Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşeke mûşekî baregeha Îraqê ya ku hêzên Amerîkî tê de ne armanc dike

AFP

Endamine Hêzên Heşda Şebî (PMF) di rêveçûnekê şînî de bo Wîsam Elyawî dimeşin, fermandarekî pêşeng ê koma Esaib Ehil el-Heq a ku Îran piştgirîya wê dike ya ku beşek ji PMF e, li baytexta Îraqî Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de. [Ehmed Rubêiî/AFP]

Endamine Hêzên Heşda Şebî (PMF) di rêveçûnekê şînî de bo Wîsam Elyawî dimeşin, fermandarekî pêşeng ê koma Esaib Ehil el-Heq a ku Îran piştgirîya wê dike ya ku beşek ji PMF e, li baytexta Îraqî Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de. [Ehmed Rubêiî/AFP]

Du mûşek hatin avêtin ser baregeheke serbazî ku hêzên Amerîkî tê de bi cih in li nêzî balefirxaneya Bexdayê, di êrîşa 10mîn ji heman rêbazê ji Cotmehê ve, artêşa Îraqî Pêncşemê (12ê Kanûna Ykem) îlan kir.

Ti kes di êrîşa duh de birîndar nebû, êrîşa ku piştî êrîşrkê li ser heman baregehê di roja Duşemê de hat a ku tê de şeş endamên hêza dijî terorîzmê ya bijarde ya Îraqê birîndar bûn, du ji wan rewşa wan xirab e, artêşê got.

Amerîkayê nîgeranîya xwe ya zêde derbarê hejmara êrîşên li ser baregehên Amerîkî û mîsyonên dîplomatîk derbirîn kir, gelek ji wan êrîşan wê gazin ji milîsên ku Îran wan rahênan dike kir.

Jêderên ewlekarî herî kêm yek ji wan êrîşan hefteya bûrî bi Ketaib Hizbulah ve girêda, milîseke Îraqî ya desthilatdar ku nêzîkî Tehranê ye û Waşontinê ew danîye ser lîsteya reş.

Îran desthilatdarîya wê li Îraqê berfireh e, bi taybet di nav Hêzn Heşda Şebî de, yên ku heta asteke mezin wê ew birîxistin û rahênan kirine.

Zabitekî berevanî yê Amerîkî ji AFP re ragihand ku êrîşa mûşekî hişt ku PMF bibe gefa ewlekarî mezintir ji hêzên Amerîkî re li Îraqê bêtir ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ya ku Amerîkayê soz daye ku alîkarîyê bi Bexdayê re bike da ku wê tine bikin.

Roja Înê, Amerîkayê ciza li ser sê kesayetên Hêza Heşda Şebî yên navdar sepandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500