Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hikûmeta Îraqê û Banka Cîhanî programên piştgirîyê bo xizan û bêkaran dest pê dike

Xalid Taî

Rayedarên Îraqî ji Wezareta Kar a Îraqî bi nûnerên Banka Cîhanî re roja 4ê Hezîranê dicivin bo nîqaşkirina programên piştgirîyê yên ji kesên hejar û kêmderfet re. [Wêne ji Wezareta Kar hatiye wergirtin]

Rayedarên Îraqî ji Wezareta Kar a Îraqî bi nûnerên Banka Cîhanî re roja 4ê Hezîranê dicivin bo nîqaşkirina programên piştgirîyê yên ji kesên hejar û kêmderfet re. [Wêne ji Wezareta Kar hatiye wergirtin]

Nunerên hikûmeta Îraqî û Banka Cîhanî pakêtek ji programên hevbeş nîqaş dikin bi armanca piştgirîkirina çînên hejar ên civakê.

Her du alîyan di destpêka Hezîranê de planeke bo karekî dualî yê "stratîjî" erê kir, ku giranîyê dide peydakirina jîngeheke guncan bo piştgirîkirina kesên bêpîşe bo ew bibin kesên berhemdar di civakê de.

Plan qerzekî bi behayê 200 milyon dolar ji Banka Cîhanî bo Îraqê bo pêkanîna programeke awarte bo piştgirîkirina seqamgîrîyê dihundirîne, Raed Cbar Bahid, birêverê giştî yê birêveberîya rahînana pîşeyî di Wezareta Kar de eşkere kir.

"Ev plan ji çend program û çalakîyên pêk tê, ku armanc jê ew e piştgirîkirina çînên xizan ên civakê û kesên li jêr xeta hejarîyê dijîn û herwiha kesên bêkar û kesên ku li ser alîkarîyên navdewletî dijîn," wî got.

Jinên Îraqî fêrî dirûtinê dibin li kargeheke hikûmeta Îraqî, wêne di 23yê Tîrmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Kar û Rahînana Pîşeyî hatiye wergirtin]

Jinên Îraqî fêrî dirûtinê dibin li kargeheke hikûmeta Îraqî, wêne di 23yê Tîrmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Kar û Rahînana Pîşeyî hatiye wergirtin]

Yek ji van programan programa "tora Selametîyê" ye, ku armanca wê ew e ku torên dewlemendîya civakî û parêzîya niştîmanî bi hêz bikin bi rêya têkilîkirina rasterast bi welatîyên herî hejar re û dabînkirina pêdivîyên wan ên serekî, wî ji Diyaruna re ragihand.

Bahid got ku programa "Pere Li Hember Kar" rêyeke kare ya dine bo wergirtina ciwanên bêkar bi rêya peydakirina derfetên kar, ên ku dê zîrekî û hostatîyên xwe di projeyên jêrxaneyê û avakirinê de li hember heqdestekî dîyarkirî bi kar bînin.

Wî da zanîn ku plan herwiha programa "Bûjandina Aborî" dihundirîne, ku ew weke tiştê herî girîng tê dîtin, ne bi tenê ji kesên sûdmend re lê belê ji aborîya niştîmanî re.

Wezareta Kar dixwaze ku programekê weke ceribandin dest pê bike berî ku ew planeke berfireh di pêşerojê de pêk bîne, li gorî Bahid.

Wek gaveke seretayî 1,000 kes ji wan malbatên ku mehane alîkarîyê ji dewletê werdigirin hatine bijartin bo ew tevlî korsinan bibin bo pêşxistina karîn û zîrekîyên wan.

Wî da zanîn ku ew dê qerzan werbigirin bo karên biçûk damezrînin.

Ev corê programê, li gorî Bahid, li gelek welatan hatine encamdan di nav de Yemen, Lubnan û Turkîya û encamên erênî bi dest xistine. Eger heman serkeftin li Îraqê hat pêkanîn, dikare were firehkirin bo hejmareke gelektir ji sûdmendan bide ber xwe.

Wî eşkere kir ku rayedarên wezaretê nîqaşên xwe bi nûnerên Banka Cîhanî re dewam dikin bo destpêkirina van hemû programan di çarçoveya planeke kar a stratîjî ya li ser sê salan de.

Guhertina aborîya Îraqî ji kokê de

Çaksazîyên aborî û rêkarên îdarî girîng in bo misogerkirin ku programên mîna van bi bin nekevin û xebat bi avê de neçin, li gorî xebîran.

Fînanskirin beşekî serekî yê her planê ye û Banka Cîhanî ji sala 2004an ve alîkarîya darayî dide Îraqê bo zehmetîyên xwe derbas bike, Ebdul Rehman Meşhedanî, profîsorê aborîyê li Zanîngeha el-Îraqîya ragihand.

"Herwiha hewcedarî bi îdaredana baş û çaksazîyan heye, ku ew paralîl bin ligel planên geşesendinê û piştgirîya mirovî bo ew nebin beşek ji projeyên derengmayî û yên netemamkirî li welat ku hejmara wan dora 10,000 projeyan e," wî got.

Pir girîng e ku planên saxlem ji programên wiha re werin dayîn bi rêya pêkanîna lêkolînan û kêmkirina bîrokratsî û gendelîyê, Meşhedanî ji Diyaruna re ragihand.

Eger programên li gorî plana hevkarîya bi Banka Cîhanî re serkeftî bûn, dê alîkarîyê bi kesên xizan re bike ku rewşên xwe yên aborî yên zehmet derbas bikin û dê aborîyê jî bûjandin bike.

Ew herwiha dê alîkarîyê di "kêmkirina fişara darayî li ser dewletê û li ser mûçexwerên wê bike, ku hejmara karmendan di nav du deh salên dawî de ji milyonek bo 4.5 milyon zêde bûye", li gorî Meşhedanî.

Divê hikûmet ne bi tenê baldarîyê bide çînên civakê yên pir xizan lê belê kesên dahatên wan kêm û yên ku ji rewşa aborî ziyan dîtine, ji ber ku ew jî bi hewceyê piştgirîyê ne, şirovekarê aborî Basim Cemîl Antonî got.

"Pêwîst e ku bunyadkirina karînên sûdmendan berdewam be bo ew şarezayîyên pêwîst ji bazara Îraqî re bi dest bixin, bo alîkarîkirina wan di destpêkirin û pêşxistina karên xwe de," wî ji Diyaruna re ragihand.

Ev piştgîrî "dê guhertineke bingehîn ji aborîya Îraqê re ji deydar bo berhemdar misoger bike û dê hîrmên geşesendinê ava bike û herwiha dê sektorê taybet xurt bike bo ew bikaribe ku bêkarîyê sivik bike û hejarîyê kêm bike", wî got.

"Li ber ronahîya zêdebûna di nifûsa Îraqê de, ku gihiştîye rêjeya 3%, divê em zû hemû xebatên pêşxistinê dest pê bikin û alîkarî û hêsankarîya pêwîst dabîn bikin û performansa sazîyên hikûmetê pêş bixin bo baştirkirina asta geşesendinê û nehiştina gendelîyê," Antonî teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez bêkar im.

BERSIV BIDE