Nûçeyên Iraqê
Aborî

Komîteya Ewlehîya Xwarinê ya Niştîmanî ya Îraqî dest bi kar dike

Xalid Taî

Cotkarekî Îraqî guh dide zadê xwe yê birincê li parêzgeha Dîwanîyayê di wêneyeke ku di 23yê Cotmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cotkarekî Îraqî guh dide zadê xwe yê birincê li parêzgeha Dîwanîyayê di wêneyeke ku di 23yê Cotmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ji ber kêmbûna nirxên neftê yên cîhanî, hikûmeta Îraqî hewl dide ku sektorên qezencan çêdikin cihêreng bike weke hewldanekê bo zêdekirina berhemanîna niştîmanî û bo nema gelekî xwe bispêrine hawirdekirinê, bi taybet di warê çandinîyê de.

Komîteya Ewlehî ya Xwarinê ya Niştîmanî, ya ku di 22yê Nîsanê de hatiye vekirin, ew programa hikûmetê ya stratejî ye bo pêşxistina çandinîyê di van her pên salên tên de.

"Em hêvî dikin ku ev program dê ewlehîya xwarinê ya tam bi cih bîne, girêdayî hemû berhemên çandinîyê û yên sewalan û em hêvî dikin ku ev program tiştê me di salên berê de dest pê kirine di warê plankirin û gavên me dane daku em vê armancê pêk bînin temam bike," peyvdarê Wezareta çandinîyê Hemîd Nayif ji Diyaruna re ragihand.

"Em bi ser ketin di peydakirina pêdivîyên niştîmanî ji gelek zadên serke re mîna genim," wî got û eşkere kir ku wan pênc milyon ton di mûsimê par de berhem da û ew ew pêşbîn dikin ku mûsimê tê şeş ton bin.

Berpirsên Îraqî destpêkirina Programa Niştîmanî bo Ewlehîya Xwarinê îlan kir di 22yê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Plankirinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî destpêkirina Programa Niştîmanî bo Ewlehîya Xwarinê îlan kir di 22yê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Plankirinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Herwiha me karîbû em xwe bi xwe 25 berhemên çandinî û yên sewalan berhem bidin, di nav wan de bacanên reş, xurme û hêk," wî got. "Lê hîn hindikanî di hin fêkî û şînkayîyan û berhemên şîr û xwarinên hazir de heye."

Nayif daxuyand ku programa nû armanc dike ku astengîyan û kêşeyên girêdayî pêşxistina çandinî destnîşan bike û çareserîyan pêşniyar dike bo bicihanîna ewlehîya xwarinê ya tam.

Wî got ku hin ji van berhengarîyan pêşxistina sîstema avdanê dihundirîne, ya ku jinsala 1950 de nehatiye nûkirin.

"Qewêtîyên programê di vî warî de kampanyayekê bo vekirina kenalan û avakirina borîyên avê bo cotkaran dihundirîne, herwiha peydakirina dabînkerên avê yên nû".

"Herwiha plana me giranîyê dide balkişandina li ser weberhînana di warê çandinîyê û xwedîkirina sewalan de, herwiha erdê me ji bo vê aramncê ku rûbera wê dora milyon hektar e heye, bo karên xwedîkirina sewalên ku zû mezin dibin," Nayif got.

Wî got ku program armanc dike ku rûbera giştî ya zevîyên çandîyên li Îraqê zêde bike, ji 12 milyon bike zêdeyî 20 milyon hektar a ku dê têrê bike ku ewlehîya xwarinê bi rêya komeke zadan were.

Zêdekirina berhemdanên çandinîyê

Berhemdana çandinî di van çend salên borî de "heta asteke mezin baş bû û astên berhemdana zadan bi awayekî tendirustî zêde bû", aborînas Ebdul Rehman Meşhedanî got.

"Zadên mina bacanên sor ku bi lêçûneke bi 2 milyar $ hat hawirdekirin di sala 20178an de em dikarin bi xwe biçînin û em dikarin wan pereyan berhev bikin eger zadine girîngîya wan a stratejî ne kêmtir e ji zadên ku dê werin çandin," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Beşdarbûna sektorê çandinî di berhemdana xwecihî de ne zêdey 3%, lê dibe ku ew bigihe 16% û bêtir jî eger pêşxistineke guncan bo vî sektorê were arastekirin," wî got û destnîşan kir ku "Îraq welatekî çandinî bû berî ku bibe welatekî ku neftê berhem dide."

"Her vejîyandin di warê sektorê çandinîyê de dê beşdar bibe di kêmkirina rêjeyên bêkarîyê de, ji ber ev sektor dikare dora 30% ji hêza karker bigire xwe," wî anî ziman.

Herwiha ev sektor rolekê dilîze di "kêmkirina rêjeya feqîrtîyê de û başkirina şert û mercên jîyana wan kesên di çandinîyê de kar dikin", Meşhedanî got.

Pêşxistina sektorê çandinîyê dê badoreke wê ya mezin hebe li ser kêmkirina mûçedanên derve yên Îraqê, yên ku bi taybet ji bo kel û pel û hawirdeyên xwarinê tên dan, aborînas Salih Hemaş got.

"Welat armanc dikin ku bacên gumrikê li ser berhemên hawirdekirî kêm bikin heta nêvî û li şûn wê kel û pelên zêde hinarde bikin daku pêdivîyên xwe ji berhemine dîyarkirî peyda bike," wî ji Diyaruna ragihand.

Hemaş bang li hikûmetê kir "ku bêtir guh bide sektorê çandinîyê daku jêderên qezencên dewletê cihêreng bike û xwe bi tenê nesipêrine neftê, ya ku nirxên wê di bazarên cîhanî de gelekî kêm dibin".

Herwiha wî teqez kir divê sekotr were pêşxistin di rêya terxankirina pereyan "bo çaksazkirina erdan, peydakirina alavên herî nûû avakirina bendavan û kargehên çêkirina xwarinan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500