Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şirovekar: Piştî mirina Sulêmanî cîhan bêhtir ewleh û aram e

Faris Omran

Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî bi awayekî rasterast berpirsê pêxwasên Îranê li herêmê bû û bi hezaran sivîl li ser destê wî mirin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî bi awayekî rasterast berpirsê pêxwasên Îranê li herêmê bû û bi hezaran sivîl li ser destê wî mirin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Bi kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî, kesê berpirs ji kuştina bi hezarên sivîlan û gurkirina şeran êdî nema.

Şirovekar dibêjin ku dawîya Sulêmanî serencama xwezayî ya yek ji kesayetên herî tundrew di dîroka nû de ye, yê ku roleke navendî di dariştina ajandeya xerab a Îranî gerandîye.

Wan got ku Sulêmanî, yê ku cîhan bi mirina wî di 3yê Kanûna Duyem de ewlehtir bû, serokê navdar ê Feyleqê Qudis bû, lê li ser asta hejmûnê û prestîjê, ew "destê serkutker" ê Rêberê Bilind Elî Xameneî bû.

"Weke fermandarê Feyleqê Qudis, Sulêmanî karî toreke mezin a komên terorîst, ên ku weke peyayên Îranê dixebitin bo ferzkirina hejmûnê li ser cîranên wê, ava bike û wî bi xwe operasyonên wan bi rê ve dibirin û ferman didan wan," şirovekarê siyasî Ala Naşo ji Diyaruna re ragihand.

Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de li nêzî Balefirgeha Bexdayê roja 3yê Kanûna Duyem hat kuştin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de li nêzî Balefirgeha Bexdayê roja 3yê Kanûna Duyem hat kuştin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Milîs fermanên Îranê pêk tînin

Naşû got ku li Îraqê, herî kêm 60 milîsên çekdar, ku piranîya wan li jêr fermandarîya Sulêmanî kar dikirin û wan armancên rejîma Îranî pêk tanîn.

Di pêşengîya van milîsan de Ketaib Hizbulah, bi serokatîyaEbu Mehdî Muhendis, hevalrêyê Sulêmanî yê ku ligel wî û hinek ji endamên milîsê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de ku karwanê wan li nêzî Balefirgeha Bexdayê armanc kir hat kuştin.

"Muhendis bi awayekî vekirî dilsozî ji rejîma Îranê re ragihandibû û xwe weke leşkerî Sulêmanî dida naskirin," Naşo got.

Milîsên bihêz ên bi ser Îranê ve li Îraqê ev in: Asaib Ehil el-Heq, Rêxistina Bedir, Hereket Nuceba, Lîwayên Îmam Elî û Seraya Xoresanî.

Li jêr fermandarîya Sulêmanî, van koman "kaos û gelemşe belav kirin û ziyan gihandin aştîya sivîl bi rêya pêkanîna tundîya tayifgerî û terorkirinên fîzîkî ji dijberên rejîma Îranê re".

Kuştina xwenîşanderên Îraqî

"Herî dawî, ew berpirs bûn jigirtin û kuştina bi sedan xwenîşanderên Îraqî li gorî fermanên Sulêmanî û bi planên wî," Naşo da zanîn.

"Ev komên terorîst herwiha di êrîşên li ser şandên diplomasî û berjewendîyên navdewletî de cih girtin, li gorî fermanên Sulêmanî û bi arastekirina wî, û bi dehan êrîşên bi rokêtan li ser Zona Kesik li Bexdayê, ya ku çend balyozxaneyan dihundirîne, pêk anîn," wî got.

Mûşekên milîsan herwiha "bingehên Îraqî yên li bakur û rojavayê welat kirin armanc,, ku li wê derê hêzên hevpeymanîya navdewletî artêşa Îraqî rahînan dikin", wî got.

Naşo got ku ev kiryar "ne tenê gefeke ewlehî bû belê herwiha êrîşeke sîstematîk bû li ser serwerîya Îraqê, ku berjewendîyên wê dixistin metirsîyê û xeterî li ser têkilîyên wê yên bi hevalbendên wê yên herêmî û navdewletî dirust dikir".

"Kuştina Sulêmanî gurzeke kuşinde bû bo rejîma Îranê û stratîjîya berfirehxwazî ya ku ew li herêmê dide pêş," wî got.

"Bê guman piştî wî cîhan ewlehtir û seqamgîrtir e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500