem got ku xebatkarên xelaskirinê û komên hawarçûnê yên xwecihî zehmetîyeke mezin di derxistina malbatan de dibînin.

"Herkes bi hemû karîna xwe dixebite lê ew nikarin barê hejmareke mezin ji xelkê hilgirin," bavê pênc zarokan wiha got, piştî wî nikarî otombîlekê peyda bike bo birina malbata xwe ber bi bakur ve.

"Tu devera ewleh tune ye. Em li mal bimînin, yan birevin, her em dê bimirin," wî got.

Pevçûnên bi Tehrîr el-Şam re

Rewangehê got ku rejîma Sûrîyayê û hevalbendên xwe ji Pêncşemê di pevçûnan de ne bi Tehrîr el-Şam, a ku piranîya parêzgehê kontrol dike, û hevalbendên wê re, û dest danîne ser 29 gund û bajarokan.

Çar roj ji pevçûnan bûn encama kuştina110 tundrewan û 77 çekdarên alîgirê rejîmê.

Ev in deverên ku ketine dest hêzên rejîmê de: Um Tîna, Seyadî, Refa, Tel Dem, Qetra, Herakî, Qeratî û Helba, ligel hejmarek ji bustanan, Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Û herwiha deverên Um Celal, Rabiya, Mudeyrsa, Birnan, Şaera, Xreyba, Tel Şîh, Ferca, Ebû Heba, Breysa, Heran û Sihal, wî got.

"Bêwarbûna sivîlan ji gundewarê Idlibê û navçeya Maeret Numanê ber bi deverên li nêzî sînorê bi Turkîyayê re bi awayekî berçav zêde bûye," wî got.

Alîkarîya mirovî

Esaf ji Diyaruna re got ku Xûzeyên Sipî alîkarîya sivîl ku otombîlên wan an pereyên wan tune ne ku birevin dikin, û ew otombîlên xwe bi kar tînin bo veguhestina sivîlan bo deverine ewlehtir.

Wî daxuyand ku balefirên cengê heman cihan çend caran borduman dikin, ku ev yek xebatên rizgarkirinê û derxistina sivîlan ji jêr kavilan pir zehmet dike, û da zanîn ku gelek xebatkarên xelaskirinê hatine kuştin û birîndar bûne.

Di demekê de ku borduman berdewam in, Rûsya û Çîna Înê proje biryareke Encumena Ewlekarîyê ya NY vîto kir, biryara sebaret bi dirêjkirina heyama gihandina alîkarîyên mirovî bo çar milyon sivîlên Sûrî, ku piranîya wan li Idlibê ne, di sînor re bo salekê.

Ev gav nîgeranî û tirsan ji egera rawestana gihandina alîkarîyên ku NY dide bo deverên li jêr kontrola opozîsyonê li Sûrîyayê ji destpêka Kanûna Duyem de bilind dike, eger rêkeftineke alternatîv di vê derbarê de pêk nehat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500