Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Terorkirinên li Sûrîyayê heykelsazîya Feyleqê Qudis ê Pasdaran diguhere

Sina Ferhadî

Esxer Paşepor, di vê wêneyê de, yek ji fermandarên nêzî fermandarê Feyleqê Qudis Pasdaran Qasim Sulêmanî ye. Di meha Kanûna Duyem de hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Esxer Paşepor, di vê wêneyê de, yek ji fermandarên nêzî fermandarê Feyleqê Qudis Pasdaran Qasim Sulêmanî ye. Di meha Kanûna Duyem de hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Pispor dibînin ku ev kuştinên dawî yên ku hejmareke fermandarên payebilind ên Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li Sûrîyayê armanc dikin bandoreke wan a wêranker li ser heykelsazîya rêxistinê û karîna wê ya wezîfedarîyê heye.

Kuştina serkirdeyên nêzî fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî, yê ku di Kanûna Duyem de hat kuştin, dê bibe sedema lawazkirina tora peywendîyan di navbera komên girêdayî Îranê de, wan ji Diyaruna re ragihand.

Alîkarê Sulêmanî yê payebilind Esxer Paşpor, herwiha di Kanûna Duyem de hat kuştin, hat gotin ku ew ê yekem bû ku pê re çû Sûrîyayê piştî ku şer dest pê kir.

Emîd Ferhad Dabiryan, fermandarekî din ê Feyleqê Qudis ê payebilind e, yê ku li Sûrîyayêbi fîşekan hat kuştin di Adarê de, li nêzî mizgeft û peristgeha Seyide Zeyneb li başûrê Şamê.

Ferhad Dabriyan, ev wêneyê wî ye, yek ji fermanderên nêzî fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî ye. Di meha Adarê de hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hariye wergirtin]

Ferhad Dabriyan, ev wêneyê wî ye, yek ji fermanderên nêzî fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî ye. Di meha Adarê de hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hariye wergirtin]

Ragihandina mirina Hamid Riza Babulxanî li pêşîya mala wî li Îranê hat eşkerekirin. [Wêne ji Zanîngeha Hunerê ya Asfehanê hatiye wergirtin]

Ragihandina mirina Hamid Riza Babulxanî li pêşîya mala wî li Îranê hat eşkerekirin. [Wêne ji Zanîngeha Hunerê ya Asfehanê hatiye wergirtin]

Ajanseke nûçeyan a nêzî Pasdaran Dabryan weke "berpirsê şaredarîya Zeynebîyayê û fermandarê berê yê Tedmurê" bi nav kir.

Û di Nîsanê de, nûçeyên derbarê kuştina fermandarê Hizbulaha Lubnanî Elî Muhemed Yûnis, ê ku herwiha ew jî nêzî Sulêmanî bû hatine gerandin.

Guhertin di fermandarîya Feyleqê Qudis ê Pasdaran de

Pisporên siyasî yên ku bi Diyaruna re axêvîn dîtin ku kuştina fermandarîên serbazî yên nêzî Sulêmanî dihêle ku guhertin di pêkhatin û heykelsazîya fermandarîya Feyleqê Qudis ê Pasdaran de li Sûrîyayê çêbibe.

Zêdebûna hejmara kuştina fermandarên Feyleqê Qudis ê Pasdaran li Sûrîyayê "lawazîya ajansên hewalgirî û ewlekarî ya Feyleqê Qudis li deverên li jêr kontrola wan nîşan dide," pisporê siyasî Kerîm Semedyan daxuyand.

Herwiha ew "kêmbûna hejmûna wan a balkêş li herêmê destnîşan dike", wî ji Diyaruna re ragihand.

Semedyan got ku piştî mirina Sulêmanî, dema ku lawazîya cewherî ya sîstema ewlekarî ya Feyleqê Qudis hat kifşkirin, qalqal dest pê kirin di nav endamên ref û dosyayê yên Pasdaran û Hêza Basîc de hatin belavkirin.

Wî got ku van galgalan hevkarîya gengaz a hin ajansên hewalgirî yên hikûmî li herêmê di tunekirina fermandarên Feyleqê Qudis de destnîşan kir û ew gelekî di nav refên Pasdaran ên payenizm de belav bûn.

Semedyan teqez kir ku bi rastî vê yekê hişt ku tirs bikeve nav koka Pasdaran de.

"Lawazîya hewalgirîya Îranî"

"Da ku em ronîyê berdine ser lawazîya ajansên ewlekarî yên Feyleqê Qudis, tenê bes e ku em bibînin çawa Ferhad Dabiryan, yek ji fermandarên berz ên hêzê, li devereke ku tam li jêr kontrola Pasdaran bû hat kuştin," wî got.

Wî got ku heta ber destpêka şerê Sûrîyayê, rêwîyên Îranî li Zeynebîyayê rûdiniştin, cihê ku piranîya niştecîyên deverê Şîiîyên Elewî ne û ew weke hevalbendên rejîma Sûrî yê xwezayî tê reçavkirin.

