Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq xebatê li ser nehiştina bêkarîya ciwanan dike

Xalid Taî

Ciwanekî Îraqî yê bêkar korsekî rahînanê derbarê kompyûter amade dibe li Bexadyê di 27ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Navenda Rahînankirina Pîşeyî ya li Şulayê, li Bexdayê hatiye wergirtin]

Ciwanekî Îraqî yê bêkar korsekî rahînanê derbarê kompyûter amade dibe li Bexadyê di 27ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Navenda Rahînankirina Pîşeyî ya li Şulayê, li Bexdayê hatiye wergirtin]

Di çarçoveya xebatên wê de bo bidawîkirina bêkarîya ciwanan, hikûmeta Îraqî dest bi programeke nû kiriye, yê armanc dike ku piştgirîya karên pişeyî yên weset yan ên berhemdar bike.

Programa Niştimanî bo Bikarxistina Ciwanan, ya ku di 21ê Kanûnan Duyem de hatiye îlankirin, dê qerzan bide ciwanên Îraqî yên dixwazin dest bi karên xwe yên taybet bikin.

Ev yek "encama lêkolîn û şêwirên ku du salan dirêj dan di nav nûnerên hikûmetê, parleman û desthilatdarîyên têkildar de ye", Ismaîl Ebûdî, hevahengerê giştî yê program di Wezareta Kar de, got.

Ew programeke mezin e armanc dike ku derfetên kar ên rasteqîn dabîn bike û bêkarîyê kêm bike, aborîyê vejîne û berhemkirinê jî zêde bike, wî ji Diyarunare got.

Wezîrê Plankirinê Nûrî Dulêmî civîneke Desthilatdarîya Niştimanî ya Bilind bo Bikarxistina Ciwanan bi rê ve dibe . [Wêne ji Wezareta Plankirinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Plankirinê Nûrî Dulêmî civîneke Desthilatdarîya Niştimanî ya Bilind bo Bikarxistina Ciwanan bi rê ve dibe . [Wêne ji Wezareta Plankirinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî go ku program bi rêya dabînkirina rasmalê kar ê ne kêmî 250,000 dolaran ji karên weset ên giranîyê didine berhemên pîşeyî û yên xwarinê kar dike.

Ebûdî got ku ev rasmal weke qerzên bi kom ji kesên qezencwergir re tê dabînkirin, heta 10 ciwanan ji karê berhemdar re, li gel birêveber û pisporên berpirs in bo birêvebirîna vî karî.

Wî got "em plan dikin ku em 100,000 derfetên kar vê salê peyda bikin û em vê hejmarê du her sal du taq," armanca dawî ew e ku em milyon derfetên kar di heft salan de çêkin.

Wî got ku di qonaxa pêşî de, program dê parêzgehên Bexda, Besra, Zî Qar, Enbar û Nînewayê weke terîbe bide ber xwe. Piştî wê, tê pêşbînkirin ku li seranserî welat berfireh bibe.

Her pênc parêzgeh hatin bijartin li ser bingeha "astên bilind ên feqîrtî û bêkarîyê, hewcedarîya wan bi projeyên nûavakirin û pêşxistinê û rêjeyên serkeftinê yên gengaz yên karan" Ebûdî got.

"Program pêşbirkê bi projeyên bikarxistinê yên ku dezgehên hikûmî li wan bi xwedî derdikeve re nake, inkyobator bo karên piçûk an qerzên benkên taybet ên ji ciwanan re tên dabînkirin," û bi rastî ew van xebatan temam dikin.

Wî anî ziman ku armanc ew e ku pisporîya serkêşê kar û enerjîya karkerê ciwan bi hev ve girêde.

Kêmkirina rêjeya bêkarîyê

Desteyeke kar a bilindtir di meha Kanûna Duyem de hat çêkirin daku serperiştîya programê bike.

Wezîrê Plankirinê Nûrî Dulêmî bi rê ve dibe, ew nûneran ji wezaretên plankirin, kar û bazirganîyê, Benka Navendî, sektorê taybet, rêxistinên civaka sivîl û abornasan dihewîne.

Baregehên berdewam li Wezareta Plankirinê hatine avakirin, peyvdarê wezaretê Ebdul Zehre Hindawî ji Diyaruna eşkere kir.

Wî got ku Benka Navendî milyarekî (840 milyon dolar) dabîn dike da program temwîl bike.

Wî got ew yek ji gelek program û projeyên stratejîk e ku wezaretê dest pê kiriye daku berhengarîyên welat rastî wan tê çareser bike, bêkarî di serê lîsteyê de.

Di nav wan de "plana pêşxistinê ya pênc salan dirêj dide, stratejîya şerê li dijî hejarîyê û programa ji nû ve destpêkirina projeyên pîşeyî û yên berhemkirinê yên ji ber terorîzmê û krîza aborî rawestîyan".

Hindawî daxuyand ku ev stratejî hemû planan dihundirînin daku heta asteke mezin bêkarîyê kêm bikin di rêya dabînkirina qerzên sivik "daku alîkarîyê di avakirina karên qezencdar de bike herwiha da alîkarîyê di pêşxistina jêhatîyan de bike".

Ciwanên Îraqî daxwaza kar dikin

Şerê bêkarîyê yek ji daxwazên sereke ya ku xwenîşanderên Îraqê pê bang dikin xwenîşandanên ku berî çar mehn dest pê kirin.

"Bêkarî ji berê ve û heta aniha yek ji sedemên xwenîşandanan ên sereke ye, ji ber hiljimar dîyar dikin ku rêjeya bêkarîyê zêde ye ew gihaye asteke bilind 40% li parêzgehên mîna Musenayê," abornas Felah Zubêdî got.

Krîza bêkarîyê bi awayekî salane xirabtir dibe, bi taybet di nav ciwanên derçûyî de, weke encameke xwezayî ji zêdebûna niştecîyan re û sektorê giştî nikare gelek karkeran bi kar bike, wî ji Diyaruna re got.

"Girîng e ku em hêzê bidine kompanîyên sektorê taybet da em wan vejînin û piştgirîya wan bikin û destekê bidin karên biçûk û weset," wî got, û ev yek dê karan peyda bike yên ku dê aborîyê qayim bikin û pêşxistinê han bidin, bê ku barê budceya dewletê giran bike.

Riyad Seîd, derçûyekî zanîngehê yê bêkar e, ji Diyaruna re got ku ew nikare karekî hikûmî bi dest bixe tevî wî xwesteka xwe ji gelek dezgeh re pêşkêş kiriye.

We hêvî kir ku ew dê karibe "karekî guncan bi dest bixe piştî destpêkirina programa bikarxistinê ya nû", û not kir ku hikûmet berpirs e ku alîkarîya ciwanan bike ku karên guncan bibînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kêfa min jê re hat!

BERSIV BIDE

Baş e.

BERSIV BIDE