Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xwişka Bexdadî li bakurê Sûrîyayê tê girtin

AFP

Xwişka Ebû Bekr Bexdadî Resmiya Ewad ji alîyê hêzên Turkîyayê ve hat girtin li bakurê Sûrîyayê. [Skrînşût ji vîdyoyeke ku ji alîyê hikûmeta Turkî ve hat belavkirin]

Xwişka Ebû Bekr Bexdadî Resmiya Ewad ji alîyê hêzên Turkîyayê ve hat girtin li bakurê Sûrîyayê. [Skrînşût ji vîdyoyeke ku ji alîyê hikûmeta Turkî ve hat belavkirin]

Hêzên Tirkî li bakurê Sûrîyayê xwişkeke Ebû Bekir Bexdadî girt, serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê ku di êrîşeke Amerîkî de hat kuştin meha borî, berpirsekî berz ê Turk Sêncşemê (5ê Mijdarê) got.

"Turkyayê xwişka Ebû Bekir Bexdadî girt" di êrîşekê de nêzî bajarokê Izazê, berpirsê ku li ser şert şmercê ku navê wî neyê eşkerekirin ji AFP re ragihand.

Wî jin weke Resmîya Ewad bi nav kir, û got ew di sala 1954an de ji dayîk bûbû.

Hevjînê jinê, dişên wê û pênc zarok pê re hev rê bûn.

"Lêpirsîn aniha bi hersê kesan re tê kirin", berpirsan got.

Wî anî ziman ku dibe girtin "gencîneyeke zîrîn ji agahîyên hewalgirî re" be.

"Tiştê ew derbarê rêxistinê dizane dibe ku têgiştina me ji rêxistinê re berfireh bike, alîkarîyê bi me re bike ku em bêtir endamên rêxistinê bigirin û alîkarîyê bi Turkyayê re bike ku bêtir xwe û Ewropayê ji terorîstan biparêze," wî got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov girtin teqez kirin.

"Hêzên Turkîyayê xwişka Bexdadî girtin şeva borî li kampekê li derdora bajarokê Izazê," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Wî got herwiha wan heft Îraqîyên din girtin, lê yekser ne dîyar bû eger ew girêdayî DAIŞê ne yan na.

Bajarokê Izazê li deverekê li bakur û rojavayê Sûrîyayê dikeve ku li jêr kontrola Turkîyayê ye ji sala 2016an ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500