Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirsekî Amerîkî: Serokê nû yê DAIŞê "ne tu kes e"

AFP

Ev wêneya ku 27ê Cotmehê hatiye girtin Mizgefta Nûrî û tiştê mayî ji minareya "Hedba" ya xwîz li Mûsilê, asêgeha berê ya DAIŞê, nîşan dide. Mizgefta ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî sala 2014 ji wir bi mirîdên xwe re axêvî. Bexdadî di operasyoneke taybet a Amerîkî de li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê roja 27ê Cotmehê hat kuştin. [Zaid Obêdî/AFP]

Ev wêneya ku 27ê Cotmehê hatiye girtin Mizgefta Nûrî û tiştê mayî ji minareya "Hedba" ya xwîz li Mûsilê, asêgeha berê ya DAIŞê, nîşan dide. Mizgefta ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî sala 2014 ji wir bi mirîdên xwe re axêvî. Bexdadî di operasyoneke taybet a Amerîkî de li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê roja 27ê Cotmehê hat kuştin. [Zaid Obêdî/AFP]

Serokê nû yên rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) "ne kesek e" û navdarîya wî pir sînordar e lê tevî vê yekê jî Amerîka hêvî dike ku ew di demeke nêz de were kuştin, Berpirsekî Amerîkî Çarşemê (6ê Mijdarê) ragihand.

Rêxistinê heftîya borî Ebû Brahîm Haşemî el-Qureşî weke serokê xwe yê nû îlan kirpiştî ku Ebû Bekir Bexdadî, serokê berê yê tevgera pir-tunrew di êrîşeke hêzên Amerîkayê de hat kuştin.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî, ku merc kir ku navê wî neyên eşkerekirin, got ku çavdêrîkirina medyaya civakî ya DAIŞê nîşan dide ku heta bi şopdarên rêxistinê jî pir Haşemî nas nakin.

"Ev bûye kêşeyeke mezin di cîhana medyaya civakî ya DAIŞê de. Dîyar ku ev kes ne tu kes e," berpirs ji nûçegehanan re got.

"Tiştê kêm ê ku em li dor wî zanin, ne cihê girîngîyê ye. Eger ew li Îraqê yan li Sûrîyayê be, em bawer nakin ku ew dê demeke dirêj li derveyî destê cîhanê bimîne," wî got.

Wî berpirsî agahîyên berfirehtir nedan, di nav de gelo Haşemî, weke Bexdadî, berî aniha ji hêla hêzên Amerîkayê ve hatibû girtin.

Bexdadî, yê ku ji 2014an ve rêbertîya DAIŞê dikir, bûbû kesekî herî dihat xwestin li ser asta cîhanê ji ber êrîşên terorî li herêmê û li cîhanê.

DAIŞê piştrast kir ku zilamê Îraqî yê 48 salîdi êrîşekê de li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê hatiye kuştin.

Jina Bexdadî razên DAIŞê eşkere kirin

Hevdem, Turkîyayê Çarşemê ragihand ku wan "jina yekem" a Bexdadî sala par girtiye.

Berpirsekî Turkîyayê Pêncşemê got ku jina Bexdadî xwe bi navê Ranîya Mehmûd da nasîn lê di rastî de navê wê Asma Fewzî Muhemed Qubeysî.

Jin di 2yê Hezîrana 2018an de li wîlayeta Hetayî, li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re, hatiye girtin, tev deh kesên din, di nav de keça Bexdadî, ya ku xwe bi navê Leyla Cebîr da nasîn.

Berpirs da zanîn ku girêdana malbatî bi rêya sampileke DNA a Bexdadî ku desthilatdarîyên Îraqî pêşkêş kiribûn hat piştrastkirin.

Wî berpirsî teqez kir ku jina Bexdadî "gelek agahî" li dor "karûbarên hundirîn" ên rêxistinê eşkere kirin piştî ku sala par hat girtin.

"Me nasnameya rasteqîn (a jina Bexdadî) hinekî zû kifş kir, û wê gelek agahî li dor Bexdadî û karûbarên hundirîn ên DAIŞê dane," berpirs daxuyand.

"Me karî em gelek tiştên ku me berê dizanîn piştrast bikin. Me herwiha agahîyên nû bi dest xistin ku alîkarî kirin di hinek girtinan de."

Sêşemê, hêzên Turkîyayê li bakurê Sûrîyayêxweşkeke Bexdadî girtdi êrîşekê de li nêzî bajarokê Ezazê. Ew tev mêrê xwe, û bûka xwe û pênc zarokan bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500