Feyleqê Qudis gelekî li wir bi ewlehîyê dihese heta asta ku endamên wê malbatên xwe jî bi xwe re dibin wir.

Piştî efserê serbazî yê Îranî Hamid Riza Babulxanî di Sibatê de li Sûrîyayê hat kuştin, hat naskirin ku wî hevjîna xwe ye ducanî bi xwe re anîbû Sûrîyayê. Heta Dêya wê û bavê wê jî çûbûn serdan wan.

Wî dîyar kir ku jîyana li Sûrîyayê û anîna endamên malbatê bi xwe re daku li derdora Şamê bi cih bibin nêrîna Pasdaran ji şer re eşkere dike, û bi bîr xist ku çekdarekî diçe zona şer hevjîna xwe ya ducanî bi xwe re nabe.

Semedyan got ku hejmarek ji endamên milîsên Zeynebiyûn û Fatimiyûn yên hevalbendên Pasdaran, ji çekdarên Efxan û Pakistanî pêk tên, ew jî bi malbatên xwe re li vê deverê dijîn.

"Di nerêna min de, kuştina Dabiryan li vê deverê lawazîya mezin ya hewalgirîyê [ya Îranî] eşkere dike û dîyar dike ku hejmûna wan kêm bûye," wî got.

Nîşanên têkbirina "sîtematîk"

"Kuştina hin fermandarên payeberz ên Feyleqê Qudis li Sûrîyayê ne dûrî pêşketînên heman ên li Îraq û Libnanê ne," çalakgerê siyasî Elî Zenjanî ji Diyaruna re ragihand.

"Di van her 30 salên dawî de, û bi taybet di van her deh salên dawî de, Pasdaran hewl da di rêya qayimkirina milîsên hevalbendên xwe li van her sê welatan, da ku rêgeyekê bo hejmûna giştî li Rojhilata Navîn çêke," wî got.

"Hevrikên Îranî yê herêmî hayê wan ji pêşketinên berdewam li seranserî herêmê bi salan nebû," wî got, girêdayî her haletekî ji halatên destêwerdana siyasî û serbazî, ji ber ew ji hev cuda ne.

"Lê bi demê re wan nas kir ku rewş alozdartir e û bi taybet ji ber heman berdewamîyê di şerê navxweyî yê Sûrîyayê hat eşkerekirin û vê dawîyê li Yemenê," Zenjanî got.

"Ez bawer dikim piştî wê bû dema xebatên hevrikên herêmî bo lawazkirina Îranê li herêmê hemûyî bi planeke komele dest pê kir," wî got.

Wî got ku kuştina fermandarên Pasdaran "ne dûrî" kuştina Yûnis, fermandarê Hizbullaha Lubnanî, yê dihat gotin ku demekê li Sûrîyayê bû û nêzî Sulêmanî bû.

Wî daxuyand ku Yûnis kesayeteke Hizbullah a sereke bû li Sûrîyayê, cihê ku milîsa şer dike da ku piştgirîya rejîma Sûrî bike ligel Feyleqê Qudis ê Pasdaran.

Wî got ku Dabiryan û Paşpor tekekesên herî nêzî Sulêmanî bûn.

Wî da zanîn ku kuştina van tekekesan di demeke kurt de hestekî çêdike ku ku hin komên herêmî û heta ên derveyî herêmê bi awayekî sîstematîk tora Sulêmanî tune dikin.

Wî dîyar kir ku eger ev yek rast be, dibe gelek bûyerên mîna vê hebin û dê parçebûn bikeve di nav rêzên hêzên hevalbendên Îranê de.

Hilweşîna torên Pasdaran

Zenjanî got ku kuştina Sulêmanî û kesên payebilind ên li derdora wî, di nav wan de cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis, gurzeke kujer bû ji heykelsazîya tora Feyleqê Qudis ê Pasdaran re.

Têkbirina fermandarên Îranî heman lêdanê temam dike.

Wî got ku weke qanûneke giştî, komên îdîolojî li herêmê gelekî xwe dispêrine fermandarên xwe, ji ber vê yekê mirina fermandar dikare ber bi hilweşîn an jihevketina komê ve bibe.

Ji ber vê yekê, mirina Sulêmanî xwedî bandoreke mezin bû, wî got û heta bêhtir ji wiha jî ku ligel mirina fermandarên nêzî wî û têkbirina tora ku wan bi hev re çêkiribû.

Wî daxuyand ku Sulêmanî dikarîbû karê xwe bi rêya bikaranîna van fermandaran pêş bixe, yên ku weke birêveberên torên wî yê peywendîyê kar dikirin, bi tinekrina wan re bê guman ev tor jî lawaz dibe.

"Ez bawer dikim ev çîrok dê berdewam bike û tinekrina fermandarên serbazî yên Feyleqê Qudis dê vir raneweste," wî got. "Dibe ku tunekirina van fermandaran destpêka bûyereke mezin be."

Wî pêşbînî kir ku bi vî rengî, dibe ku emîd Ismaîl Qaanî, fermandarê nû yê Feyleqê Qudis, "dê kêmtir ji Sulêmanî bi rêwîyên herêmî rabe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500